AMED - Esnaf Ramazan Şîmşek destnîşan kir ku ew hewl didin Kuçeya Hunerê ya ji ber polîtîkayên şerê taybet bûye navenda fihûş û hişbirê bigûherînin û wiha got: “Amed dê bi nasnameya xwe ya cewherî van polîtîkayan pûç bike.”
Ji ber polîtîkayên şerê taybet ên dewletê fihûş û hişbir, girêdana madeyan, kuştinên bi çekan her ku diçe zêdetir dibe. Kûçeya Hunerê ya di semta Ofîsa Yenîşehîr a Amedê de, di serê salên 2000’î hatiye avakirin, ev demeke bi hişbir û fihûşê tê rojeve. Esnafên ku dixwazin li dijî fihûş û hişbirê hin tiştan bikin, di bin navê Komeleya Bedewkirin û Parastinê ya Koçeya Hunerê ya Amedê de bûn yek.
Ramazan Şîmşek ê yek ji esnafên li dijî fihûş û hişbirê têdikoşe, bi çalakiyên kurdî yên çand û hunerî dixwaze teşeya berê bide kûçeyê. Şîmşek li ser kuçeya bûye navenda hişbir û fihûşê û hewldanên esnafan ên li dijî vê yekê tevdigerin axivî.
Ramazan Şîmşek
PIŞTÎ 2016’AN GUHERÎ
Şîmşek, bi bîr xist ku Kûçeya Hunerê di serê salên 2000’î de ji bo çalakiyên çand û hûnerî werin li dar xistin hatiye avakirin û roleke wiha jî dilîst. Şîmşek anî ziman ku kûçe bû cihê festîval, pêşengeha wêneyan, konserên muzîkê û civakbûna ciwanan û got: “Dem bi dem dibû cihê xwestina daxwazên demokratîk. Li her bajarî kûçeyên bi nasnameya bajêr re dibin yek hene. Li Stenbolê Taksîm, li Enqereyê Kizilay, li Îzmîrê Konak li Amedê jî Kûçeya Hunerê. Taybetî jî ev pêvajo piştî sala 2016’an serobino bû. Di kûçeyê de çalakiyên hunerî qet pêk nehatin her kes jê direvî û kûçe bû cihê pêkanîna tiştên li dijî exlaqê.”
POLÎTÎKAYÊN RIZANDINÊ
Şîmşek diyar kir ku guherîna neyînî ne tenê bi Kûçeya Hûnerê re sînordar e û bi lêv kir ku ev rewş belavî tevahiya bajêr bûye. Şîmşek balê kişand pêvajoya ku guheriye û ev tişt gotin: “Taybetî jî rewşa bipevçûn, pirsgirêkên siyasî yên li Tirkiyeyê, li Amedê bi giranî hatin hîskirin. Pirsgirêka ku ciwan dê hêza xwe bidin ku derê derket holê. Em dibînin ku ciwan ji mijarên ku civakê eleqedar dikin tên dûrxistin û ji bo wan mekanîzmayên ku wan pûç bikin tên avakirin. Em bi rastiyeke wiha re rû bir û ne.”
HIŞBIR Û FIHÛŞ
Şîmşek bi lêv kir ku di salên dawî de gelek şer, bikaranîna hişbirê, fihûş û komên mafyatîk di kuçeyan de rojane tên rojevê û ev tişt gotin: “Ev kûçe kûçeya vî bajarî ye. Dibe ku helwesta hin derdoran cudatir be lê belê sekna me jî girîng e. Divê xwedî were derketin. 5-6 salên dawî hin pirsgirêk hatin jiyîn û ev tişt bû sedema dûrketina gel a ji kûçeyê. Gelek kes tîne ziman ku naxwazin bêne kûçeyê.”
‘DIVÊ XWEDÎ LÊ WERE DERKETIN’
Şîmşek got ku wan di 8’ê tîrmehê de di kafeya xwe de konsereke kurdî li dar xist û wiha axivî: “Kesên hatine konserê anîn ziman ku ew piştî 7 salan yekem care hatine kûçeyê. Kûçeya vî bajarî ye lê belê mirov piştî 7 salan tên. Li dijî dûrketina civakê ya kûçeyê divê xwedî lê were derketin. Taybetî jî di hêla kesên li ser çand û hunerê bala wan heye divê xwedî li kûçeyê derbikevin da ku ev pirsgirêk werin derbaskirin. Ger gavek di vê hêlê de neyê avêtin dê kûçe xerabtir be. Divê em kûçeyê vegerînin ser cewhera xwe ya berê.”
‘DIVÊ MIROV SEKNEKÎ BIRÊXISTINKIRÎ NÎŞAN BIDE'
Şîmşek, destnîşan kir ku esnafên di Kûçeya Hunerê de bi piştevaniyê komeleyek ava kirin û ji bo ku kûçe vegûhere li ser cewhera xwe ya bere hewl didin wiha pê de çû: “Ev tena serê xwe têre nake. Divê em vê yekê berfirehtir bikin. Divê her derdorek bi rexnedayîn nêz bibe û tev li vê hewldanê bibe. Bi awayekî zanebûn rizandin û ji rastiya xwe dûrxistin heye. Wê çaxê divê helwesta dijî vê yekê jî zanebûn û exlaqî be. Heke di navendên wiha de seknekî birêxistinkirî hebe, dê pirsgirêkên ku em qala wan dikin re civak bi refleksên xwe bersivekê derxîne holê.”
‘AMED DÊ VAN POLÎTÎKAYAN VALA DERXÎNE’
Şîmşek, da zanîn ku nasname û ruhekî serbixwe yê Amedê heye û ew ê heya ku ev ruh û nasname dîsa were şûna xwe ew ê bi hev re tevbigerin. Şîmşek di dawiya axafina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ez bang li gelê Amedê dikim ku bila xwedî nasname û ruha xwe derbikeve. Di serî de divê xwedî li Sûr û Kûçeya Hunerê were derketin. Ev asta zanebûnê her tim li Amedê heye. Ez bawer im ku ji îro û şûnde ev rewşa zanebûnê were zêdekirin, Amed dê bi nasnameya xwe ya cewherî van polîtîkayên dixwazin bi pêş bixin ên fihûş, hişbir û rizandinê dê vala derxîne.”
MA / Eylem Akdag