AMED - Li gel ku bi KHK’an saziyên xebatkarên Çapemeniya Azad hatin mohrkirin jî, 7 salan bênavber heqîqet bi raya giştî re parve kirin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan got ku heke tora piştevaniyê ya xurt bê avakirin, dê rejîma zextê vala were derxistin.
Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an a li Tirkiyeyê, her navbera 3 mehan carekê bi giştî 7 caran Rewşa Awarte (OHAL) hate ragihandin. OHAL, di 17’ê tîrmeha 2018’an de bi dawî bû. Lê belê sepanên wê hêj berdewam in. Di çarçoveya OHAL’ê de 36 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) di bin navê “têkoşîna li dijî terorê” de hatin derxistin. Hedefa ewil a van KHK’an jî di serî de kurd, derdorên muxalîf bûn. Bi KHK’a Hejmar 667’ê ve saziyên cemaweriyê û bi ya Hejmar 668’ê jî Çapemeniya Azad hedef hate girtin.
ÇAPEMENIYA KURD HEDEF HATE GIRTIN
12 roj piştî hewldana derbeyê, bi KHK’a Hejmar 668’ê re 18 televîzyon, 3 ajansên nûçeyan, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar, 29 weşanxane û kanalên belavkariyê hatin girtin. Di nava televîzyonên hatin girtin de ÎMC TV, Hayat’ın Sesi TV, Özgür Gün TV, Jiyan TV, Azadi TV, Denge TV, Van TV, Van Genç TV, TV 10, Mezopotamya TV, Birlik Medya TV û Zarok TV jî hebûn. Biryarnameya duyemîn a li dijî çapemeniyê jî KHK’a Hejmar 675 bû ku di 29’ê cotmehê de hate weşandin. Bi vê biryarnameyê re Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê jî di nav de bi giştî 15 dezgehên weşanê yên çapemeniyê hatin girtin.
BBI SE RE 7 SAL DERBAS BÛN
Bi ser re 7 sal derbas bûn lê hêj jî zextên li ser Çapemeniya Azad û muxalîf berdewam in. Ji wê rojê heta niha ji bilî girtinan, her wiha astengkirina înternetê, binçavkirin û girtinên li dijî Çapemeniya Azad her tim berdewam kirin. Di sala 2022’yan di çarçoveya lêpirsînên navendên wê Enqere û Amedê de, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî di nav de bi giştî 26 rojnameger hatin girtin, di çarçoveya lêpirsîna di sala 2023’yan de jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di nav de bi giştî 7 rojnamegerên din hatin girtin. Tevî ewqas girtin, binçavkirin û zextan jî kedkarên Çapemeniya Azad bênavber heqîqet bi raya giştî re parve kir.
Rojnameger Habîbe Eren ku di yekemîn ajansa jinan a cîhanê JINHA’yê de xebitî û niha jî xebata xwe li JINNEWS’ê berdewam dike û Hevserokê DFG’ê Serdar Altan pêvajoya 7 salan nirxandin.
‘BI XWE RE TÊKOŞÎN ANÎ’
Rojnameger Eren got ku bi OHAL’ê re zextên li ser rojnamegerên asayî bûn û wiha got: “Girtin bi têrî wan nekirin îcar sansûr, binçavkirin û girtin sîstematîk kirin. Em neçar man ku ji bo şopandina nûçeyan bikevin nava hewldanên taybet. Hem rojnameger ji hêla fîzîkî ve hatin astengkirin hem jî xwegihandina rastiyê ya civakê hedef hate girtin. Vê yekê bi xwe re têkoşîneke mezin jî anî.”
Bi domdarî Eren got ku girtina JINHA’yê girêdana xwe bi pergala nêrza re heye û ev tişt anî ziman: “Li dijî zext, cihêkarî û polîtîkayên zayendperestiyê, JINHA’yê jin esas girt, dengê wan da bihîstin û ji he alî ve ew bihêz kir û di çapemeniyê de feraseteke nû ava kir. Lewma xwestin dengê wê qut bikin. Malperên wê bi dehan caran hatin astengkirin, ji hêla faîlan ve hedef hate girtin û ji ber nûçeyan em hatin darizandin. Ji ber ku bû dengê jinên rastî tacîz, destdirêjî û bêhiqûqtiyan hatiye û bû dengê kurdan, hedef hate girtin. Lê belê rojnamegerên jin dîsa bûn dengê civakê û heqîqetê radigihîne.”
ZEXT, SANSÛR, BINÇAVKIRIN Û GIRTIN
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî di sala 2022’yan de li Amedê tevî 15 hempîşeyên xwe hate girtin û 13 meh piştre di danişîna ewil de hate berdan. Altan, got ku zext û sansûra li ser rojnamegeran hêj didome û ev tişt anî ziman: “Zext, sansûr û zordarî di serdema îktîdara AKP’ê de zêdetir bû. Mîlada vê pêvajoyê jî sala 2016’an e. Wê demê welêt kete tarîtiyê. Hewl dan civakê bi komî bifetisînin. Armanc ew bû ku rêya operasyon û hewldanên mezintir vekin. Xwestin pêşiya xwe paqij bikin. Jixwe piştre li dijî qada siyasî û rêxistinên civaka sivîl operasyonên bênavber dan destpêkirin. Êdî tu dezgehên çapemeniyê nehiştibûn ku van êrişan binivîsin.”
‘RASTIYA ÇAPEMENIYA KURD A LI BER XWE DIDE HEYE’
Altan, got ku tevî zext û astengkirinan jî Çapemeniya Azad li ser pêya ye û wiha pê de çû: “Bi ser re 7 sal derbas bûn. Niha jî heman polîtîka didomin. Heta ji yên wê rojê dijwartir in. Di nava salek û nîvên dawî de li dijî çapemeniya kurd operasyonên pir mezin hatin kirin. Her carê gelek hevalên me hatin girtin. Hêj niha jî bi dehan rojnameger girtî ne. Yek ji wan jî hevseroka me Dîcle Muftuoglû ye. Di demên dawî de rasterast hedef hate girtin. Rastiyeke rojnamegeriya kurd heye ku serî natewîne. Vê jî ew dida zorê. Ji ber ku îktîdarê nedixwest yek dengekî muxalîf were bihîstin. Kartelên ewqas mezin ên çapemeniyê li medyaya alîgir hatin zêdekirin û çapemenî bêbandor kirin. Rojnamegerên nedixwestin tev li vê hawîzê bibin jî hatin girtin an jî sirgûn bûn. AKP’ê ne tenê medyaya xwe ava kir, rojnamegerî serûbin kir.”
‘PÊDIVÎ BI PIŞTEVANIYEKE XURT HEYE’
Bi domdarî Altan bi lêv kir ku yek ji sedema zêdebûna zextan a li ser rojnamegeran helwesta “Hema hûn nêzî min nebin, çi dixwazin bikin e” û axaftina xwe wiha qedand: “Lê heke di dema xwe de seknekî xurt bihata raberkirin, belkî îro ewqas bi dijwarî êriş nedihatin kirin. Lê hêj jî dereng nîne. Heke bi hemû derdorên ji vê rewşê nerehet tora piştevaniyê were xurtkirin, dê zexta vê rejîmê vala derkeve. Nifteya azadiya rojnamegerên girtî, gev piştevanî ye. Ji bo vê jî divê em bêhtir dengê xwe derxînin û bi biryardarî ser bêhiqûqtiyan de biçin.”