Leyla Zana: Roj roja berxwedanê ye

  • rojane
  • 16:03 3 Nîsan 2024
  • |
img
WAN - Siyasetmedara kurd Leyla Zana li Wanê bangî deh hezaran kesên tev li çalakiya protestoyê bûn kir û wiha got: “Roj roja berxwedanê ye. Em vê zilm û derhiqûqtiya li we hatiye kirin qebûl nakin. Tu kes nikare wiha sivik nêzî îradeya gelê kurd bibe.” 
 
Prosteyên ji ber nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî hatine destpêkirin didomin. Bi deh hezaran kes li Parka Feqiyê Teyran hatin gel hev. 
 
DEMÎRTAŞ: EM BI XELKÊ WANÊ SERBILIND IN 
 
Piştî axaftinên Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Başak Demîrtaş axivî. Demîrtaş, got ku ew bi sekn û îradeya xelkê Wanê serbilind in û wiha domand: “Em ji bo bejna xwe li hemberî vê îradeyê bitewînin îro hatine vê derê. Silavên Selahattîn (Selehattîn Demîrtaş) û Selçûk Mizrakli jî ji bo xelkê Wanê hene. Serok Selahattîn got; ‘Heke tu çûy Wanê, jê re bibêje ku wan bi 14-0’ê re em serbilind kirin. Em bi wan şanaz in.’ Tu hêz nikarin xwe li hemberî vê sekna birûmet bigirin.” 
 
ZANA: RÊZÊ JI BO GELÊ KURD BIGIRIN
 
Siyasetmedara kurd Leyla Zana jî wiha got: “Wan, taca serê gelê kurd û Kurdistanê ye. Ez we û sekna we pîroz dikim. Ev îrade û xwedîderketina we gihişt her devera Tirkiyeyê. Berxwedana we berxwedana şeref û rûmetê ye. Roj roja berxwedanê ye. Em vê neheqî û zilma li we hatiye kirin qebûl nakin. Tu kes nikare wiha erzan nêzî vîna gelê kurd bibe. Dê hiqûq ji bo we jî lazim bike. Sibe du sibe dê pêdiviya we jî bi hiqûqê bibe. Banga min ji bo serokkomar e; rêzê ji bo vîna gelê kurd bigirin û ji v3e biryara xwe ya xelet vegerin.” 
 
TANAL: XEFIK HEYE
 
Ji şandeya CHP’ê Mahmût Tanal jî ev tişt anî ziman: “Min ji we re peyama piştevaniyê ya serokê me yê giştî Ozgur Ozel anî. Li vir xefikek heye. AKP’ê li vir sûcek kiriye. Divê 85 milyon kes ji ber vê rewşê serlêdana sûc bike.” 
 
BAŞ: EM Ê BI HEV RE LI BER XWE BIDIN
 
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî wiha got: “Li dijî kesên dixwazin vîna gelê kurd bi zextê û bi zordariyê xesp bikin, em ê bi hev re li ber xwe bidin. Îro ne tenê li djiî îradeya we, her wiha îradeya tevahiya Tirkiyeyê tê xespkirin. Em vê êrişê weke êrişeke li dijî her kesî dibînin. Heta ku ew mazbata tê girtin jî dê têkoşîna me bidome.”
 
ASLAN: EM Ê TESLÎM NEBIN
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî wiha got: “Em ê li dijî vê xespê teslîm enbin. Dê li dijî darbeya qesrê gelên tirk û kurd bi hev re tevbigerin. Em dixwazin ku rêzê ji bo vîna xelkê Wanê bigirin. Li hemberî îktîdara yekzilamî ya li vî welatî, dê îradeya gelên kurd û tirk bi ser kevin. Dê ev rejîm bê têkbirin.” 
 
OZTURK: EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN
 
Serokê EHP’ê Hakan Ozturk jî ev tişt anî ziman: “Em ji bo ku bi we re di heman rêyê de bimeşin hatin vê derê. Ev 150 sal in li vî welatî hilbijartin nayên kirin. Mîna niha, hilbijartin tên astengkirin. Ev yek zilma li dijî gelê kurd e. Em vê zilmê qebûl nakin. Heke li Tirkiyeyê hiqûq hebe, divê li Wanê, li Amedê jî heman hiqûq hebe. Gelê kurd tu caran dê bi tenê nemeşe.” 
 
KAHÎLOGÛLLARI: AKP SÛC DIKE
 
Berdevka TOB’ê Pelîn Kahîlogûllari jî wiha got: “Îktîdara AKP-MHP’ê sûc dike. Tifaqa AKP-MHP’ê dê têk biçe û em ê bi ser kevin.” 
 
ŞEDAL: DÊ BERXWEDANA ME BIDOME
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî ev tişt anî ziman: “Ev rûmet, rûmeta xelkê Wanê, ya jinan û ciwanan e. Gelê me ev du roj in li ber xwe dide û em hêj li ber xwe didin. Banga me ji bo namzetê AKP’ê heye; heke hinek heysiyet û rûmeta te hebe tu dê wê mazbatayê negirî û rêzê ji bo îradeya gel bigirî.” 
 
ZEYDAN: EM Ê RÛMETA WANÊ BIPARÊZIN
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî wiha got: “Em ê rûmeta gelê Wanê biparêzin. Em ne tenê rûmeta xelkê Wanê, dê rûmeta 85 milyon hemwelatiyan biparêzin.” 
 

Sernavên din

27/04/2024
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin