Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye

  • rojane
  • 09:02 9 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Ragihandina Ofîsa YNK'ê ya Mûsilê Xeyas Surçî bal kişand ser hevkariya Tirkiyeyê û PDK'ê ya di êrişên didomin de û got: "Armanca rêveberiya herêmê ew e ku ji bo dagirkirina herêma Silêmanî û Helebceyê hincetan çêbike."

 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Tirkiye di van rojên dawî de bi sewqiyatên nû qada êrişan berfirehtir dike. Gelek wesayîtên zirxî û leşker şandin bejahiya Amêdiye ya di bin kontrola PDK'ê de ye. Her wiha li gundewarê Dihokê xalên kontrolê ava kirin û dest bi kontrolkirina nasnameyan kirin. Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mûsilê Xeyas Surçî geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin.
 
'ARMANCA TIRKIYEYÊ DAGIRKIRIN E'
 
Surçî diyar kir ku armanca sereke ya êrişên Tirkiyeyê “dagirkirina Mûsilê” ye û got: “PKK di dilê Tirkiyeyê de heye. Li wir çalakiyên leşkerî dike. Lewma em dikarin bêjin armanca Tirkiyê ne PKK ye, armanca wê ya sereke dagirkirina bakurê Iraqê ye.”
 
Surçî diyar kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî vê rewşê helwesteke zelal nîşan nedane û wiha got: “Li gorî min di navbera PDK û Tirkiyeyê de hevkarî heye. Ji ber ku di bêdengiya wan a li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyeyê de tiştek heye. Diyar e tifaqek di navbera wan de heye. Binêrin, ne çapemeniya fermî ya hikûmeta Iraqê û ne jî ya PDK'ê behsa vê dagirkeriyê nakin. Tirkiye 40-50 kîlometre ketiye nava axa Iraqê. Li hinek cihan jî heya 200 kîlometroyan çûye. Başîka dikare wekî mînak were dayîn. Berpirsiyariya herî mezin di vir de PDK ye. Aborî û rêveberiya Başûrê di destê PDK'ê de ye. Eger ev di destê me de bûya, em ê li dijî vê hewldana dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwesteke cidî bûna."
 
'ŞEWAT SENARYONÊN PDK Û HIKÛMETA IRAQÊ NE'
 
Surçî hedefgirtina YNK û PKK’ê ya di ser bazarên Kerkuk, Dihok û Hewlêrê de jî wekî “senaryo” nirxand û got: “Ev senaryo ji aliyê hikûmeta Iraqê û herêmê ve hatiye amadekirin. Hikûmeta Iraqê der barê şewitandina van cihan de tu tomet li YNK'ê nekiriye. Lê hikûmeta herêmê û Wezareta Navxweyî YNK'ê tometbar kirin. Ji 3 kesên ku ji şewitandina van cihan hatin girtin 2 endamên YNK'ê bûne. Di nava YNK’ê de bi deh hezaran polîs, asayîş û hêzên pêşmerge hene. Ger yek ji wan tiştek weha kiribe, hûn çawa dikarin her kesên din sûcdar bikin? Ew senaryoyek bû. Em vê sûcdariyê bi tu awayî qebûl nakin. PKK’ê jî daxuyaniyeke fermî da û diyar kir ku tu eleqeya wan bi vê yekê re nîne û ev senaryo ye."
 
'JI BO DAGIRKIRINÊ HINCETAN ÇÊDIKIN'
 
Surçî ku got "Armanca rêveberiya herêmê ew e ku hincetan ji Tirkiyeyê re çêbike da ku êrişî herêma Silêmanî û Helebceyê bike" ev tişt gotin: "Sedema vê yekê endamên PKK’ê tên nîşandan. Ev ne rast e. Ev hemû hincet in. Tirkiye ji bo dagirkirina herêmê hincetan çêdike. Em YNK, sîxurtiya tu kesî nakin. Em kurd in û di nav sînorên Iraqê de ne. Lê em iraqî ne. Helwesta Iraqê li hember hewldanên Tirkiyeyê gelek lawaz û bêbandor e.”
 
Surçî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêyî destûra hikûmeta navendî ya Iraqê li ser xaka Iraqê baregeh hatin avakirin. Parastina hemû Iraqê di destê hikûmeta navendî ya Iraqê de ye. Pêwîst e gel zextê li Iraq û parlamenteran bike ku Tirkiye hedê xwe bizane." 
 
MA / Omer Akin 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/08/2024
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
15:02 Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man
14:41 Serokwezîra Bangladeşê welat terikand
14:20 Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin
14:20 Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive
12:04 Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin
11:22 Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye
10:36 Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
10:34 Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an
09:52 ENAG: Di meha tîrmehê de enflasyon ji sedî 5,91 zêde bûye
09:29 Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
09:11 Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
09:04 ‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
09:01 Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
08:33 Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû
04/08/2024
22:37 Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist
22:14 Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
20:17 Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
19:59 Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
17:41 Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
17:09 Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir