ENQERE - Girtiya bi navê Ayşe Topçû diyar kir ku ew ji bo azaidiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û banga berfirehkirina têkoşînê li raya giştî kir.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn.
Girtiyan bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtî niha li girtîgehan çalakiya xwe ya boykotkirina derketina dadgehan, hevdîtina malbatan û telefonan pêk tînin.
Ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê Ayşe Topçû têkildarî çalakiyê nameyeke ji ajansa me re şand.
Topçû bi bîr xist ku 25 sal in Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û got: “Me ne bihîstiye û ne dîtiye ku li tu cihekî dinyayê tecrîdek wiha girankirî heye. Feylesofê û rêberê sedsalê birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên giran de tê ragirtin. Sedemê tecrîdkirinê jî astengkirina paradîgmaya birêz Ocalan e.”
ISRARA POLÎTÎKAYA DEWAMKIRINA DÎLGIRTINÊ
Topçû bal kişand ser astengkirina hevdîtina li gel Ocalan û got: “39 meh in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Mesela divê hevalê me Veysî Aktaş cezayê xwe qedandiye, divê were berdan lê cezayê wî salek dirêj kirin. Bi awayek kêfî dirêj dikin. Ev jî nîşan dide ku mesele dema dibe girtiyên kurd, hiqûqê ji holê radikin. Ev jî polîtîkaya hikûmetê ya bi israrkirina dîlgirtina girtiyên kurd e.”
‘ÇARESERÎ BI AZADIYA OCALAN MIMKÛN E’
Topçû da zanîn ku gelê kurd û dostên xwe bi salane dixwazin tecrîd rabe û azadiya Ocalan pêk were û got: “Ji bo hemû krîzên li Tirkiyeyê bên çareserkirin hewcedarî bi azadiya Ocalan û demokratîkkirina Tirkiyeyê heye. Çareserî bi azadiya Ocalan dikare pêk were. Ji bo demokrasî û azadiyê gelek pêşniyarên birêz Ocalan hene lê hikûmet çav û guhê xwe ji van re girtiye. Hikumet hebûn û îradeya kurdan tune dihesibîne. Lê divê ev baş bê zanîn kes nikare îradeya gel û nirxên gel tune bihesibîne.”
CEZAYÊN KÊFÎ
Topçû destnîşan kir ku li ser hemû girtiyên siyasî yên kurd, pergala tecrîda li Girava Îmraliyê tê sepandin û got: “Em girtiyên siyasî bi her cûre cezayên dizîplînê û muameleyên xerab re rû bi rû dimînin. Em girtiyên siyasî di şertên wisa de dijîn. Her tişt bêhiqûqî li dijî girtiyan tê kirin. Lê tiştek heye; ala berxwedana girtiyên kurd e. Wê ev ala berxwedanê heta birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe û heta pirsgirêka kurd bê çareserkirin dê ba bibe.”
‘EM HÊZA XWE JI TÊKOŞÎNA XWE DIGIRIN’
Topçû anî ziman ku ew moral û motivasyona xwe ji xet û baweriya têkoşîna xwe digirin û got: “Em moral û hêza xwe ji berxwedana biezamet a birêz Ocalan û têkoşîna gelê xwe digirin. Ev çalakiya me daxwaz dike ku tavilê birêz Ocalan ku temînatê aştiyê ye bigihîje azadiya xwe û pirsgirêka kurd bê çareserkirin.”
BANGA BERFIREHKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Topçû têkildarî çalakiyê ev bang kir: “Em ji vir bangî malbatên xwe yên hêja û gelê me yê qedirbilind û gelên cîhanê dikin; divê em bêtir agirê azadiyê gûr bikin. Divê ji zilm û îşkenceya li gelê kurd tê kirin re bêjin bes e û serî li ber rakin. Pirsgirêk a me hemûyan e. Pirsgirêk tenê ne pirsgirêka malbatên ku bedel dane ye. Pirsgirêk ya gelê me ye. Tenê dilê malbat û dayikên me naşawite, dilê her kesî wê bişewite. Lewma ji malatên me yên hêja, ji xwişk û birayên me, dost û hevrêyên me yên xwedî hişmendî û bi wîjdan daxwaziya mine w e; têkoşînê berfireh bikin û derdora xwe bi rêxistin bikin. Ez carek din silav û hezkirinên xwe dişînim û dibêjim dem dema azadiyê ye.”