STENBOL - Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku nûçeyên wê yên têkildarî tecrîda li Îmraliyê kirin sedema binçavkirin û girtina wê wiha got: “Li gorî mewzûatê mafên Abdullah Ocalan hene. Nedayîna van li dijî hiqûqê ye, ji ber vê yekê weke rojnamevanekê ragihandina vê rewşê ya ji civakê re ne sûc e.”
Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbol bû de di 26’ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin û girtin, di 21’ê gulanê de hatin berdan. Her sê rojnamevan ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi şertê kontrola edlî yê weke “qedexeya derketina derveyî welat” û “terknekirina cihê lê dijî” ji girtîgehê derket.
Rojnamevan Esra Solîn Dal a nêzî 25 rojan di hucreya yek kesî de hate ragirtin têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgeha lê dihate ragirtin pê re rû bi rû ma û pêvajoya zext, binçavkirin û girtinê ya li dijî rojnamevanan axivî.
‘ZEXT BI AKP’Ê RE ZÊDE BÛN’
Dal, diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li dijî Çapemeniya Azad demekî dirêj e didomin û îşaret kir ku ev rewş di serdema desthilata AKP’ê de zêdetir bûne. Dal, bal kişand ku di asta hatinê de nûçeyên çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên xwe kirine jî bi krîmînalîzekirinê bûne sûc û got: “Ez û hevalên min ên din ên rojnamevan di 23’yê nîsanê de bi serdegirtina malê hatin binçavkirin û di vê pêvajoyê de bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû man. Dest danîn ser telefon û cihazên me yên din, nehiştin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, ji bo dosyaya me biryara veşartinê dan. Bêyî ku bizanin ka bi çi tên sûcdarkirin çar rojan di bin çavan de man. Piştî çar rojan me derfetê ku em bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin dîtin lê di vê pêvajoyê de bi hin mûameleyên xerab re rû bi rû man.”
PÊKANÎNA KU LI MIDÛRIYETA POLÎSAN PÊ RE RÛ BI RÛ MAN
Dal a qala serpêhatiyên xwe yên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê kir, wiha domand: “Dema ez ji wesayîtê peya kirim, hewl dan serê min bi darê zorê çemînin û ev rewş bi kamerayê qeyd kirin. Di dema ez nezaretê mam de xwestin ku ez bêyî parêzer îfadeyê bidim. Dema min got heta ku parêzerê min nebe ez îfadeyê nadim jî rewşa min weke ‘helwesteke rêxistinî’ nirxandin û ji ber vê yekê hedef hatim nîşandan. Piştî roja duyemîn ji hevalên xwe yên di bin çavan de hatim îzolekirin, dema ez birim nexweşxaneyê ji hev cuda hatim birin, herî dawî ez birim hevdîtina bi parêzer re û heta silavdayîna hevalên min jî hate astengkirin.”
‘NIVÎSANDINA TECRÎDÊ NE SÛC E’
Dal, anî ziman ku naveroka dosyayê jî ji dozgeriyê hîn bûye û bi lêv kir ku gelek sûcdariyên li wê hatin kirin nûçeyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêkirine ne. Dal, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ez heft sal in rojnamevaniyê dikim û heta niha bi hezaran nûçe çêkirin. Lê ji ber ku 64 nûçeyên min têkildarî tecrîdê ne xistin nava dosyayê. Dozger pirsên weke ev nûçe ji ber çi çêkirine, armanca çêkirina wan çiye, serenavên wan min nivîsîne an na pirsî. Ev pirs pirsên ku divê ji rojnamevanekî neyên pirsîn in. Her wiha ji ber nûçeyên têkildarî jinan û daxuyaniyên çapemeniyê yên rêxistinên jinan şopandine jî ez dihatim sûcdarkirin. Pirsên weke daxuyanî çima şopandin û rêxistinên jinan ji ku nas dikim jî hatin pirsîn. Niha gelek pirsgirêkên ku li girtîgehan diqewimin hene. Ev pirsgirêk, ji ber ji aliyê medyaya hawiz ve nayên nivîsandin tê xwestin ku Çapemeniya Azad an jî çapemeniya mûxalîf bi ‘terorîzekirinê’ werin bêdengkirin. Ne tenê li ser çapemeniyê li ser tevahiya civakê zexteke mezin heye. Mirov ji ber twîtek parvekirine dikarin bi salan li girtîgehê bên ragirtin. Polîtîkaya zext û bêdengkirinê ya li ser rojnamevanan di heman demê de li ser mafê agahînegirtina civakê ye. Mijara tecrîdê parçeyek ji vê ye. Abdullah Ocalan, hemwelatiyekî Tirkiyeyê ye û li gorî mewzûatê mafên wî hene. Nedayîna van mafên wî li dijî hiqûqa Tirkiyeyê ne. Weke rojnamevanekê ragihandina vê rewşê ya li civakê ne sûc e.”
‘LI DIJÎ ÇAPEMENIYA KURD ZEXTEKE TAYBET HEYE’
Dal, anî ziman ku ji ber pirsgirêka kurd li ser çapemeniya kurd zexteke taybet heye û wiha domand: “Tê xwestin ku derxistina holê ya çapemeniya kurd a sûc û binpêkirinên mafan ên li herêmê tên kirin were astengkirin. Helbet derxistina holê ya bûyeran, ragihandina raya giştî û pirsîna hesabê dewlet û desthilat aciz kirine. Ji ber vê yekê zexteke taybet heye. Heke rojnamevan bên bêdengkirin dê civak jî bêdeng bibe. Rojnamevan kesên ku agahiyê ji civakê re radigihînin. Tê xwestin ku di kesayeta rojnamevanan de civak were bêdengkirin.”
‘EZ RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ YA KU MIN DINIVÎSAND HATIM’
Dal, anî ziman ku rastî binpêkirinên mafan ên di nûçeyên têkildarî girtiyan de çêkirine hatiye û diyar kir ku bi vî awayî bûye rastiya nûçeyên xwe. Dal, serpêhatiya xwe ya li girtîgehê jî wiha vegot: “Me lêgerîna tazî bi dehan caran di nûçeyên xwe de nivîsî, me got ku ev yek binpêkirineke maf e. Lê ez bi xwe rast hatim. Tevî ku min îtîraz kir jî ez bi xwe du caran rastî lêgerîna tazî hatim. Divê tu rojnamevan an jî mirov rastî vê yekê neyên. Lêgerîna tazî weke zexteke psîkolojîk bi armanca bêvînkirinê tê kirin. Divê teqez li dijî derkevin û qebûl nekin. Ev sûceke û divê weke sûcekê were nirxandin. Zexta psîkolojîk a li girtîgehê bi lêgerîna tazî ne bi sînor e. Hûn nikarin bi tu awayî dengê xwe ji rêveberiyê re ragihînin. Dîsa gotina ji hucreyê re ‘ode’, ji derî re ‘mazgal’ ji cihê hewadariyê re ‘baxçe’ zexta psîkolojîk radixe ber çavan. Li girtîgehê her tişt tê manîpulekirin. Bi rastî her tişt hatiye fikîrîn û bi temamî li ser psîkolojiya mirovan e.”
‘BANDA MEZINKIRINA PIŞTEVANIYÊ’
Dal, bal kişand ku êrişên fizîkî yên salên 1990’î yên li dijî rojnamevanan, bi desthialta AKP’ê veguheriye êrişeke psîkolojîk û destnîşan kir ku divê li dijî ve piştevanî were mezinkirin. Dal axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev zextên wiha ji bo karê rojnamevanan were zehmetkirin û li dijî bêdengkirina Çapemeniya Azad e. Tiştên em dijîn, nîşan dide ku li Tirkiyeyê çapemeniya azad û binpêkirinên mafên mirovan gihiştiye asteke cidî. Lê Çapemeniya Azad ji avakirina xwe ve tu car dest ji nivîsandina heqîqetê bernedaye. Her tim rastî nivîsand û niha jî dinivîse. Ez spasiyên xwe pêşkeşî rojnamevan, rêxistinên mafan û saziyên sivîl ên civakî ku bûn piştevan dikim. Wisa xuya dike ku ev polîtîkayên zextê dê berdewam bikin, ji ber wê yekê em piştevaniyê mezin bikin.”