DEM Partî tax bi tax digere

img
NAVENDA NÛÇEYAN – DEM Partî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro jî li gelek navendan hevdîtinên gel pêk anîn û buroyên hilbijartinê vekirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), îro jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek navendan çalakiyên cur bi cur li dar xistin. 
 
DÎLOK 
 
Namzetan li Dîlokê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin cem hev. Gelek kes beşdarî civîna ku li oteleke bajêr hat lidarxistin bûn. Di bernameyê de namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Dîlokê yên DEM Partiyê Ayfer Yilmazer û Selman Tûtûmlû axivîn. Tûtûmlû da zanîn ku desthilat bi "zîhniyeta tekparêz" herêmê bi rê ve dibe û got: "Em ê li dijî vê zîhniyeta tekparêz polîtîkayan bimeşînin. Em ê kreşên ku perwerdeya bi zimanê dayikê didin û li dijî îstîsmarê têbikoşin vekin. Em ê li dijî zewaca zarokan têbikoşin. Em ê li dijî tiryakê têbikoşin. Em ê meclisên jinan ava bikin.
 
ERZIROM 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qereçoban a Erziromê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan de buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Erziromê Gulderen Varli, namzeta Hevşariyê ya Qereçobanê Zelal Yîgît û endamên partiyê beşdarî vekirinê bûn. Di bernameyê de ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, jinan bi coş govend gerand.
 
Varli li ber buroya jinan a DEM Partiyê xîtabî jinan kir û silav ji Namzeta Hevşariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê re şand ku 7 sal in bi awayekî derhiqûqî dîl tê girtin. Varliyê got: “Gultan Kişanak 7 sal in bi awayekî derqanûnî dîl tê girtin. Jin li vî welatî xwedî îrade ne û tên paşguhkirin. Divê her kes bizane ger jin hebe jiyan jî heye."
 
Jinan dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin û Qerecobanê Zelal Yîgîtê jî gel silav kir.
 
Piştî vekirinê girse bi coş çû serdana buroya hilbijartinê.
 
BEDLÎS
 
DEM Partiyê li Xana Zilfoyê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Gelek kes beşdarî vekirinê bûn. Namzetên Hevşariyê yên Şaredariya Bedlîsê yên DEM Partiyê Farûk Îşlek û Sumeyye Kizilkaya û parlementer Huseyîn Olan jî beşdarî vekirinê bûn. Di merasîma vekirinê ya bi coş de welatiyan demeke dirêj govend gerand.
 
Ji namzetên DEM Partiyê Farûk Îşlek got: "Em ê texrînatên di 8 salên dawî de hatine kirin vebêjin. Bi rastî şaredarî talan kirin. Deynê şaredariyê her roj zêde dibe. Ev jî nîşan dide ku mal û milkên şaredariyê didin çend alîgiran."
 
WAN
 
Li Taxa Çîçeklî ya navçeya Artemêtanê ya Wanê buroya hilbijartinê hat vekirin. Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar jî beşdarî vekirinê bû. Di vekirinê de bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
DEM Partili Dindar, "Kayyımlara bu seçimde güçlü bir cevap vermemiz gerekiyor. Herkes bizim ne istediğimizi biliyor. 25 yıldır tecrit altında tutulan Kürt Halk Önderi Sayın Abdullah Öcalan üzerindeki tecridin son bulmasını istiyoruz. Sayın Öcalan bu halkın önderidir. Önceliğimiz Sayın Öcalan’ın fiziki özgürlüğünü sağlamak, sonra da kayyımı geldiği yere geri göndermektir” şeklinde konuştu.
 
Parlementerê DEM Partiyê Dîndar got: "Di vê hilbijartinê de divê em bersiveke tund bidin qeyûman. Her kes dizane em çi dixwazin. Em rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin dixwazin. Birêz Ocalan rêberê vî gelî ye. Armanca me azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e."
 
Namzetên Hevşaredariyê Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî jî kesên beşdarî çalakiyê bûn silav kirin.
 
RIHA 
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celaledîn Erkmen û namzetê Hevşaredariyê yê Eyyûbiyê Halîl Akbaş li navçeya Eyyûbiyê tevli xebatên hilbijartinê bûn. Namzetên hevşaredariyê dikandarên Koperatîfleran û firoşkarên wesayîtan ziyaret kirin. Paşê çûn Mezada Heywanan û li vir guh li gilî û pêşniyazên dikandaran kirin. Celaleddîn Erkmen destnîşan kir ku dê hemû derfetên şaredariyê ji bo gel bên seferberkirin û soza avakirina tesîsên modern da.
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî li Serêkaniyê beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Namzetên Hevşaredarkandarên li Kolana Vîranşehîrê kirin. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Halîliyê Sema Ateş û Suphî Yilanci esnafên navçeya Silêmanî ziyaret kirin. Li navçeya Pirsûsê jî serdanên gel hatin kirin. Li Xelfetiyê jî serdana gundên Derto, Çakalan, Çevekan û Vahnayê hatin kirin. Li Curnê Reş jî namzetên hevşaredariyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, tevî parlementerê bajêr Omer Ocalan li navenda navçeyê serdana dikandaran kirin. 

Sernavên din

02/03/2024
11:56 Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan
11:06 Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye