Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?

  • rojane
  • 12:29 27 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Mirova Şemiyê Îkbal Eren ku ji ber çalakiya hefteya 950’an tê darizandin, diyar kir ku divê faîl bên darizandin û wiha ji dadgehê re got: “Ji me tê xwestin ku em vî sûcê li dijî mirovahiyê jinedîtî ve bên. Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?”
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê û parastvanên mafan jî di nav de derheqê 20 kesan de ji ber çalakiya hefteya 950’an bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 39’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Nûnerên konsolosxaneyên Almanya, Hollanda û DYA’yê, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî û Çavdêriya ji bo Parastina Mafên Mirovan, Ulviyya Hasanova, Rêxistina li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê û Çavdêriya Parastina Mafên Mirovan, Benedetta Perego, Baroya Turinê (İtalya) û Çavdêriya Navneteweyî ya ji bo Parêzerên di Talûkeyê de, Baroya Lilleyê (Fransa) û gelek saziyên din doz şopandin.  Her wiha gelek parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), baroyên Wan û Êlihê û gelek parastvanên mafan jî doz şopandin. 
 
Ji 20 kesên tên darizandin Dayika Aştiyê Hanîfe Yildiz, Mirovên Şemiyê Besna Tosun, Masîde Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Hasan Karakoç, Leman Yurtsever, Aylîn Tekîner, Îkbal Eren, Mukaddes Şamîloglû, Hatîce Korkmaz, Îsmaîl Yucel, Alî Tosun, Alî Ocak, Selvî Gulmez, Cuneyt Yilmaz, Îrfan Bîlgîn, Hunkar Hudayî Yurtsever, rêveberên ÎHD’ê Meryem Bars û Sebla Arcan û parêzer Merîç Eyuboglû û parêzerên din di danişînê de amade bûn. 
 
ÎKBAL EREN: HEKE HÛN BÛNA DÊ WE ÇI BIKIRA?
 
Dadgehê ji ber şertên fîzîkî yên eywanê ji bo tespîtkirina nasnameyan 5 kes girtin eywanê. Piştî tespîtkirina nasnameyan jî îdianame hate xwendin. Piştre jî Mirova Şemiyê Îkbal Eren parastina xwe kir ku birayê wê Hayrettîn Eren 44 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin. Eren, bi bîr xist ku birayê wê di 20’ê mijdara 1980’an de hatiye windakirin û ev tişt anî ziman: “Heke ez nebêjim bê ka çi bi Hayrettîn Eren hatiye, dê îfadeyên min kêm bimînin. Hayrettîn Eren di 1980’an de li Bihûroka Haşîm Îşcan tevî hevalekî xwe hate binçavkirin. Peywirdarên qereqolê li lênûsa qeydan nihêrt û gotin ku tevî 5 hevalên xwe birin Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê. Kesên li emniyetê ji dayik û bavê min re gotin ku Hayrettîn Eren li wir nîne. Meqamên fermî qebûl binçakirina birayê min înkar kirin. Malbata min serî li her derê dan lê hemû derî li ser hatin girtin. Gelo heke ev tişt bi serê zarokê we bihatina kirin dê we çi bikira?” 
 
 ‘DI KÎJAN XALA DESTÛRA BINGEHÎN DE HEYE?’
 
Eren, wiha domand: “Di vê rewşê de ne ez, divê kesên mafê jiyanê yê kekê min binpê kirin bên darizandin. Heke Hayrettîn Eren sûcek bikria dê bihata darizandin û cezakirin. Dê niha di nav me de bijiya. Ji we dipirsim; di kîjan xala destûra bingehîn de tê gotin ku kesekî di bin çavan de bila bi darê zorê bê windakirin û malbata wî tune were hesibandin û cenazeyê wî biavêjin cihekî? Ji me tê xwestin ku em vî sûcê li dijî mirovahiyê jinedîtî ve bên. Gelo hûn bûna dê we çi bikira? Ji ber ku hemû derî li ser me hatin girtin, me weke Dayikên Şemiyê têkoşîna xwe domand. Me mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar anîn û em aqûbeta hezkiriyên xwe dipirsin û gorên wan dipirsin.” 
 
DÊ DERBASÎ EYWANA MEZIN BIBIN 
 
Piştî parastina Eren, parêzar û kesên tên darizandin gotin ku dê darizandin li vê eywana biçûk nedome. Dadger jî biryar da ku derbasî eywaneke mezintir bibin û heta saet 13.30’an navber da. 
 

Sernavên din

20/03/2024
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan