TUAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin

  • rojane
  • 15:52 26 Gulan 2024
  • |
img
AMED - TUAY-DER’ê 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di peyamên kongreyê de banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.
 
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li avahiyeke navçeya Sûr a Amedê bi tevlibûna sedan kesan 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Ji girtiyên jin re azadî” û “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” hatin daliqandin. Hevserokên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Eylem Bîrtane û Kerem Canpolat, Hevserokên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) Semîre Akkoç û Mehmet Emîn Kiliç, Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça, rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û navçeyên wê, dayikên Nobeta Edaletê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl tev li kongreyê bûn.
 
‘ÇALAKIYA LI GIRTÎGEHAN DI HEMAN DEMÊ DE JI BO ME REXNEYEK E’
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di kongreyê de axivî û ji ewil bal kişand ser welatiyê bi navê Mehmet Yildirim ê li navçeya Liceyê hatibû qetilkirin û ev yek şermezar kir. Bi domdarî Canpolat behsa tekoşîna li zindanan jî kir û diyar kir ku girtiyên siyasî ji bo pêşeroja wan li ber xwe didin û divê ew jî li wan xwedî derbikevin. Canpolat, da zanîn ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tu agahiyan nagirin û çalakiyên li welat û derveyî welat tên lidarxistin bi bîr xist û anî ziman ku çalakiya li girtîgehan ji bo wan tevan rexneyek e. Canpolat, banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir. 
 
‘DENG BIDIN ME’
 
Ji dayikên di çalakiya Nobeta Edaletê de Edalet Afîfe Kartal jî diyar kir ku divê ew bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin. Kartal, got ku divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û wiha pê de çû: “Heta dawiya xwîna xwe em ê li dû doza zarokên xwe bin. Em tevek di tecrîdê de ne û divê em xwedî li çalakiyan derkevin. Xwedî li zindanan derbikevin da ku darbest jê dernekevin.” 
 
DÊ DI 9’Ê HEZÎRANÊ DE BI MALBATAN RE BICIVIN
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî beşdar, Abdullah Ocalan û hemû girtî silav kir û got dê xwedî li keda girtiyan derkevin. Kiliç, da zanîn ku dê di 9’ê hezîranê de li Eywana Dawetan a Kaplan City ya li navçeya Peyasê bi malbatên girtiyan re bicivin û banga tevlibûnê kir. 
 
‘GELÊ KURD HATIYE TECRÎDKIRIN’
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat jî hêvî kir ku kongre bibe wesîleya azadî û aştiyê. Polat, daxuyand ku ji dîroka komarê ve girtîgeh her tim cihê pirsgirêkan bûn û got ku divê têkoşîna li dijî vê were mezinkirin. Polat, bi lêv kir ku gelê kurd îro tecrîdkirî ye û wiha derbirî: “Gel li dijî vê li ber xwe dide. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan tê rakirin dê têkoşîna me û girtîgehan bidome.”
 
‘GELÊ KURD DÊ BI TIFAQA XWE SERBIKEVE’
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî qetilkirina Yildirim şermezar kir û berxwedana li zindanan silavk ir. Yaray, got ku kurd di qonaxa serkeftinê de ne û ev yek jî bi tifaqê pêkan e. Yaray, anî ziman ku divê her kes xwedî li girtiyan derkeve, divê tecrîd were rakirin, dengê girtiyan li cihanê bê belavkirin û banga mezinkirina têkoşînê kir. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya beşên civakê dike. 
 
Piştî axaftinan raporên xebatan hatin xwendin û rêveberiya nû hate diyarkirin. 
 
Yeter Eren Tuna, Cîhan çîçeklî, Azad kaya, Încî Guler Altindal, Nerîman Aydin, Eşref Yaşa, Mizbah Mûnar, Nûriye Kaya, Şaban Yegîn, Mehmet Ayder, Ferhat Koçeroglû, Huseyîn Okkan, Remziye Odungît, Alî Riza Kiyar, Osman Bulent Guler û Bekir Aydin weke rêveberiya nû hatin hilbijartin. 
 
Hevserokên nû dê di rojên pêşde ji hêla rêveberiya nû ve bên ragihandin. 
 
Kongre bi silavdayîna rêveberiya nû bi dawî bû.
 

Sernavên din

30/05/2024
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan