Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…

img
ÊLIH - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya têkildarî girtîgehên li Êlihê rapor amade kir diyar kir ku bi gelek pirsgirêkên weke lêgerîna tazî, îşkence, mûameleya nebaş, taloqkirina berdanê, sînorkirina ragihandin û hevdîtinê re rûbirû mane.  
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Qûbînê ya Êlihê, Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê diqewimin bi civîneke çapemeniyê ragihand. Rapora binpêkirina mafan a li avahiya Şaxa ÎHD’ê hate ragihandin ji aliyê Berdevkê Komîsyona Lêkolîna Girtîgehê ya ÎHD’ê parêzer Sînan Îslam Gegîn ve hate xwendin. 
 
FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ
 
Gegîn, diyar kir ku li ser serlêdanan li girtîgehan hevdîtin pêkanîne û wiha got: “Di encama van hevdîtinan de hate dîtin ku di mafên bingehîn ên weke veguhestin, ragihandin û tenduristiyê pirsgirêkên gelek cidî hatine jiyîn. Her wiha îdiayên weke lêgerîna tazî, îşkence û mûameleya nebaş, taloqkirina berdanan û sînorkirina hevdîtinan ji aliyê girtiyan ve hate vegotin. Girtiyan di hevdîtinan de anîn ziman ku di mijarên aktîvîteyên têkildarî spor, çand, perwerde û hunerê de nikarin tiştekî bikin. Di mijara lêgerîna tazî û hejmartina li ser piyan giliyên gelek cidî hatin vegotin.”
 
LI QADEKE BÊKAMERA ÎŞKENCE HATE KIRIN 
 
Gegîn, bi lêv kir ku girtî di ketina girtîgehê de dema sewqên tên kirin de rastî lêgerîna tazî tên û girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nakin dibin qadeke ku kamera lê neyî û îşkence û mûameleya nebaş li wan tê kirin. Gegîn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Girtiyan ragihandin ku dema hejmartinê de li ser piyan hejmar tê kirin, pêkanîna tekmîla li ser piyan tê ferzkirin, cezayê dîsiplînê li girtiyên van ferzkirinan qebûl nakin, tê birîn, dest deynin ser nameyên wan, di axaftina bi telefonê û hevdîtinên girtî de rastî ferzkirina tekmîlê tên û heke tekmîl neyê dayîn ji van mafên xwe bê par tên hiştin.”
 
PAQIJΠ
 
Gegîn bal kişand ku girtî di mijara xwegihandina ava paqij û malzemeyên paqijiyê de jî pirsgirêkan dijîn û wiha berdewam kir: “Hate diyarkirin ku ava ku didin qawişan kêm e û ji bo paqijkirina qawişan jî li hin girtîgehan bi tu awayî malzemeye paqijiyê nayê dayîn, hinekan jî kêm tên dayîn, malbat û parêzerên girtiyan jî diyar kirin ku di xwegihandina girtîgehê de pirsgirêkan dijîn û wesayîteke rast e rast diçe girtîgehê nîne her wiha ji otogara navçeya Qûbînê jî wesayîteke veguhestina giştî ya biçe girtîgehê nîne. Her wiha malbat mesafeyeke 2 kîlometreyan bi meşê diçin. Ev jî dibe mesafeyeke bi rêveçûnê ya 26 deqîqeyan.”
 
DAXWAZ Û PÊŞNIYAR
 
Gegîn têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan diqewin de daxwaz û pêşniyarên xwe rêz kirin. Gegîn xwest ku mafê xwegihandina tenduristiyê yê girtiyan were başkirin, mafên aktîvîteyên civakî yên girtiyan neyên astengkirin, sînorkirina pirtûk, kovar û rojnameyan were rakirin û derfetên girtiyan yên xwe gihandina weşanan bên başkirin, îdiayên mûameleya nebaş û îşkenceyan û lêgerîna tazî bi awayekî bibandor bê lêkolînkirin, derbarê kesên eleqedar de lêpirsîn were destpêkirin, pêkanîna hejmartina li ser piyan were bidawîkirin, cezayên dîsiplînê yên li girtiyên li dijî vê pêkanînê derketine bên betalkirin, pêkanîna hucreya yek kesî were bidawîkirin, malzemeyên paqijiyê yên ku pêdiviya girtiyan pê heye bê dayîn, astengiya li pêş xwegihandina ava paqij bê rakirin, zehmetiyên têkildarî veguhestina girtîgehan a malbat, kesên diçin serdanan û parêzeran bê rakirin, biryarên derhiqûqî yên ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî ve hatine wergirtin demildest bên rakirin û hwd.
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/03/2024
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin