MÊRDÎN - Fettah Erden di sala 1994’an de li Basayê tê binçavkirin û piştre tê windakirin û carek din xeber jê nayê girtin. Lêpirsîna ku têkildarî windakirina Erden de hat destpêkirin, bi parastina “min nebihîstiye û nayê bîra min” der barê leşkeran de bi biryara neşopandinê bi encam bû.
Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di salên 80-90’î de bi hezaran kes di binçavan de hatin kuştin û windakirin. Hê jî bi hezaran kes nehatine dîtin û aqûbeta der barê wan de nayê zanîn. Gelek dozên ku di destpêka salên 2000'î de der barê cînayetên "kiryar nediyar" ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin destpêkirin. Piştre ev kiryarên nediyar bi mikûrhatina leşker û polîsên wê demê re derketin holê lê doz û lêpirsîn di serdema AKP'ê de yek bi yek bi biryara dembihûrînê hatin girtin. Aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin bi plana "sirra dewletê" hatin veşartin. Kiryar bi mertalên bêcezakirinê hatin parastin û hê jî bersûc ango kujer tên parastin.
Fettah Erden ê ku di 20’ê nîsana 1994’an de li gundê Hêtma ya bi ser navçeya Basaya Şirnexê ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Hat zanîn ku lêpirsîna di sala 2009'an de ji bo aqûbeta Erden hatibû destpêkirin, bi biryara neşopandinê hatiye girtin.
PIŞTÎ 15 SALAN LÊPIRSÎN TÊ DESTPÊKIRIN
Gelek leşker bi ser gund re digirin. Leşker Fettah Erden di serdegirtina malê de dikin binavan û wî dibin Qereqola Cendirmeyan a Basayê. Erden bernadin. Li ser vê yekê malbata wî diçe midûriyeta polîsan û dibînin ku Erden di nava lepên leşkerên qereqolê Mehmet Karabela û Ertaç Onaldî ye. Malbat dixwaze bê berdan. Lê belê Erden nayê berdan. Piştî çend rojan pismamên wî Îsmaîl Erden û Ahmet Nevaf Sevgîn ên ku careke din çûn midûriyeta polîsan hatin agahdarkirin ku Erden hatiye berdan, lê ew careke din venegeriya malê. Malbata Erden ê ku 10 zarokên wî hene bi salan li benda vegera wî man. Ji ber gefan heta sala 2009'an nekaribûn hewldanek fermî bidin destpêkirin.
Di encama hewldan û serlêdanan de sala 2009’an têkildarî aqûbeta Erden lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de der barê gelek leşkeran de cuda cuda lêpirsîn hat destpêkirin. Fermandarê Komandoya Cendirmeyan a Basayê yê wê demê Ertaç Kiliç û serpel (tegmen) wê demê Mehmet Pehlîvan ketin ber lêpirsînê. Lê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê lêpirsînên der barê her du leşkeran de hatibû destpêkirin bi biryara “hwecedarî bi peyketinê-teqîbatê nîne” da girtin.
PARASTINA ‘WELAT-MILET’
Mehmet Pehlîvan ku der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin, di îfadeya xwe ya salên berê de îdia kiribû ku di navbera salên 1994-1995’an de dema li Qereqola Cendirmeyan a Basayê wezîfedar bû, tu kes binçav nekiriye, di dîrokên navborî de serdegirtina malan nekiriye û kesî nebiriye qereqolê. Pehlîvan di berdewama axavtina xwe de wiha îdia kiribû: “Min di çarçoveya peywira ku der barê bûyerên terorê yên di heyama navborî de hatibûn dayîn de peywira xwe bi cih anî. Di dema wezîfeya me ya li wir de tu muameleyên derqanûnî û çalakiyên me çênebûn. Ji bo yekparebûna welat û netewe û ji bo mayîndebûna-bekaya dewleta xwe me hewl da her erka ku ji me re hatiye, bi cih bînin."
BIRYARA NEŞOPANDINÊ
Derket holê ku dozgeriyê di 5’ê adara 2024’an de der barê Pehlîvan de gotiye ku delîlên hatine nîşandan têra sûc nake û biryara “neşopandinê, hwecedarî bi peyketinê-teqîbatê nîne” daye.
ÎDIA: NAYÊ BÎRA MIN!
Ertaç Kiliç jî di îfadeya xwe de îdia kiriye ku di ser wezîfeya wî ya li wir de 30 sal derbas bûye bûyer nayê bîra wî û wiha li îdiaya xwe zêde kiriye: “Bûyereke wiha nayê bîra min û min ne bihîstiye.”
Dozgeriyê der barê Kiliç de jî di 5’ê adara 2024’an de gotiye ku delîlên hatine nîşandan têra sûc nake û biryara “neşopandinê, hwecedarî bi peyketinê-teqîbatê nîne” daye.
MA / Ahmet Kanbal