STENBOL - Di mitînga li Stenbolê li dijî pêşnûme qanûna rê li ber qetilkirina heywanen li kolanan vedike hate lidarxistin de hate xwestin ku qanûn bi paş ve were kişandin û hate destnîşankirin ku qetilkirin ne çareserî ye.
Parazvanên mafên mirovan li dijî pêşnûma qanûn pêşiyê li ber qetilkirina heywanên li kolanan vedikev li Yenîkapi ya Stenbolê bi dirûşma “Ji bo heywanan, jin, zarok û xwezayê edalet” mitîng li dar xist. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û hiqûqê û gelek parazvanên mafên heywanan ên ji bajarên cuda hatin tev li mitîngê bûn. Balkêş bû ku di mitîngê de jin û zarok zêde bûn. Di mitînga ku dowîzên “Ne razîne, qisirke bide jiyîn” , “Qanûn can didin can nagirin” , “Li vê cîhanê em jî hene” , “Dixwazim bijîm” , “Mafê her zindî yê jiyanê heye” û “Ji heywanan re edalet” hatin hilgirtin de dirûşmeyên “Ji mirovan, heywanan û rûyê dinyayê re azadî” , “Bila destên li mezlûman rabin bişikên” , “Ji îşkence û zilmê re na” , “Heq hiqûq û edalet” û “Em ê bi yekbûnê serkevin” hatin berzkirin.
QETILKIRIN NE ÇARESERÎ YE
Cîgira Serokê Federasyona Parastina Mafên Heywanan Jale Îyem a ewilî axivî, destnîşan kir ku destûr nadin ku heywan bên qetilkirin û got: “Qetilkirina heywanan û hemû zindiyan ne rêyên çareseriyê ne. Çima şûna qisirkirina heywanan hûn plana kuştinê dikin? Heywanhez ji bo heywanan biparêzin tişta ji destê wan bê dê bikin. Heke 20 sal in li gorî qanûna bi hejmara 5199’an tevgeriyabûna niha em li vir nedibûn. Em ê hemû zindiyan biparêzin.”
‘BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ’
Bijîjka Veterîner Zehra Senem Karsli ya pişt re di mitîngê de axivî jî diyar kir ku 28 sal in ji bo heywanên li kolanan xebatan dimeşîne û wiha got: “Yekane tişta pêdiviya vî welatî pê heye edalet e.” Karsli destnîşan kir ku ji bo hemû zindiyan edaletê dixwazin û wiha domand: “Edalet ji bo jinan, zarokan û her zindî pêwîst e. Em çima qetilkirinê weke çareserî dibînin. Hin mirovan bi derfetên xwe heywan xwedîkirin û qisirkirin. Ev rastî ne tenê berpirsyartiya me berpirsyartiya dewletê ye.”
Mitînga ku bi axaftinên parazvanên mafên mirovan, rêxistinên jinan û kesên têkoşîna edaletê didin berdewam kir, piştî axaftinan bi dawî bû.