Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin

  • rojane
  • 12:12 24 Nîsan 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên ji ber binçavkirin û zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad daxuyanî hatin dayîn û hat gotin ku astengkirina rojnamegeriyê sûc e. 

Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê de 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin û li Belçîkayê jî polîsan bi ser studyoyên Stêrtk TV û Medya Haber TV’yê de girtin. Binçavkirin û zextên li ser Çapemeniya Azad li gelek bajaran hatin protestokirin. 
 
STENBOL
 
DÎSK Basin-Îş’ê li avahiya sendîkayê ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Rojnameger Nezahat Dogan di daxuyaniyê de anî ziman ku îktîdara siyasî hewl dide çapemeniyê îllegalîze bike. Dogan, diyar kir ku îktîdarê piştî operasyonên derveyî sînor zextên xwe giran kiriye û got: “Li vir li dijî weşangerî, rojnameger û heqîqetê êriş hatiye kirin. Di serî de jî xebatkarên Çapemeniya Azad û çapemeniya kurd hedef tê girtin. Rojnamegerî sûc nîne. Çapeeniya Azad dê her hebe.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî jî got ku êrişa dawî girêdana xwe bi serdana Iraqê û polîtîkayên şer heye. Sakî, anî ziman ku îktîdar ji bo qutkirina dengê rastiyê van operasyonan dike.  Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr jî got ku îktîdar her tim “dijminatiyê” li rojnamegeran dike.
 
Ji rêveberên DÎSK Basin-Îş’ê Îzel Sezer jî bi bîr xist ku rojnameger ji ber lêpirsîneke 2 sal berê hatine binçavkirin. Ji bo serdegirtina stûdyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê jî Sezer anî ziman ku eleqeya xwe bi amadekariyên şer re heye. Sezer, wiha bi dawî kir: “Ev yek jî rastiya ‘di şer de ji ewil rastî tên kuştin e.’ Hedefgirtina saziyên çapemeniyê yên kurd ên li Ewropayê, bi xwe re talûkeyê tîne. Ewropa bi xwe normên azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê binpê dike. Astengkirina rojnamegeriyê sûc e. Rojnamegerî sûc nîne. Divê rojnamegerên binçavkirî tavilê bên berdan.”
 
ŞIRNEX 
 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê jî bi heman boneyê daxuyanî da û binçavkirina rojnamegeran protesto kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de ji ewil rêveberê DEM Partiyê yê Bajar Cîhat Basan axivî û wiha got: “Em îktîdara ku polîtîkaya înkar û şer dimeşîne hişyar dikin; ji ber dijminatiya li kurdan,  çavkaniyên Tirkiyeyê pêşkeşî hêzên herêmî û navneteweyî nekin. Rê û rêbazên we îflas kirine. Divê ev êriş tavilê bên sekinandin. Dê piştevaniya me ya bi çapemeniya azad û muxalîf re bidome.” 
 
Parlamenter Aslan jî daxuyand ku kedkarên Çapemeniya Azad deng û rengê civakê nîşan didin. Aslan, wiha domand: “Bi êrişên ser çapemeniyê re dixwazin dengê civakê qut bikin. Çapemeniya Azad bi bedelên giran xwe gihand îro. Êrişa li dijî çapemeniyê, êrişa li dijî jiyana demokratîk e. Weke gelê kurd em tenê êrişeke li ser çapemeniyê nabînin. Li dijî her kesên dijî dagirkeriyê derdikevin hate kirin.”
 
ÎZMÎR
 
 
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Îzmîrê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad rûmeta me ye, bila polîtîkayên şerê taybet bi dawî bibin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut di daxuyaniyê de got ku îktîdar hewl dide çapemeniyeke li gorî daxwaza xwe ava bike. Karabulut, xwest ku rojnamegerên binçavkirî tavilê bên berdan. 
 
EDENE
 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da û bertek nîşanî êrişan da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Helîn Kaya di daxuyaniyê de got ku êrişa li dijî Çapemeniya Azad, destpêka konsepteke nû ye. Kaya, binçavkirina rojnamegeran û serdegirtina stûdyoyên TV’an şermezar kir û got: “Hemû rê û rêbazên we têk çûne. Dê polîtîkayên we yên şer, amadekariyên we yên şer û hewldanên we yên ji bo bêdengkirina çapemeniya kurd tenê bi Tirkiyeyê bidin windakirin. Tavilê dev ji vê êrişkariyê berdin. Dê aqûbeta we jî ya yên din cuda nebe.”
 

Sernavên din

20/05/2024
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da