MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di hevdîtina bi gel re ya li Dêrîkê de axivî, anî ziman ku li dijî “Tifaqa JÎTEM’ê ya li korîdorên tarî yên Enqereyê hatiye avakirin, “tifaqa gel” çêkirine.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Mêrdînê hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne. Bakirhan bi namzetên Hevşaredariyê yên Bajarên Mezin ên Mêrdînê û parlamenteran ve tev li hevdîtina bi gel re ya li navçeya Dêrîkê bûn.
Bakirhan û kesên pê re di ketina navçeyê de bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Pişt re weke konvoyê li navenda navçeyê bi konvoyê tûr avêtin. Bakirhan û namzetên Hevşaredariyê yên Bajarên Mezin ên Mêrdînê di tevahiya rê de bi îşareta serkeftinê gel silav kir.
Welatî jî derketin pace, şaneşînên malên xwe û deriyên kargehên xwe kesên di konvoyê de silav kirin. Dayik bi kitanên xwe û çiqilên dara zeytûnê ku sembola aştiyê ye yên di destê xwe de hejandin û tev li hevdîtina bi gel re ya li qada navçeyê bûn. Di hevdîtinê de ewilî namzetên Hevşaredariyê yên Bajarên Mezin gel silav kirin.
DEMÎR: JI BO EM QEYÛMAN BIŞÎNIN BI RÊ KETIN
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarên Mezin Devrîm Demîr di axaftina xwe de anî ziman ku ji bo di 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xistin û vîna gel ji destê qeyûman bê derxistin bi rê ketine û wiha got: “Îro qeyûm penasekirina dizî û nelirêtiyê ye. Dijminatiya jinan e. Pergal dizane ku jin pêşeng in. Îro sekna jina kurd li her derê weke mînak tê girtin.”
TURK: DIVÊ EM BERSIVEKE XURT BIDIN
Namzetê din ê hevşaredariyê Ahmet Turk jî anî ziman ku di dîroka kurdan de zilm û zordariyên mezin hatine kirin û bi lêv kir ku kurdan ji bo pêşeroja xwe bedelên mezin dane. Turk, wiha berdewam kir: “Îro zilma dewletê tenê li Bakur nîne, li Rojhilat, li Rojava li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Heke em bi hev re li dijî van dengê xwe derxînin, bersiva van bidin wê demê em ê bigihin armanca xwe.”
Turk, siyasetmedarên kurd bi bîr xist û li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin sekinî û got: “Em siyaseta xwe li gorî girtiyên di girtîgehê de bikin. Em bawer im ku gelê me dê di 31’ê adarê de bersiva pêwîst bide wan. Hinek ji min re dibêjin 80 salî ye, ez 180 salî jî bim ez ê di nava vê têkoşînê de bim.”
‘EM SOZA TÊKOŞÎNÊ DIDIN’
Piştî namzetên hevşaredariyê Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan, bi bîr xist ku di salên 90’î de li Dêrîkê 13 kes hatine qetilkirin û wiha got: “Dîsa di demekî nêzî de 21 welatiyên me ji ber qezaya qemyona ku malzemeyên çeteya 5’an ku erd û nirxên me îstismar dikin dikişand, ji ber kêmbûna tedbîran jiyana xwe ji dest dan. Em bi vê boneye kesên ji bo demokrasiyê têdikoşiyan û niha di navbera me de nînin yek bi yek birêzdarî û minet bi bîr tînin. Em soza xwe ya ji bo wan careke din ji Dêrîkê dubare dikin. Ez soz didim ku em ê ala ku wan qet ji destê xwe nexist heta meseleya kurd were çareserkirin, heta kurd li vî welatî dibin hemwelatiyên wekhev em ê bidomînin.”
‘DI KESAYETA MÛSA ÇÎTÎL DE HERKESÊ MESELEYA KURD DÎT’
Bakirhan, komkujiyên Mûsa Çîtîl kirine bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Dêrikî Mûsa Çîtîl baş nas dikin. Mûsa Çîtîl yek ji wan e ku para wî di kuştina her kurdekî li ser vê axê hatiye kuştin de ye. Mûsa Çîtîl tê wateya cînayetên kiryarên nediyar. Em niha ji kesên ku dibêjin ‘em bi kurdan re xwişk û bira ne, tu pirsgirêka me bi wan re nîne’ dipirsin. Kurdan doza Mûsa Çîtîl ê li Dêrîkê, li Mêrdînê teror meşand, ciwan û jinên kurd qetil kirin a bi necezakirinê encam bû ji bîr nekir. Me di kesayeta Mûsa Çîtîl de dît ku meseleya kurd çi tişt e. Şûna ku Mûsa Çîtîl ji ber nebaşiyên li vir kirin bê darizandin, ji aliyê desthilata AKP’ê ya dibêje ‘em misilman in, xwişk û bira ne’ ve hate xelatkirin. Ev hilbijartinê hilbijartineke di navbera tifaqa Tansû Çîleran, Ergenekoniyan, dewleta kûr, alîgirên Torosên Spî û kedkar, xizan, kurd, elewî û bindestan de ye.”
QEYÛM FERASETEKE DIJMINÊ KURDAN, JINAN Û XWEZAYÊ YE
Bakirhan ê bal kişand ser girîngiya hilbijartinê wiha domand: “Li dijî polîtîkayên zilmê yên heta niha kirin, em ê bersiva ku em ê di 31’ê Adarê de teqez serbikevin bidin. Ji xwe nehewce ye em qeyûman vebêjin. Feraseteke ku dizî û nelirêtiyê dike, budçeya ji gelê kurd re tê şandin dixwe, pêşkeşî alîgiran dike, nirxên we tune dihesibîne, navên Apê Mûsa û Orhan Doganan ên li parka hatiye kirin rakiriye, saziyên jinan girtî ye, dijminê jinan, xwezayê û kurdan e. Difikirîn ku bi tayînkirina qeyûman wê gelê Dêrîkê ji têkoşînê dûr bixin. Ka em bibînin qeyûm efendî, madem tu ewqas baş bûyî, madem te dikarî bi rê ve bibî derketibûya hemberî me. Tu li Dêrîkê bûbûya namzet. Gelê Dêrîkê bersiva te dabûya.”
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU VÊ AXÊ BÊKURD BIHÊLIN’
Bakirhan, bal kişand ku tevî axa bi bereket a Dêrîkê gel hêj xizane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em çima ji bo komkirina çay, findiq, garis, tûtin, pembo weke karkerên demsalî diçin Behrareş? Gelekî axa wî evqas dewlemend dê weke karkerê demsalî bixebite? Bawer bikin Deşa Qoserê, Deşta Mêrdînê xwedî binesaziyeke ku çar Mêrdînan têr bike ye. Lê çi heye? Av nîne, terora DEDAŞ’ê heye. Bi taybetî dixebite ku kurd zeviya xwe necine, ji bîrê avê nekişîne. Bawer bikin hûn heqê wan bidin jî ew dê dîsa ceyranê birin. Ji ber ku dixwazin birçî bimînin û koç bikin. Dixwazin em li ser vê axa xwe ya bav û kalên me koç bikin, dixwazin ev ax bêkurd bimînin. Em ê li dijî vê yekê li cihê xwe, li welatê xwe, li axa xwe û li xwezaya xwe bimînin û wan biparêzin. Rojekê dê DEM were dê dewran biguhere.”
‘ME LI DIJÎ TIFAQA JÎTEM’Ê TIFAQA GEL ÇÊKIR’
Bakirhan, îşaret kir ku hemû medya qala DEM Partiyê dike û wiha pê de çû: “Heke DEM Partî nebe ecêb hûn ê çi bikin, çi nîqaş bikin? Rexne, xeber, heqaret ên ku hûn li DEM Partiyê dikin jê derxînin dê tiştek bimîne. DEM Partî li dijî kesên ku neheqiyê dikin, yên gendeliyê dikin, yên dizî dikin û yên qeydên wan ên sûc ên bajarvaniyê hene ye. Ji ber wê ditirsin. Bila bitirsin! Dema DEM Partî hat dê hesabê van hemûyan bipirse. Hemû partî dibêjin DEM Partî di nava tifaqeke veşartî de ye. Gelê me yê hêja me sozek da we, me got ‘em çi bikin em ê bi awayekî zelal bikin’ û me kir jî. Me sindoq danîn we biryar dan. Me got em ê li Tirkiyeyê di çarçoveya hevkarî û lihevkirina bajar de hevkariyê bikin û ya me karî me kir. Tifaqeke ku me li pişt perdeyan li korîdorên tarî çêkiriye nîne. Lê tifaqa li dijî me tifaqa JÎTEM’ê ye. Tifaqeke ku li korîdorên tarî yên Enqereyê hatiye avakirine. Ji ber vê yekê me li dijî vê tifaqê bi gelên Tirkiyeyê, kedkaran, elewî, ereb, tirk, bindest û jinan re tifaqek kir. Me tifaqa gel çêkir.”
‘ERDOGAN KAMPANYAYA HILBIJARTINÊ NAKE DANASÎNA ÇEKAN DIKE’
Bakirhan, bal kişand ku Erdogan danasîna fûara çekan dike û wiha lê zêde kir: “Di mitîngê de top, tiving, SÎHA, balafir, keştiya şer dide nasîn. Em hilbijartina herêmî dikin an fûara çekan dikin. Çavên van ne li xizmet û demokrasiyê ye. Aqlê kesên vîna kurdan xespkirine, şer û pevçûnê ne. Birêz Erdogan pêdiviya vî welatî bi çek û topan nîne. Şûna ku budçeya xizanên li Tirkiyeyê tu didî çek, te li Dêrîkê bêkarî, xizanî ji holê rakiribûya, şertên ku jin û ciwan weke mirovan bixebitin afirandibûna niha Tirkiye li Rojhilata Navîn bûbû welatê model. Lê hişê wan her tim li dijî kurdan e. Gelê me dê di 31’ê Adarê de li Kurdistan û Tirkiyeyê bersiva pêwîst bide van kesên danasîna fûara çekan dikin.”
‘PÊDIVÎ BI DESTÛREKE BINGEHÎN A WEKE 12’Ê ÎLONÊ NÎNE’
Bakirhan ê qala nîqaşên destûra bingehanî a nû kir, wiha domand: “Pêdivî bi destûreke bingehîn a weke 12’ê Îlonê nîne. Destûra bingehîn a nû dê kurdan qebûl bike, dê zimanê kurdan qebûl bike, dê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl bike? Gelo wê hemû zextên ku Kurdan ji vê feraseta navendî û vê sîstema navendî, polîtîkayên wan ên înkar û tinekirinê kişandiye, ji holê rake? Tişta ku jê re dibêjin Destûra Bingehîn a nû ew e ku destûra bingehîn a yek zilamî hîn bi xurtî xizmetê jê re bike. Eger Destûra Bingehîn a nû demokratîk be, kurd, elewî, asûrî-suryanî û ereb di nava xwe de vehewîne, em ê bêjin erê. Divê tu ziman, ol, çand û bawerî neyê redkirin. Bêguman em ê ji destûreke bingehîn ya bi vî rengî rengî re bêjin erê.”
‘LI 32 NAVENDAN HILBIJÊRÊN QEÇAX VEGUHESTINE’
Bakirhan, bal kişand ser lîstikên desthilatê yên hilbijêrên qeçax û got: “Em ê li vir mal bi mal biçin cem malbatên xwe, hemû eşîrên me, mirovên me, meleyên me, seyda û jinên ku ne di DEM Partiyê de ne. Divê em li dijî van qeyûmên xespkar ên du serdem in tayînî vîna me tên kirin ji hilbijartinên beriya niha encameke baştir bigirin. Divê em îtîrazî vê pergal û feraseta qeyûman bikin û helwesta xwe nîşan bidin. Hilbijêrên qeçax veguhestine 32 navendan. Xwe bigihînin heval, dost û xizmên me, hemû mirovên me yên ne li bajêr lê dengdêr in û li ku dibin bila bibin dikarin biçin rêxistinên me yên DEM'ê yên navçe û bajêran. Bila çayeke germ a biDEM bê dayîn biçin ku dê rêxistinên me wan bişînin. Ev hilbijartin hilbijartineke ku Selahattîn, Gulten, Fîgen û Leylayên girtî li benda mizgîniya ji we ne. Ev hilbijartin hilbijartina darên li Cûdî tên şewitandin e.”
‘HEKE EM HILBIJARTINÊ QEZENC BIKIN DÊ DAR NEŞEWITIN’
Bakirhan, destnîşan kir ku heke hilbijartin qezenc kirin dê gelek destkeftiyan bi dest bixin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Heke em vê hilbijartinê qezenc bikin, dê dar neşewitin, mirovên me dê sirgun nebin û em ê ji bo hevrêyên me yên li girtîgehan azad bibin gaveke gelekî girîng biavêjin. Ez bi vê wesîleyê greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav dikim. Em careke din dubare dikin ku vîna ku ji bo rakirina tecrîda li dijî birêz Ocalan danîne holê rast e, em li cem wan e û divê meseleya kurd bi mûxatabên wê yên rast re were çareserkirin. DEM dema gelê Dêrîkê ye, dem dema me ye, dem dema azadiyê ye.”