Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!

  • rojane
  • 09:03 3 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Armanc Herekol ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe nirxandin, got ku heke Tirkiye di êrişan de bi ser bikeve wê tevahiya Başûr bandorê ji êrişan bigire. 
 
Êrişên berfireh ên Tirkiyeyê yên di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi pêşengiya PDK’ê li ser Herêma Kurdistana Federe dabûn destpêkirin, didomin. Tirkiye ji bo êrişên xwe li herêmên nû berbelav bike amadekariyên berfireh dike. Di hefteya dawî de bi sedan wesayîtên zirxî di ser Amêdiye re sewqî herêmê hatin kirin.
 
Rojnamevan Armanc Herekol ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, rewşa li herêmê nirxand. 
 
‘PDK ZEXTÊ ZÊDE DIKE'
 
Herekol got: “Tirkiye û PDK’ê ku armanc kirin xeta Amêdiye, Zap û Avaşînê bi dest bixin, tevî êrişên dijwar jî nikaribûn bi ser bikevin. Tirkiyeya ku li gel êrişên giran ên rojane jî nikare bigihêje tişta ku dixwaze, bi şikestineke mezin re rû bi rû ye."
 
Herekol diyar kir ku Tirkiye bi tevlîbûna eşirên mezin û cerdevanan hewl dide êrişên xwe berfireh bike û got: “Tirkiye di 17’ê Hezîranê de dest bi êrişên nû kir. Ev êriş li ser xeta Şeladizê, Amêdiye û Dêrelûkê ne. Armanca Tirkiye û PDK'ê ew e ku van xetan bigirin û bigihên sînorên Peymana Neteweyî. Armanca sereke ya Tirkiyeya ku PKK'ê wekî gef nîşan dide, qirkirina gelê kurd e. Ev êrişên ku ji sedî 75'ê Dihokê xistiye bin metirsiya ketina destê Tirkiyeyê, zexteke mezin li ser gelê herêmê çêdike. Xelkê Başûr rastî zirareke mezin a derûnî û bedenî tê. Di êrişan de kesên jiyana xwe ji dest didin, rez û baxçe jî ji ber bomberdûmanê wêran dibin. Li aliyê din PDK bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û zextên li ser gel zêde dike."
 
‘PDK, ALÎKARIYA LOSJÎSTÎK DIKE'
 
Herekol diyar kir ku bêyî piştgiriya PDK'ê Tirkiye nikare qadeke wisa ku rihet lê hereket bike peyde bike û wiha got: "PDK di warên lojîstîk, leşkerî, tenduristî û îstîxbaratê de bi tevahî piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Polîtîkayên PDK'ê di raya giştî de dibe sedema bertekên mezin. Leşkerên tirk li herêmê kontrola nasnameyan dikin. PDK li bazar û dermanxaneyan mirovan bi kamerayan tomar dike. Ew çavdêriyê dike ku kî çiqas xwarin û çiqas derman dikire. PDK ji bo bertekên gel bitepisîne zextên xwe zêde kirine."
 
‘WÊ TEVAHIYA BAŞÛR BANDORÊ JÊ BIGIRE'
 
Herekol bal kişand ser bêdengiya Iraqê ya li hemberî van êrişan û got ku di qanûnên Iraqê de ev êriş wekî "dagirkeriyê" tên pênasekirin. Herekol got: “Başûrê Kurdistanê bi dagirkeriya Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Tirkiye bi piştgiriya PDK’ê li herêmê bi sedan baregeh ava kirine û wesayîtên zirxî û alavên leşkerî li van baregehan bi cih dike. Eger êriş berdewam bikin, ne tenê herêmên di bin kontrola PDK’ê de, herêmên din jî wê bikevin bin bandorê. Eger Tirkiye di êrişan de bi ser bikeve, wê tevahiya başûrê Kurdistanê bi bandor bibe."
 

Sernavên din

04/07/2024
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin