Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin

  • rojane
  • 13:45 23 Sibat 2024
  • |

QERS - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew li Qaxizmanê li benda serkeftinê ne û wiha got: “Xelkê Serhedê çaya vekirî vedixwe lê dê di şeva 31’ê adarê de em ê serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, tev li bernameya hevdîtina bi gel re ya partiya xwe bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re bi konvoyê hatin cihê hevdîtinê û li navenda navçeyê bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin. Namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Mehmet Alkan û Guner Hatay jî tev li hevdîtinê bûn. Namzetan li vir gel silav kirin û diyar kirin ku dê bi hev re bi ser kevin. 
 
Piştre jî Hatîmogûllari li vir axivî û got ku xelkê Qaxizmanê tu caran serî li ber zilmê netewandiye. Hatîmogûllari, diyar kir ku wê silavên namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak aniye û bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê daye destpêkirin. Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Em di serdemekî gelek tarî re derbas dibin. Weke ku Qers, Erdexan û Îdir li derveyî sînorên me nêz dibin. Em li vir careke din dibêjin ku ji bo kesên me mehkûmî birçîtî û xizaniyê dikin deng tune ne.” 
 
 
BERTEK NÎŞANÎ TIFAQA JÎTEM’Ê DA
 
Hatîmogûllari gotinên Erdogan ku digot dê enflasyonê kêm bikin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev gotin, dereweke mezin e. Di demeke ku em tenê du hêkan dikirin û bi gramê dikirin, ew li qesra xwe di nava dewlemendiyê de dijî. Dibêje; ‘kesên bawermend sebir dikin.’ Weke gel em ê êdî sebir nekin. Her wiha qesrê û dûvikên wê ji bo di hilbijartinên xwecihî de bi ser kevin tifaqa JÎTEM’ê ava kirine. Tansu Çîller û Torosên Spî ji înfazên bêdaraz berpirsyar in. Tansu Çîller şandine qadan. Em jî li dijî Tifaqa JÎTEM’ê, tifaqa gel ava dikin.” 
 
 
XIZMETA ŞAREDARIYÊ YA PIRZIMANÎ
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ê li Qaxizmanê bi ferqekî mezin bi ser kevin û ev tişt anî ziman: “DEM Partî partiya rûmet, demokrasî û gelê kurd e. Partiya hemû bindest, jin û ciwanan e. Dema em li tecrûbeya xwe ya 30 salan a şaredarvaniyê dinêrin, dema em li tiştên ku qeyûm hewl didin ji holê rakin dinêrin gelek tiştan dibînin. Em di şaredariyên xwe de pirzimaniyê esas digirin. Weke partiyeke ku kurdî û têkoşîna birûmet a gelê kurd diparêze, em ê bi xizmeta xwe li pêşberî we bin. Em ê bi navên kolanan ên bi kurdî û xizmetên xwe bidomînin. Em li vir ji kesên tehemûla kurdî nakin re dibêjin, gelê kurd heye û li vir e.” 
 
EM Ê MECLISÊN GEL AVA BIKIN
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku partiya wan partiya azadîxwaziya jinê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû bajar, navçe, bajarok û gundan em ê meclisê gel ava bikin û çareseriyê peyda bikin. Li vê herêmê ava vexwarinê jî nayê dayîn. Vê yekê ji bo me gelek dibînin. Genim û birincî em hildiberînin lê em ji derve dikirin. Li Qersê sewalkarî heye. Ev îktîdar angusan ji derve îxrac dike. Bi hatina xwe re em ê sewalkariyê teşwîq bikin. Her wiha dê kooperatîfan ava bikin. Kirina van tiştan karekî zor nîne. Em ê ji bo xizmetê bixebitin. Em duh çawa xebitî bin, dê îro jî bi heman ferasetê bixebitin. Em ê vê bi hev re bikin. Em ê mal bi mal, tax bi tax bigerin û Şaredariya Qaxizmanê bi ferqekî mezin bi dest bixin. 
 
LI SER PÊYA YE
 
Bi tayînkirina qeyûman re ji kurdan re dibêjin ‘hûn nikarin xwe birêve bibin, ez ê te birêve bibim.’ Me bêav, bêrê û bêpayerê dihêlin. Em ê van yek bi yek vebêjin. Em ê qala doza kompasê ya Kobanê bikin. Em ê kesên dibêjin ‘bila kurd dayika xwe nebîne’ û her cureyên îşkenceyê dikin vebêjin. Van tiştan em li gel gelê xwe bigerin û vebêjin. Hûn TV’an temaşe dikin. Beriya ku rêveberên DEM Partiyê hebin, nîqaşan li ser me dimeşînin. Xelkê Serhedê çaya vekirî vedixwe lê em ê di şeva 31’ê adarê de serkeftina xwe bi hev re bi çaya bi DEM pîroz bikin. Weke gelên ev 40 sal in li Kurdistanê têdikoşin, em ê gotina xwe bi hev re bikin. Bi 31’ê adarê re em ê bi hev re aştiyê diyarî gelan bikin. Ji bo serkeftinê tu gumanên min nînin. Gelê kurd, jin û ciwan li ser pêyan e. Em ê serkeftina xwe li vê qadê pîroz bikin.” 
 
Hatîmogûllari, namzetên hevşaredariyê û endamên partiyê bi hev re buroya serkeftinê vekirin. Di vê navberê de welatiyan govend gerandin. 
 

Sernavên din

17/03/2024
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye