Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin

  • rojane
  • 11:12 19 Tîrmeh 2024
  • |
RIHA - Parêzerê Vedat Kurt ê dema heqê xebata xwe dixwest hatibû revandin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin, Yûsûf Onkol diyar kir ku heke bersûcên gefan li miwekîlê wî dixwin neyên girtin, xetere li ser jiyana wan heye. 
 
Ciwanê bi navê Vedat Kurt (22) ji bo xebatê ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê çû Antalyayê. Kurt, li Antalyayê dest bi kar kir û dema heqê keda xwe xwestî ji hêla xwediyên kar ve hate revandin û rastî îşkenceyên giran hat. Dîmenên îşkencekirina Kurt hêj jî di rojevê de ne
 
Kurt, di cotmeha sala 2020’ê de ji hêla xwediyên kargehê  A. T., O. T., S. T. û A. A. ve hate revandin û rastî îşkenceyên giran hat. Ji parêzerên Kurt, Yûsûf Onkol têkildarî tiştên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Onkol, da zanîn ku bersûc beriya danişînan li miwekîlê wî digerin û gefan lê dixwin. Onkol, got ku xetere li ser jiyana Kurt û parêzerên wî heye.
 
GEF LI MUWEKÎL Û PARÊZERAN TÊ XWARIN 
 
Onkol, diyar kir ku piştre daxilî dosyayê bûye û wiha got: “Piştî Vedat bûyer vegotî û serlêdana wekaletê, me li naveroka dosyayê nihêrt. Hûrgiliyên me di dosyayê de dîtin, wehameta bûyerê radixe ber çavan. Em bûn şahid ku Vedat hatiye paşguhkirin û hewl dane dosyayê bi demê re vehêlin. Sedema bêdengiya muwekîlê min a heta niha ew bû ku rewşa wî ya madî baş nebû û gefa kuştinê lê dihat xwarin. Dema em çûn danişîna dawî, Vedat got ku ‘Li min geriyan û hem gefa kuştinê li min hem jî li parêzeran xwarin.’ Muwekîlê min nêzî 4 mehan rastî îşkenceya sîstematîk hat. Li gel tundiya fîzîkî, ya psîkolojîk jî lê kirin.” 
 
HELWESTA DADGEHÊ 
 
Bi domdarî Onkol bal kişand ser helwesta dadgehê û ev tişt anî ziman: “Di danişîna 5’ê hezîranê de dadgehê tenê pirsa ‘gelo giliyê te hêj didome?’ kirin. Piştre jî gotin ‘tu rûne bila parêzerê te biaxive.’ Bûyereke li 4 salan hatiye vehêlandin heye. Di vê pêvajoyê de her tim li ser telefonê gef lê hatine xwarin.  Vedat nikare alîkariya hiqûqî wergire ku ev yek dema mirov li dosyayê dinêre jixwe xuya dike. Min di danişîna dawî de qala îşkenceya li Filistînê kir û min xwest girêdayî rewşa Vedat bikim. Lê qeyd nekirin. Şandeya dadgehê mafê me yê parastinê bisînor kir. Mafê lêgerîna maf li edliyeyan dibe. Me dît ku rewş muhim e. Lewma me xwest raya giştî jê haydar bibe.” 
 
TENÊ 10 MEHAN GIRTÎ MAN
  
Onkol, bi lêv kir ku ev bûyer dikeve ber sûcên cezayên demdirêj û wiha got: “Lê bersûc Adem Alici rojekê, Osman Toktaş û Ahmet Tahtaci 2 mehan, Serkan Tumuç jî bi giştî 10 mehan girtî man. Em nizanin bê ka mudaxileyek li dosyayê tê kirin an na. Lê gumanên me hene ku li ser bingeheke hiqûqî nayê meşandin. Em nizanin bê ka bersûc pişta xwe bi kê germ dikin. Ji ber ku beriya danişînê yekser gefan li muwekîlê min dixwin. Di van kesan de rehetiya ‘jixwe ez ê derkevim’ heye. Di vê bûyerê de mijara ‘talanê’ ya di xalên TCK’ê yên 148 û 149’an de hatiye sererastkirin û mijara ‘Kesên bi qesdî êşê bi laşê kesekê din dide kişandin an jî rê li ber xerabûna tenduristiyê vedike ji yek salê heta 3 salan tên cezakirin’ a di xalên 86-87’an de hatine sererastkirin hene. Li ser laşê Vedat şopên îşkenceyê hene. Lewma me xwest sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê were kirin. Di van cezayan de ji 14 salan heta 28 salan cezayê hefsê heye. Ya ku me heyirî dihêle ew e ku tevî vê rewşê jî negirtî tên darizandin. Di dest de ewqas delîlên cidî hene lê ev kes çawa ewqas kêm girtî dimînin?” 
 
'EM BI KUŞTINÊ RE RÛ BI RÛ NE’
 
Onkol, destnîşan kir ku her bersûcekî ji yekê zêdetir qeydên sûc hene û axaftina xwe wiha qedand: “Heke ev bersûc neyên girtin, xetereya kuştinê li ser Kurt û parêzerên wî çêdibe. Dê danişîna 10’emîn a dozê di 16’ê cotmehê bê lidarxistin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Em ê rapora ATK’ê bidin dadgehê û li benda girtina bersûcan bisekinin. Heke rapora ATK’ê negihê jî divê ev bersûc bên girtin. Di danişîna dawî de bi rastî jî em ê Vedat bidin axaftin. Vedat dê li cihê pêwîst biaxive. Heke heta niha li dadgehê bidana axaftin, dê îro ev tişt neqewimîbûna. Em ê di 16’ê cotmehê de li benda biryarê bin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

19/08/2024
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin