NAVENDA NÛÇEYAN - Li 3 navçe û 4 bajarokên ku YSK’ê biryara dubarekirina hilbijartinan dabû, dengdayîn bi dawî bû.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo 3 navçe û 4 bajarokan biryara dubarekirina hilbijartinan dabû. Hilbijêrên van navendan îro dîsa çûn ser sindoqan. Li navçeyên Curnê Reş a Rihayê, Pinarbaşi ya Kayseriyê û Guzelyurt a Aksarayê û li bajarokên Guneykaya ya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran a Luleburgaz a Kirklareliyê, Perî ya Mazgêrt a Dêrsimê û Saglik a Aksarayê dengdayîn ji saet 17.00’ê ve bi dawî bû. Piştî bidawîbûna hilbijartinê, hejmartina dengan dest pê kir.
Qedexeya têkildarî hilbijartinan dê heta saet 21.00’ê bidome.
ENCAMÊN 31’Ê ADARÊ
Kayserî / Pinarbaşi: CHP 5 hezar û 82 deng, MHP 4 hezar û 758 deng
Riha/Curnê Reş: DEM Partî 6 hezar û 960 deng, AKP 6 hezar û 439, Partiya Yenîden Refahê 3 hezar û 935 deng
Aksaray/Guzelyurt: Partiya Îyî 549 deng, AKP 548 deng, MHP 537 deng
Sêwas Yildizelî/Guneykaya: MHP: 333 deng, Partiya Yenîden Refahê 158 deng, AKP 149 deng
Kirklareli Luleburgaz/Buyukkariştiran: DSP 2 hezar 59 û deng, CHP 2 hezar û 57 deng
Dêrsim/Perî: CHP 471 deng, AKP 467 deng, DEM Partî 274 deng
Aksaray/Saglik: MHP 763 deng, AKP 762 deng