‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’

  • rojane
  • 10:52 31 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Perwerdekar Duygu Ozbay têkildarî armanc û xetereyên ku dê Modêla Maarîfê ya Sedsala Tirkiyeyê bi xwe re bîne axivî. Ozbay, ji dersên di mufredatê de mînak da û got: “Ev mufredat, bernameyeke navendîparêz e û îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê.”
 
Reşnivîsa mufredata pewerdeyê ya nû ku bi navê “Modêla Maarîf a Sedsala Tirkiyeyê” tê binavkirin, di 26’ê nîsanê de bi raya giştî re hate parvekirin û ji wê rojê ve rastî bertekan tê. Reşnivîs ji 10’ê gulanê ve hatiye sekinandin û heta niha 67 hezar û 284 nêrîn û pêşniyar ji bo wê hatine kirin. Wezaret dibêje ku pêşniyar û nêrîn her roj bi Serokatiya Lijneya Hîndekarî û Perwerdeyê re tê parvekirin lê belê di serî de Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), gelek saziyên civaka sivîl û sendîka dibêjin ku li wan nehatiye guhdarîkirin. Mufredat ji hêla Serokatiya Hîndekarî û Perwerdeyê ve hate erêkirin û piştre jî Wezîrê Perwerdeyê Yûsût Tekîn erê kir. Bi vê yekê re mufredata nû li ser "https://mufredat.meb.gov.tr" ji gel re hate vekirin. Mufredata nû di serdema perwerde-hîndekariyê ya nû de dê ji pêşdibistanê heta dibistanên seretayî ya pola yekemîn, dibistana navîn a pola 5’emîn û di dibistana amadehiyê di pola 9’emîn de bikeve meriyetê. 
 
Perwerdekarên ku dibêjin bi vê mufredatê re dê civak sedsalan paş bikeve, bertekên xwe nîşan didin. Komeleya Piştevaniya bi Jiyana Hemdem re (ÇYDD) ji bo betalkirina modêla nû serî li Dadgeha Kargeriya Bilind da. 
 
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê têkildarî mufredata nû ji ajansa me re axivî. 
 
Perwerdekar Duygu Ozbay
 
Ozbay, anî ziman ku dema mufredata nû dihat amadekirin diviyabû nêrîna temamiya pêkhateyan bihata guhdarîkrin. Ozbay, wiha domand: “Lê li gorî proseduran tevnegeriyane. Ji bilî Wezareta Perwerdeyê û Egîtîm Bîr Sen’ê tu kes xwedî lê derneket. Di mufredatê de du feraset hene; ya yekemîn bîrdozî, muehfezekerî ye. Anku îdeolojiya îktîdara siyasî radixe ber çavan. A din jî piştgiriyê dide neolîberalîzmê, wê xurt dike û xwendekaran ji bo sermayeyê weke ‘karker’ digihîne. Diviyabû pirsa xwe ji tevahiya pêkhateyên perwerdeyê bikirana û wisa amade bikirana. Lewma jî ev mufredat mufredateke navendparêz e. Ev mufredat zêdetirî 19 milyon xwendekaran û milyonek û nîv kedkarên perwerdeyê dike. Anku tevahiya civakê eleqedar dike. Divê sendîka, nûnerên xwendekaran, rêxistinên civaka sivîl û komeleyên malbatan jî li ser maseyê bûna.” 
 
'DIVIYABÛ RÊXISTINÊN EKOLOJIYÊ LI SER MASEYÊ BÛNA’ 
 
Ozbay, got ku divê ev mufredat ne tenê li ser nirxên însanî pêş biketa û ev tişt anî ziman: “Diviya krîza avhewayê esas bihata girtin û ji bo vê jî diviya nûnerên ekolojiyê, yên mafên mirovan jî li ser maseyê bûna. Mufredat li pişt deriyan bi veşarî hate îmzekirin û tenê hefteyek dem hate dayîn. Tevî vê jî me lêkolîn kir, rexneyên xwe kirin. Di demeke ku jiyan diherike de diyarkirina modêleke wiha ku mirovan paşve dibe, rast nîne.” 
 
MILYONEK ZAROKÊN KEÇ NIKARIN SÛDÊ JI PERWERDEYÊ BIGIRIN 
 
Ozbay, ders û mijarên di mufredatê de û ji hêla zarokên keç ve nirxand. Ozbay, wiha got: “Li gorî daneyên Egîtîm Senê nêzî milyonek zarokên keç nikarin ji perwerdeyê sûd bigirin. Wezareta Perwedeyê têkildarî van zarokan daneyan parve nake. Em nizanin ev zarok niha çi dikin. Îktîdara AKP-MHP’ê di salên dawî de hewl didin di qada cemaweriyê de newekheviya zayendî mezintir bikin. Ev mufredat jî li gorî vê daxwazê hatiye amadekirin. Em dizanin ku nirxên netewe dewlet anku patriyarka nîşan dide ew e ku zarokên keç di nava malê de bigire, li qadekî teng bigire û cihêkariyê li dijî wan dike. Ev nirx dikin ku zarokên keç di qada perwerdeyê nexuyayî bin. Lewma dibistan ji bo wan nabin qadên civakîbûnê. Bi darê zorê dizewicînin.” 
 
DI DERSA MAFÊN MIROVAN Û DEMOKRASIYÊ DE MIJARA ‘YEKPARETIYA MALBATÊ’
 
Ozbay, ji hinek dersên di mufredatê de mînak da û wiha got: “Di dersa ‘Mafên Mirovan û Demokrasiyê’ de, di beşa sernavê ‘Yekparetiya malbatê û rayeya teserûfê’ de dê perwerdeyên cuda bidin zarokan. Dayîna vê mijarê biaqilî vala ye. Heke hûn beriya nirxandina malbateke demokratîk vê dersê bidin zarokan, wê demê hûn ji zarokan re dibêjin di nava civaka patriyarkal de teserûfa rayeyê di destê zilam de ye û zaroka keç di asta duyemîn de dihêlî. Li gorî me ev beş, beşekî xetere ye. Ji ber ku zarokên keç weke kesên divê di qadeke taybet de bimînin, yên malê paqij dikin, xwarinê çêdikin û ji sexbêra malê berpirsyar tên nîşandan.” 
 
QALA AZADIYÊN GERDÛNÎ NEHATIYE KIRIN 
 
Ozbay, daxuyand ku tevî navê dersê “Mafên Mirovan û Demokrasî” ye jî qala azadiyên gerdûnî nehatiye kirin. Bi domdarî Ozbay destnîşan kir ku hatiye vegotin bê ka divê azadî çima bên bisînorkirin û wiha pê de çû: “Dema azadî hatin bisînorkirin, zarokên keç hem li qada cemaweriyê hem jî di ya taybet de ji mafên xwe bêpar dimînin. Di qada cemaweriyê de weke beşa civakê ya ewil a divê ji mafê xwe yê perwerdeyê feraxat bike tê nîşandan. Ev zîhniyet jinûve tê afirandin. Weke mînak; dersa ‘Perwerdeya Nirxan, Nirxê Sebrê’ dersekî xetere ye. Ji ber ku zarok wisa hîn dikin ku dema di nava malê de rastî tundiyê hat sebir bike û bêdeng bibe. Bi taybetî jî di nava yekparetiya malbatê de. Zarokên keç ên di her qadên jiyanê de divê bêdeng bimînin û sebir bikin digihînin. Her wiha dê bi vê dersê newekheviya zayendî bêhtir kûr bibe. Hêj pirtûk nehatine çapkirin lê dema hatin çapkirin, em ê bi asta xerereyan re rû bi rû bimînin.” 
 
DI DERSA FELSEFEYÊ DE JIN TUNE NE!
 
Di berdewamê de Ozbay got ku yek ji dersa herî zêde balê dikişîne jî dersa Felsefeyê ye. Ozbay, da zanîn ku di vê dersê de cih nedane tu zanyar an jî felsefevanên jin. Ozbay, wiha derbirî: “Anku binhişeke weke ‘jin nikare bifikire, zarokên keç nafikirin’ biafirînin. Di vê dersê de taybetiya zanabûnê dîsa dane mêr. Li hêla din cih nedane krîza avhewayê û mufredateke ekolojîk nîne. Tenê bi peyvên xemilî qala ‘domdarbûnê’ kirine. Divê mufredat mufredateke ekolojîk bûya.” 
 
PERGALA PERWERDEYÊ TUNDIYÊ ÇAWA DIAFIRÎNE? 
 
Ozbay, bal kişand ser bandora pergala perwerdeyê ya li ser civakê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eşkereye ku polîtîkayên yekperest ên perwerdeyê yên heyî li welêt rê li ber pirsgirêkan vedike. Mamosteyek ji hêla xwendekarê ve xwe hate kuştin. Em nikarin vê bûyerê weke bûyereke munferît bibînin. Ev pêla tundiyê ji ber xwe ve çênabe. Îro li vî welatî kesek bi tena serê xwe gotinan ava dike. Gotinên cihêkar, yên jinan tune dihesibînin. Ev jî dike ku asta tundiyê zêdetir bibe. 
 
Em dizanin ku netewe dewlet, her tim li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Perwerdeyê jî ji bo vê armancê bi kar tîne. Hewl didin li ser yekperestiyê civakeke yekreng ava bikin. Gelo di vê rewşê de civak, gel û baweriyên cuda dê xwe çawa bînin ziman? Xwendekar dê xwe çawa vebêjin. Dibistan jî qadên hatine gel hev a gelek çand, netewe û baweriyên cuda ye. Heke hûn yekperestiyê ferz bikin, ev yek bi xwe re tundiyê diafirîne.”
 
PROJEYA ÇEDES Û MESEM’Ê 
 
Ozbay, bal kişand ser projeya “Ez Ji Bo Hawirdora Xwe Bihestiyar im û Xwedî li Nirxên Xwe Derdikevim (ÇEDES)” ku di navbera wezaretan de hate îmzekirin û “Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM)” û axaftina xwe wiha qedand: “Bi ÇEDES’ê hewl didin olperestiyê pêş bixin û MESEM jî projeya piyasekirinê ye. Divê perwerde ji kodên neteweperestî, kevneperestî û zayenperestiyê dûr û bi feraseta wekheviyê bê dayîn. Divê perwerde li vir aliyek be lê ne aliyê îdeolojiya siyasî. Divê bibe aliyê pêdiviyên civakê. Em jî ji bo vê têdikoşin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel 
 

Sernavên din

01/06/2024
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
31/05/2024
19:11 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê
18:01 Ji bo zaroka ku di çem de wer bû lêgerîn hat destpêkirin
16:47 Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da
16:22 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:19 DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin
16:00 Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e
15:47 Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin
15:26 Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine
15:10 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
14:43 Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin
13:52 Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne