Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye

  • jin
  • 09:30 13 Hezîran 2024
  • |
img
BEDLÎS - Jina bi navê Meryema Hasanoglû bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Hevjînê wê Tekîn Çelîk ku çawişê pispor ê berê ye îdia kir ku Hasanoglû întîhar kiriye. Lê belê îfadeyên wî û rojnivîska Hasanoglû winda ne û ev jî gumana cînayetê xurtir dike. 
 
Jina bi navê Meryema Hasanoglû (22) ku li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di qata 5’emîn a avahiyekî de dijiya, di 2’yê gulanê de bi awayekî guman kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de çawişê pispor ê berê Tekîn Çelîk ku mehra wan a olî hebû, hate binçavkirin. Îfadeyê Çelîk hate girtin û bi sedema “Arasteyî întîharê kiriye” hate girtin. 
 
PEYAMA ‘LEZGÎN’ JI HEVALA XWE RE ŞAND
 
Li gorî agahiyên di girtekên polîsan de; Hasanoglû beriya jiyana xwe ji dest bide ji hevala xwe B.N.G. yê re peyama “lezgîn, lezgîn” şand. Dema hevala wê pirsa “çi bû?” jê kirî jî Hasanoglû demek piştre bersiva “pirsgirêk tune ye, min henek kir” da. Di şeva heman rojê saet di 01.37’ê de jî ji telefona Hasanoglû li hevala wê B.N.G. hate geriyan lê hêj aliyê hember neaxivî telefon hate girtin. Di sersibeha heman şevê de hat îdiakirin ku Hasanoglû xwe ji avahî avêtiye û miriye. 
 
JI BER TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ MEHEKÊ GIRTÎ MA 
 
Di girteka lêkolînkirina telefonê de hat tespîtkirin ku peyamên Hasanoglû ji B.N.G. re şandin hatine jêbirin. Di heman demê de derket holê ku faîl Tekîn Çelîk di dema lêpirsînê de tundî l hevjîna xwe ya bi mehra fermî jî kiriye û ji ber vê sedemê mehekê girtî ma ye. 
 
Piştî mirina biguman a Hasanoglû, îfadeyê dayika wê Hediye Hasanoglû hate girtin. Dayik Hasanoglû di îfadeya xwe de wiha got: “Keça min li bavê xwe geriya û got; ‘min ji vir bibin nexwe dê ev min bikujin. Bavê Tekîn gefan li min dixwe.’ Li ser vê yekê em jî li texsiyekê siwar bûn û me Meryema anî cem xwe. Piştre dîsa çû cem Tekîn. Meryema di roja yekşemê de ji Sêrtê derket. Di roja pêncşemê de jî min bihîst ku wefat kiriye. Di wê navberê de ez tenê carekê li ser telefonê pê re axivîm. Nexwe ez di nava rojê de gelek caran bi Meryemayê re diaxivîm. Piştî çûyî Norşînê qet li min negeriya.” 
 
'ŞANTAJ LI KEÇA MIN DIKIR’
 
Dayik Hasanoglû da zanîn ku keça wê di şeva jiyana xwe ji dest dayî saet derdora 01.00’ê li wê geriyaye û wiha got: “Li min geriyaye lê ez wê saetê razabûm û min nekarî telefonê vekim. Dema Meryema li cem me, peyameke Tekîn şandî min dît. Di wê peyamê de digot; ‘Heke dayik û bavê te wan wêneyan bibînin dê nekarin xwe li ber bigirin.’ Dema min ev peyame dîtî, min got Tekîn şantajê li Meryemayê dike. Meryemayê rojekê ji min re got ku Tekîn telefona duyemîn kiriye. Li gorî min ew wêneyên şantaj pê dikir di vê telefonê de ne.” 
 
'GEFA AVÊTINA JI PACÊ XWAR’
 
Dayik Hasanoglû da zanîn ku faîl gelek caran gefa avêtina ji pavê li keça wî xwariye û wiha pê de çû: “Meryemayê gotiye ku her cara nîqaş derdiket, Tekîn ew arasteyî pacê kiriye. Ev yek ji keça min T.’yê re vegot. Dema me û Meryemayê ji hev re peyam dişand, gotibû ku carnan Tekîn jî telefona wê bi kar tîne. Me di navbera xwe de şîfreyek diyar kiribû. Em nêzî 4-5 mehan bi awayekî şîfreyî axivîn.”
 
ROJNIVÎSKA WINDA LI KU YE?
 
Dayik Hasanoglû di îfadeya xwe de diyar kir ku keça wê her roj tiştên dijiyan li rojnivîska xwe nivîsandiye lê di dema lêgerîna malê de ev rojnivîsk û telefona duyemîn nehatine dîtin. Hasanoglû wiha domand: “Meryemayê li rojnivîska xwe dinivîsand. Li gorî min ew rojnivîsk li mala ew û Tekîn bi hev re dijiyan e.” 
 
FAÎL ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ DA 
 
Tekîn Çelîk ê ji ber sûcê “Arastayî întîharê kir” hatiye girtin jî li emniyetê îfadeyên binakok da. Faîl, got ku hewl daye Hasanoglû ji bo întîhar neke qaneh bike. Lê di îfadeyê duyemîn de got ku wî Hasanoglû qet nedîtiye û tenê dengê wê bihîstiye. 
 
Li hêla din hat zanîn ku derheqê Tekîn Çelîk de hêj jî îdianame nehatiye amadekirin. 
 
MA / Rûken Polat
 

Sernavên din

12/07/2024
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man