AMED - Nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr li cihê hat qetilkirin hat bibîranîn.
Nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8'ê Hezîrana 2992'yan de li Amedê hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin, Kolana Melik Ahmedê ya Sûrê hat bibîranîn.
Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû, Nûnerê DÎSK Basin Îş yê Amedê Hakki Boltan, rojnamevan û malbata Akdemîr beşdarî bîranînê bûn. Meşa bîranînê li serê kuçeyê dest pê kir û li cihê ku Akdemîr lê hat qetilkirin bi dawî bû.
Di bîranînê de Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû metna daxuyaniyê ya bi tirkî û edîtorê serwîsa kurdî yê MA'yê Fahrettîn Kiliç ya bi kurdî xwend.
Metna daxuyaniyê bi vî awayî ye:
"Çapemeniya Azad afirandina kevneşopiyeke ku li pey rastiyê ye û ji bo rastiyan bigihîne gel amadeye ku her cure bedelî bide. Kevneşopiyeke ku li dijî desthilatên hewl didin rastiya rojnameyên hatine girtin, avahiyên hatine bombekirin, belavkar û rojnamevanên hatine qetilkirin û windakirin veşêre, heqîqetê diqîre. Rojnamevanên kurd ku ji salên 1990’î û vir ve hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê avahiyên dewlet piştgiriya wan dikin ve hedef tên girtin, karê xwe dewam kirin.
Yek rojnamevanê wê demê hate qetilkirin jî nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Buroya Amedê Hafiz Akdemîr ê 27 salî bû. Akdemîr ê di Rojnameya Yenî Ulke ya heftane de dest bi nûçegihaniyê kir, piştî girtina rojnameyê li Buroya Rojnameya Ozgur Gundêm ya Amedê dest bi kar kir. Nûçeyên çalakiyên grevên birçîbûnê yên li avahiyên Partiya Kedê ya Gel (HEP), berxwedana karkerên li Tekelê, kesên ku îşkence li wan hate kirin an jî gundên wan hatin şewitandin çêkirin û ji raya giştî re ragihand.
Piştî ku Akdemîr bi nûçeyên xwe yên li ser Hîzbûlah û kontgerîlayan bal kişand ser xwe sibehekê noteke ku li ser “Pênûsa we tê bişikê, dora we ye” danîn ber deriyê rojnameyê. Akdemîr ê roja din di kontrola nasnameyê de bi gotina “Hay ji tiştên ku dinivîsî hebe” gef lê hate xwarin, dema di 8’ê hezîrana 1992’yan de diçû buroya rojnameyê li Kolana Hafiz Akdemîr a li ser Cadeya Melîk Ahmet ku niha navê wî lê hatiye kirin di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Di lêpirsîna têkildarî cînayetê hate destpêkirin de 8 salan tu pêşveçûn çênebû û cînayeta Akdemîr heşt salan weke “kiryarên ne diyar” ma. Piştî ku berpirsyarê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglû yê di salên 90’î de ji aliyê dewletê ve dihate bikaranîn di 17’ê çileya 2000’î de li vîlayeke li Beykoz a Stenbolê hate kuştin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Doza Sereke ya Hîzbûllahê ya ji 31 bersûcan pêk tê dest pê kir. Cînayeta Akdemîr, di nava 188 cînayetên bûn mijara vê dozê de cih girt. Bersûcê Hîzbûlahê Fûat Balca têkildarî cînayetê got ku wî bi xwe çavdêrî kiriye, Mahmût Kaya talîmata çalakiyê daye û çek bi dest xistiye û Cîhan Yildiz ê bi nasnavê “Huseyîn” tetîk kişandiye. Yildiz di sala 2008’an de ji aliyê Înterpolê ve li paytextê Vîyana ya Avûsturyayê hate girtin û anîn Tirkiyeyê û ji 11 cînayetên ku cînayeta Akdemîr jî di nav de berpirsyar hate girtin. Dadgehê di 20’ê mijdara 2009’an de li Balca û 15 bersûcan cezayê muebedê yê hefsê birî. Lê bêyî ku ji dosyaya çû 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryarek derkeve, di 1’ê çileya 2011’an de Qanûna Mûhakemeyên Cezayî (CMK) ket meriyetê. Di vê çarçoveyê de 12 bersûcên 10 salên wan tejî bûn bişert di 3’yê çileya 2011’an de hatin berdan. Bersûcê tetîkkêş Cîhan Yildiz ê bi nasnavê “Huseyîn” jî hate berdan. Hate diyarkirin ku Yildiz jî weke bersûcên din ên Hîzbûllahê reviyaye qampên rêxistinê yên derveyî welat."