Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin

MÛŞ - Kopiyên ku xwe amade dikin ku şaredariyê ji destê qeyûmê hatiye tayînkirin cardin bistînin û wiha gotin: “Em bi DEM’ê re, DEM jî bi me re heye.”
 
Qeyûmê Şaredariya Kopê çend roj beriya hilbijartinê, yek bi yek bi yek dest bi firotina alav û amûrên şaredariyê kir. Qeyûmê ku 3 dikan û gelek neguhêzbarên aydê şaredariyê carek din da ber firotinê û ji bo bihayê 25 neguhêzbaran jî weke texmînî 6 milyon û 539 hezar û 442 lîre diyar kiriye. Qeyûmê ku ji bo 3 dikanên li taxa Zaferê ku aydê şaredariyê ye, biryara firotinê da û heta niha deynê şaredariyê gihiştiye 80 milyon lîreyan. Namzetên DEM Partiyê yên ku xwe amade dikin ku qeyûm bişînin, anîn ziman ku ew ê hesaba nelirêtiyan bipirsin. Hevserokên namzetên şaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe li gund, tax û sikakên navçeyên dimeşînin û bi awayekî bi coş tên pêşwazîkirin. Li nav bajêr dengê mûzika hilbijartinê ya ku li her deverê olan dide nêzîkatiya gel a li hember partiyê aşkere dike. Namzet li kîjan derî dixin û bi ber kîjan esnafî ve diçin peyama “Em ê careke din şaredariyê bistînin” werdigirin.
 
‘EM QEYÛM NAXWAZIN’
  
Hemwelatî Sînan Çoban diyar kir ku ev 7 sal in navçe ji aliyê qeyûmê tayînkirî ve tê birêvebirin û anî ziman ku lê tu fêdeya qeyûm negihiştiye navçeyê. Çoban ê ku xwest feraseta qeyûm bi dawî bibe axaftina wiha domand: “Êdî gelê me li vir divê vî tiştî bibîne û ji wan re bêje ‘na’. Ji ber wê divê gelê Kopê xwedî li vîna xwe derbikeve. Divê partiya xwe, zimanê xwe nas bike û raya xwe bide. Îro roja hevgirtin û berxwedanê ye. Divê em tev destên hev bigirin û vê feraseta qeyûm bişînin. Em qeyûm naxwazin. Em aştî û biratiyê dixwazin. Divê her kes destê xwe dane ser wîjdana xwe û raya xwe bikar bîne. DEM Partî, partîya gelê kurd û zimanê kurdî û partiya tevahî gelan e. AKP bi zimanê me, bi muzîkên me propagandaya xwe ya hilbijarinê dimeşîne, em vê ferasetê di navçeya xwe de naxwazin. Em feraseta ku kurdan qebûl nake, zimanê me qebûl nake, em jî wan qebûl nakin. Em ê di hilbijarinên 31’ê Adarê de hem ji navçeya xwe û hem jî ji şaredariya xwe biqewirînin.” 
 
‘GELÊ KURD TEMSÎL DIKE’
 
Reyîz Karayel diyar kir ku partiya ku kurdan temsîl dike tenê DEM Partî ye û wiha got: “Ji xwe partiya me û xeta me eşkere ye. Heta tu caran şaş nebûn û niyeta me ya şaşbûnê jî nîn e. Em ji feraseta qeyûm ne qayîl in, tevahî tax û sikak, di nav sergoyê de ne. Xizmet tune, gendelîtî heye. Em guherînekê dixwazin, em kesên ku me bi îradeya xwe hilbijartine, dixwazin”
 
‘EM Ê JI BO AZADIYÊ DENG BIDIN’
 
Bîlal Dogan jî da xuyakirin ku li dijî pêkûtî û feraseta AKP’ê û qeyûm dê biçin ser sindoqan û got ku DEM Partî wan temsîl dike, dê tim li pey xeta wê dimeşin. Hemwelatî Reşît Beyazdag jî diyar ki ku ew ê raya xwe bide DEM Partiyê û wiha got: “Ji ber ku ez kurd im, ez ê raya xwe bidim DEM Partiyê. Ji bo yekîtî û wekheviyê, ez ê deng xwe bidim. Ne tenê ji bo deng, em dengê xwe ji bo aştî û azadiyê bidin. Em feraseta qeyûm li vir naxwazin. Em namzetên ku me bi vîna xwe hildibijêrin dixwazin.”
 
‘DEM DEMA ME YE’
 
Welatiyê bi navê Vedat Kaya jî bertek nîşanî polîtîkayên zilma desthilatdara navendî ya ku bi salan e heqaretê li gelê kurd û zarokên gelê kurd dike, da û wiha pê de çû: “Bila her kes zanibe ku gelê kurd tu caran serî netewandiye. Em ê di vê hilbijartinê de, serkeftineke birûmet bi dest bixin. Dengê me her tiştê me ye. Divê tu kurd raya xwe nefiroşe, wekî canê xwe xwedî li raya xwe derkeve.” Alî Îşlek jî da zanîn ku êw ê di hilbijarinê de raya xwe bide partiya xwe û got: “DEM dema me ye, em bi DEM'ê re hene, DEM jî bi me re heye. Em raya xwe ji xwe bêhtir nadin tu kesî.”
 
MA / Rûken Polat
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/04/2024
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
08:13 Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
08:12 Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir