ÎZMÎR - Endama Komeleya Her Der Zarokê Sedanûr Ûgûr destnîşan kir ku fêdeya zarok berçav nayê girtin, zarok rastî cihêkariyê tên û mafên wan berçav nayên girtin. Ûgûr diyar kir ku ev sepan jî dibin sedema mirin û travmayan.
Li Tirkiyeyê ji ber şer û pevçûn didomin, krîza aborî, siyasî û civakî her ku diçe girantir dibe û lewma wek zarok mayîn gelek zehmet e. Mafên zarokan wek sîstematîk her ku diçe paşdetir diçe, ji perwerdeyê heya tenduristiyê, ji mafê listinê heya mafê jiyanê mafên zarokan tên binpêkirin.
PERGALA PERWERDEYÊ GUHERÎ, XETERÎ ZÊ DE BÛ
Sererastkirina her sal a pergala perwerdeyê, pergala 4+4+4, Navendên Perwerdeyê Pîşeyî (MESEM) her ku diçe zarokan bêhtir ji qadên jiyanê dûr dixe ev rewş di temenê biçûk de rê li ber zewaca zarokên keçik vedike.
Piştî ku AKP hate desthilatê di hêla mafên zarokan de her ku çû rewş girantir bû. Berê yên zewicî û yên hatine nîşankirin qeyda wan a dibistana navîn a MEB’ê nedihate kirin. Ev yek hate guherandin û rê li ber nîşankirina zarokên diçin dibistana navîn hate vekirin. Di sala 2013’an de careke din rêzikname hate guherandin û rê li ber zewaca di temenê zarokatiyê de hate vekirin.
RÊ LI BER ZEWACÊN ZAROKAN HATE VEKIRIN
Di Pakêta Darazê ya 4’emîn a sala 2021’an de jî rê li ber bêcezahiştina destdirêjiya zarokan hate vekirin. Bi vê guherînê ji bo destdirêjiya zarokan delîlên şênber hatin ferzkirin û ji ber van sûcan jî girtina bersûc hate zehmetkirin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ya sala 2023’an 10 hezar û 471 zarokên 16-17 salî yên keçik û 706 zarokên kurik di bin navê zewacê destdirêjî li wan hate kirin. Di 10 salên dawî de li gorî daneyên fermî bi giştî 312 hezar û 640 zarokên keçik hatin “zewicandin”.
QETLÎAMÊN HATINE KIRIN
Di demên AKP’ê de “tevdîrên ewlehiyê” qaşo hatin zêdekirin û gelek zarok ji ber wesayîtên zirxî li wan xist, şer, pevçûn û bombebaranan hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 15 salên dawî de li Kurdistanê 21 zarok jiyana xwe ji dest dan, 23 zarok jî birîndar bûn. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di pêvajoya qedexeyên derketina derve de herî kêm 80 zarok jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 30 tebaxa 2023’an de wesayîtekî bizirxî zarokê 12 xist û wî kuşt.
‘RÊGEZÊN BINGEHÎN NAYÊN SEPANDIN’
Endama Komeleya Her Der Zarokê Sedanûr Ûgûr têkildarî polîtîkayên zarok, encamên van polîtîkayan û pêşniyaran bi ajansa me re axivî.
Ûgûr da zanîn ku zarok ji ber gelek sedeman ji mezinan zêdetir rastî binpêkirina mafan tên û wiha got: “Fêdeya zarok berçav nayê girtin, sepanên rêgezên bingehîn ên ‘Qanûan Mafên Zarokan’ nayên sepandin. Taybetî jî di hêla tev li pêvajiya biryardayînê, mafê jiyanê û parastina ji cihêkariyê, li Kurdistanê mafê zimanê zikmakî berçav neyên girtin, zorokên di kolanan de dilîzin bi wesayîtên zirxi tên kurştin.”
‘ZAROK WEK KES NAYÊN DÎTIN’
Ûgûr da zanîn ku bûyerên destdirêjiyê yên li dijî zarokan bi bêcezahiştinê tên dawîkirin, zarok wek kes nayên dîtin. Ûgûr bi bîr xist ku dema bûyerekî destdirêjiyê çêdibe ji zarok bêhtir malbat tên guhdarkirin û wiha got: “Ji ber zarok wek kes nabînin, malbatên wan guhdar dikin. Gotina zarok tê piştguhkirin. Biryar li gorî gotina mezinan tên dayîn. Ev polîtîka ji zarokan re dibin mirin û travma. Mafê zerokan ê lîstinê heye lê belê em nikarin qala van bikin. Mînak projeyên MESEM’ê zarok bi mafên xwe nahesin. 5 zarok di dema xebitînê de jiyana xwe ji dest dan.
‘BI ZAROKAN RE, JI BO ZAROKAN’
Ûgûr da zanîn ku dirûşma wan “Ji bo zarokan û bi zarokan re” ye û anî ziman ku divê li dijî hemû binpêkirinên mafan û pirsgirêkan bi zarokan re were tevgerîn û wiha got: “Mekanîzmayên ku gotina zarokan tê de nebe biryar tên dayîn û ev biryar di hewayê de dimînin. Daxwaza wan zarokan pir zelal e. Tevî rojeva siyasî haya wan ji her tiştî heye. Ya ku hewce ye guhdarkirina wan, wan fêm kirin û daxwazên wan anîna rojevê ye. A herî girîng em alîgirê sepandina bêyî hincet a Peymana Mafên Zarokan ku Tirkiyeyî jî îmze kiriye, ne.”