Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e

QERS - Tevî barîna berfê jî li Dîgorê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Divê pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê çareserkirin. Muxatabê yekemîn ê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser Cadeya Mîllet a li navçeya Dîgor a Qersê Cejna Newrozê pîroz kir. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Rêxistina DEM Partiyê ya Dîgorê, namzetên hevşaredariyê yên Qers û Dîgorê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî barîna baranê jî bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Jin û zarok bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyan heta demekî dirêj li ber stranan govend gerandin. 
 
 
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rosa Îldan axivî. Îldan, anî ziman ku tevî hewayê sar jî gel hatiye Newrozê û ev tişt anî ziman: “Dîgor wateya jiyanê ye, yek ji qadên têkoşîn û berxwedan lê destpêkirî ye. Em bawerin ku dê gelê me hafizeya berxwedanê heta dawiyê biparêze.” 
 
KOÇYÎGÎT: POLÎTÎKAYA RED Û ÎNKARÊ ÎFLAS KIR
 
Piştre jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Koçyîgît, bal kişand ser girîngiya Newrozê û ev tişt anî ziman: “Newroz azadî û aştî ye. Newroz berxwedan e. Newroz li gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz be.” 
 
Bi domdarî Koçyîgît qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroza girtiyan pîroz be.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Koçyîgît, diyar kir ku girtiyan ji bo pêşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê berpirsyartî li xwe girtine û wiha pê de çû: “Ev sed sal in pirsgirêkek heye. Pirsgirêka wekhevî û statûyê ya gelê kurd heye. Pirsgirêka hebûnê ya gelê kurd heye. Di dorpêça red, tunehesibandin û pişaftinê de ye. Me êdî sedsalek li pey xwe hişt. Sedsaleke nû dest dike. Ji bo gelê kurd jî di vê sedsalê de hebe divê aştî bê. Aştiyeke birûmet dikare aramiyê bîne vî welatî. Dê bi xwe re pêkvejiyanê bîne. Polîtîkaya red û tunehesibandinê ya sedsalî êdî îflas kiriye.” 
 
'MUXATABÊ YEKEMÎN ABDULLAH OCALAN E’
 
Koçyîgît, anî ziman ku divê pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re were çareserkirin û ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan ku tecrîdkirî ye, muxatabê yekemîn ê çareseriya pirsgirêka kurd e. Lewma divê tecrîd were rakirin.” Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Koçyîgît, daxuyand ku ji bo çareseriya meseleya kurd divê heke li xwe berpirsyartiyê bigire û ev tişt anî ziman: “Divê sedsaleke din ji dest me neçe. Em nikarin sedsalên din jî di mercên koletiyê de bijîn. Vaye duh li qadên Newrozê li Stenbol, Colemêrg, Şirnex û Wanê bi sedhezaran kesan ev rastî qêriyan. Gelên kurd û tirk aştiyeke birûmet, demokrasî û azadiyê dixwazin. Tayyîp Erdogan ji serê sibehê heta êvarê ji bo Kurdistanê dibêje ‘teroristan’ û şerekî nû dide destpêkirin. Em li vir dîsa bibêjin; Kurdistanê welatê me ye, xaka me ye. Li her çar parçeyan gelê kurd dixwaze wekhev û azad bijî.”
 
'EM DI BIN DARA DEM PARTIYÊ DE BÊN CEM HEV’
 
Di berdewamê de Koçyîgît bal kişand ser êrişên li dijî zimanê kurdî û wiha axaftina xwe wiha qedand: “AKP di propagandaya xwe de zimanê kurdî bi kar tîne. Vê zîhniyetê baş nas bikin; li Enqereyê dibin tirk li Kurdistanê kurdbûn tê bîra wan. Dev ji dengan berde, divê mirov silav jî nede van. Di vê hilbijartinê de her dengê hûn didin AKP’ê, ji bo tifaqa JÎTEM’ê diçe. Dema hûn dengê xwe didin AKP’ê divê hûn bizanin ku dengê we ji bo faîlên cînayetên kiryarnediyar Agar û Çîllerê diçin. Ji bo MHP’ê diçin, ji bo tank û tifingan diçin. Lewma em dibêjin ku em yekitiya xwe xurt bikin. Bila dengê yek kurdekî ji bo van neçe. Bila dengên kurdan di bin dara DEM Partiyê kom bibin. Bila DEM Partiyê mezin bike. Bila têkoşîna gelê me mezin bike.” 
 
Piştî axaftinan jî hunermend Ayşe Şefaqî û Adil Şerzat derketin ser dikê. Tevî barîna baran û berfê jî welatiyan bi hunermendan re stran gotin û govend gerandin. Pîrozbahî bi stranên Newrozê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

08/04/2024
11:10 Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
11:04 Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn
09:04 Berxwedana girtiyan di roja 134’an de bênavber didome
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin
07/04/2024
23:03 Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev
21:56 Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin
20:21 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 71’emîn de ye
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin