RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin û da zanîn ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were wê çalakî bidomin.
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 35 meh in tu agahî nayên girtin. Ji ber tecrîda girankirî ya li Greva Îmraliyê bi dawî bibe girtiyên siyasî li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" çalakiya gireva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalakiya girtiyan di roja 80'e de berdewam dike. Çalakiya "Meşa Mezin a Azadiyê" ku li Qers û Wanê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin jî di roja 14'an de li navçeyên Girêsor û Cûrne Reş ên Rihayê berdewam dike. Çalakvanên meşê wê 15'ê Sibatê ku salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî ya li Tirkiyeyê de wê li Rihayê derbasî gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê bibin û li wir bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî bikin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mûşê Sezaî Temellî, çalakiyên gireva birçîbûnê û çalakiya meşa azadiyê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpêkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand û diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were çalakiyên wan dê bidomin.
'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN TENÊ ABDULLAH OCALAN E'
Temellî bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn kûrtir dike û got ku çareserî paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan e. Temelî bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Heke mirov li geşedanên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê binêre ka çima ev qas girîng e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin meriv dizane. Tirkiye bi krîzên mezin re rû bi rû ye. Dema em li Sûriye, Iraq û tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn dinêrin rewş ne cûda ye. Dema em meseleya Filistînê dinêrin, em dibînin ku mesele çiqasî bi Tirkiyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Xala hevpar a van hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke cîhanî ye. Pêwîst e ev pirsgirêk bi lezgînî bê çareserkirin, lê di destê kesî de çareseriyek nîne. Tenê kesek heye û ew jî Abdullah Ocalan e. Çareserî û paradîgmaya birêz Ocalan û stratejiya rêya 3'emin hem ji bo pirsgirêka gelên li Rojhilata Navîn û hem jî ji bo pirsgirêka demokrasiyê ya îro li Tirkiyeyê çareseriyeke mayînde ye. Paradîgmaya Ocalan ji bo hemû gelan çareseriya wekhevî û azadiyê pêşkeş dike. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û pêkanîna paradîgmaya wî xwedî girîngiyeke mezin e. Girtiyên di greva birçîbûnê de amaje bi vê yekê dikin. Bang li hemû raya giştî dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin. Çareseriyê careke din nîşan didin. Ji ber vê yekê grevên birçîbûnê pir girîng in."
'LI CIHÊ TECRÎD HEYE, DEMOKRASÎ Û HIQÛQ NABE'
Temellî destnîşan kir ku bêhiqûqiya ji ber polîtîkayên tecrîdê yên li Girava Îmraliyê mekanîzmaya dewletê ji holê rakiriye û bal kişand ser xeteriyên tecrîda li Îmraliyê. Temelî axaftina xwe wiha domand: “Heke îro li Tirkiyeyê siyaset bi awayekî azad bihata meşandin, ev qas siyasetmedar nedihatin girtin. Sedema tunebûna demokrasî û hiqûqê jî tecrîd e. Li cihê tecrîd heye demokrasî û hiqûq nabe. Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê ya di dema tecrîda 25 salan a Îmraliyê de dinêre, dîrokek ku ji demokrasî û mafên mirovan dûr ketiye û gav bi gav li gorî pêwîstiyên wê qanûna îstîsnayê rejîmeke zilmê ava kiriye. Ev ne tesaduf e, ev encama pergala tecrîdê ye. Ji ber vê tecrîde em niha hatinê qonaxa nîv dîktatoriye. Tecrîd ji bo hemû kesên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn xetereyên mezin derdixînê. Ji bo vê jî divê her kes bi awayekî cidî nêzî mijara tecrîde bibe. Li dijî vê bêhiqûqiyê helwestê nîşan bide, berpirsyariya xwe bi cih bîne û gavan biavêje. Yê ku xwe weke demokrat û rewşenbîr bi nav dike, divê bi vê hişmendiyê tevbigere. Heke hûn welatekî demokratîk dixwazin, hûn pergalek ku hiqûq û mafên mirovan neyên binpêkirin dixwazin, wê demê divê hûn vê tecrîde ji holê rakin û rêya vê yekê jî helwest têkoşînê.”
'ÇALAKÎ WÊ BIDOMIN'
Temellî bal kişand ser çalakiyên "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya li Qers û Wanê hatin destpêkirin û wiha got: "Piştgirî û tevlîbûna gel pir xurt bû: Li her cihê ku çalakvanên meşê derbas dibûn berxwedaneke bêhempa hebû. Ji ber vê yekê, beşdariya gel pir girîng bû. Çalakî wê ji niha û pê ve jî berdewam bikin. Ev qonax wê di 15'ê Sibatê de biqede, lê wê pêvajoyeke nû ya çalakiyê destpê bike. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê di nava çalakiyan de bin. Ji ber ku bêyî vê armancê demokrasî û siyaset di tu warî de pêş nakeve. Ji bo bidawîkirina vê jî wê çalakî piştî 15’ê Sibatê berdewam bikin. Di hilbijartinên herêmî de mijara herî girîng têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Ji bo ku demokrasiya herêmî mayînde bibe divê tecrîd bi dawî bibe da ku em demokrasiya herêmî pêk bînin. Çalakî heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were wê bidomin. Ji ber ku gel û civak vê dixwazin. Li gelek deverên cîhanê sendîka, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ser vê mijarê çalakiyan pêş dixin. 25 sal pir demekê dirêjê ku birêz Abdullah Ocalan girtiyê divê edî ev girtîbûn bi dawî bibe."
MA / Mahmût Altintaş