NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan-nivîskar Kakşar Oremar ê diyar kir ku her 6 kesên ku dê di hilbijartinên serokkomariyê yên li Îranê bên kirin de bikevin pêşbaziyê “bisabiqe” ne û bi lêv kir ku hilbijêrên kurd ên mafên wan tên xespkirin dê neçin ser sindoqan.
Ji ber Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da dê li Îranê hilbijartina serokkomariyê jinûve bên kirin. 63 milyon hilbijêr ji bo di 28’ê hezîranê de serokkomar hilbijêrin dê biçin ser sindoqê. Konseya Parazvanên Destûra Bingehîn “girêdayîna rejîmê û sabiqeya siyasî, exlaqî û olî” ya kesên dixwazin di hilbijartina serokkomariyê de bibin namzet lêkolîn kir û destûr da namzetbûna 6 kesan. Serokê Meclisê Mûhammed Bakir Kalîbaf, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiya Netewî yê berê Seîd Celîlî, Wezîrê Karên Hundir ê berê Mûstafa Pûrmûhammedî, Serokê Weqfa Şehîd û Gaziyan Emîr Huseyîn Kadizadehaşimî, Şaredarê Tehranê Alî Riza Zakanî û ji “reformîstan” Wezîrê Tenduristiyê yê berê parlamenterê Tebrîzê Mesûd Pezeşkiyan dê di hilbijartinê de bikevin pêşbaziyê.
NAMZETÊN KU BIKEVIN HILBIJARTINÊ
Mesûd Pezeşkiyan (70) ê yekane namzetê ku baskê “reformîst” ê li Îranê piştevaniya wî dike, li bajarê Mehabadê hate dine. Pezeşkiyan, kesekî ku mudaxileyên hişk ên di çalakiyên protestoyî yên “raweste” yên li dijî mûhafazakaran hatin kirin rexne dike tê zanîn. Lê belê di pêvajoya propagandaya hilbijartinê de bi axaftinên xwe yên dê li dijî polîtîkayên Hamaney nebe û wan pêk bîne, berteka kesên ku reformê dixwazin kom kir. Pezeşkiyan ê pisporê cerahiya dil e, beriya niha 5 serdeman weke parlamenter peywîr girt û 4 salan jî Wezareta Tenduristiyê kir.
BAKIR KALÎBAF
Di nava namzetên mûhafazakar de yek ji namzetê ku şensê wî yê hilbijartinê herî bilind e Mûhammed Bakir Kalîbaf e. Kalîbaf ê 62 salî ye, weke kesekî nêzî Hamaney tê zanîn. Kalîbaf ku beriya niha li pêşiya derbaskirina qanûnên reformê asteng bû, di 20 saliya xwe de di nava şerê Îran û Iraqê de cih girt û ji aliyê rejîmê ve hate hezkirin û payeya xwe her tim bilind kir. Kalîbaf ê ku bi nêrînên xwe yên tund û êrişkar ên li dijî gel tê naskirin, ev 4 sal in serokê parlamentoya Iranê ye. Kalîbaf di hilbijartinên sala 2021’an de hatin kirin ji bo Reîsî ji namzetbûnê vekişiya.
PÛRMUHAMMEDÎ
Yek ji namzetên bi hêz ku mûhafazakar piştgiriyê didinê jî Mûstafa Mûhammedî yê li Kûmê ji dayik bûye ye. Pûrmûhammedî yê 65 salî li Kurdistanê li dadgehên leşkerî de cih girt. Di serî de gelê kurd biryara mirinê ya gelek kesan îmze kir. Pûrmûhammedî yê li Kurdistanê di xebatên îstîxbaratê de cih digirt, yek ji kesên ku di konseya weke “Komîteya Mirinê” dihate zanîn de cih digirt. Pûrmûhammedî yê di nava xebatên îstîxbarata derve de cih digire weke berpirsyarê kuştina Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) siyasetmedarê kurd Sadiq Şerefkendî û teqîneke li Arjantînê pêk hat tê zanîn. Pûrmûhammedî li welatên weke Amerîka û Îsraîlê di nav lîsteya kesên weke “terorîst” lêgerîna wan heye de cih digire.
HAŞEMÎ
Emîr Huseyîn Gazîzade Haşemî (53) ku yek ji namzetê din ê muhafazakaran e jî li Xorasanê ji dayik bûye. Haşemî yê alîgirê rejîmê ye, weke kesekî ku ji aliyê mûhafazakaran ve piştevaniya wî tê kirin derdikeve pêş. Haşemî yê di parlamentoya Îranê de 4 serdeman parlamenterî kir, herî dawî cîgiriya Reîsî dikir. Haşemî yê weke cerahê guh, difin û qirikê (KBB) di xwe de serkeftî ye, piştî ku kete nava siyasetê li gorî polîtîkayên pergalê tevgeriya û kesekî weke li dijî gel disekine tê zanîn.
ZAKANÎ
Alî Riza Zakanî (59) yê li bajarê Rey hate dinê, di nav Hêzên Berxwedanê yên Besîç ku baskê dilxwaz ê Mûhafizên Şoreşê ne de cih girt. Zakanî di Konseya Navenda Yekîtiya Xwendekarên Îslamê ya Zanîstên Tibê ya Zanîngeha Tehranê de bi awayekî çalak cih girt û li qada “enerjiya nukleerê” de bû pispor. Zakanî yê Şaredariya Tehranê kiriye û di parlamentoyê de ye, kesekî nêzî rejîmê tê zanîn.
CELÎLÎ
Saîd Celîlî (59) yê 59 salî ku li bajarê Meşhedê ji dayik bûye, li Zanîngeha Sadiqê doktoraya xwe wergirt. Celîlî yê di Wezareta Karên Derve de dixebite li Teşkîlata Şûraya Mîllî de xebitî. Celîlî yê endamê saziya dewletê ya bi navê Konseya Teşhîsê ya Tembîhkirina Pergalê bû, di hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê serokatiya şanndeya ku pergal temsîl dikir, kir. Celîlî yê alîgirê pergalê ye û ji bo Pergala Îranê bidome di nav xebatan de cih digire beriya niha du caran tev li hilbijartinê bû û di hilbijartina 2021’an de ji bo Reîsî vekişiya.
OREMAR: SABIQEYA HEMÛYAN HEYE
Rojnamevan û nivîskar Kakşar Oremar ê geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, bi lêv kir ku pratîka her 6 namzetan jî “bisabiqe” ye. Oremar, da zanîn ku li Îranê hilbijartin derveyî demokrasiyê pêk tên û wiha got: “Kesên heta niha hatine ser peywîrê di wateya pratik de ji bo azadî, mafên bingehîn û demokrasiyê gav neavêtine. Li Îranê niha gelek krîz hene. Pergala Îranê li hundir û derve pirsgirêka meşrûtiyetê dijî. Di serdema dawî de siyaseta Îranê jî di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de bi bandor dibe. Di rewşa heyî de rewşeke ku Hîzbûlaha Lubnanê bikeve şer heye. Şerê Rûsya û Ûkraynayê berdewam dike. Hemû bûyerên li herêmê pêk tên bandorê li Îranê jî dikin. Gelek kêm wext ma ji bo ku hilbijartin pêk werin. Lê bi tu awayî kelecana hilbijartinê nîne. Li Îranê hilbijartin bi awayekî formalîte tên kirin. Gel jî vê baş dizane. Ez difikirim ku di hilbijartinên ku dê bên kirin de tevlibûn dê ji hilbijartina Reîsî hatibû hilbijartin kêmtir bibe.”
‘DIBE KU NAMZETÊ REFORMÎST BIKIN SEROKOMAR’
Oremar, bi lêv kir ku Mesûd Pezeşkiyan ê namzetê kesên ku reformê dixwazin e, piştî axaftina xwe ya piştgiriya Hamaney kir bi berteka kesên reformê dixwazin re rûbirû ma û da zanîn ku ev rewş dê bibe sedema ku tevlibûna hilbijartinan kêmtir bibe. Oremar ê got ku “Gel bi bêkariyeke cidî û gelek krîzan re hewl dide debara xwe bike” û ev tişt gotin: “Di dema Reîsî de her tim mirin û îşkence çêbûn. Di nav namzetên niha de kesek bi tu awayî hêviyê nade. Di daxuyaniyên di serdemên dawî hatin kirin de, rejîm ji bo ku tiştên qewimîne veşêre dibe ku Pezeşkiyan bike Serokkomar. Hilbijartinên tên kirin formalîte ne. Pergala Îranê jî dixwaze hem di siyaseta hundir hem jî ya derve de bihgeha meşrûiyetê ava bike.”
‘GELÊ KURD DÊ HILBIJARTINAN BOYKOT BIKIN’
Oremar, da zanîn ku gelê kurd tevî xwediyê nifûseke zêde ye ji bo mafên wan nayên dayîn û her tim îşkence li wan tê kirin têkildarî hilbijartinê tu hêviya wan nemeya û anî ziman ku zêdetirî gelê kurd dê hilbijartinê boykot bikin. Oremar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hilbijartinên 45 salan de hatine kirin tevlibûna kurdan kêm e. Di çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ de ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin gelek mirov hatin kuştin, binçavkirin û girtin. Zêdetirî van kurd bûn. Ji xwe niha di rastiyê de gelê kurd mualafetê li dijî pergala Îranê dike. Hem mafê kurdên şîa hem jî yên sunî tune tê hesibandin. Destûr nayê dayîn ku li Mahabad a nêzî 3 milyon kurdên sunî lê dijîn mizgeftekê çêbikin. Tê astengkirin ku kurd bibin namzetê serokkomariyê. Her tim çand û baweriya kurdan tê qedexekirin. Dema ev hemû bi hev re hatin nirxandin, em bi awayekî rehet dikarin bêjin ku gelê kurd naçin ser sindoqê.”
MA / Delal Akyuz