RIHA - Dayikek û du keçên wê yên ji ber zextan li Îranê reviyan û hatin Tirkiyeyê rastî destdirêjî û îşkenceyê hatin. Piştre jî şandin Sûriyeyê û li gel ku haya NY’ê jê heye û xetereya darvekirinê heye jî dê radestî Îranê bên kirin.
Tahereh Mousa Rashidi (64) û keçên wê Farzaneh Hojat Pakbîn (36) û Reyhaneh Hojat Pakbîn (39), ji ber zextên rejîma Îranê ji ewil hatin Tirkiyeyê û piştre neçar hatin hiştin ku berê xwe bidin Sûriyeyê. Niha jî gef lê tê xwarin ku teslîmî Îranê bên kirin. Farzaneh Hojat Pakbîn ku ji sala 2012’an heta niha li Sûriyeyê li cem malbata xwe dijî, tiştên bi serê wan hatine bo ajansa me vegot. Pakbîn, ji bo alîkariyê bang li rêxistinên mafên mirovan kir. Pakbîn, ji ber ewlehiyê nexwest cihê xwe eşkere bibêje û wiha got: “Heke me radestî Îranê bikin, dê tawanbariya ‘li dijî dewletê şer daye destpêkirin’ li me bikin û dibe ku bên bidarvekirin.”
Tiştên Tahereh Mousa Rashidi û zarokên wê jiyayîn, piştî hevjînê wê Hojjat Pakbîn winda bûy dest pê kirin. Hojjat Pakbîn tev li şerê Îran-Iraqê bû, di şer de birîndar bû û piştre li Serokatiya Cîhada Çandiniyê ya Îranê dest bi xebatê kir. Lê belê di 4’ê nîsanê de ji nişka ve winda bû. Piştî windabûna Hojjat Pakbîn, hêzên ewlekariyê gelek caran bi ser mala wan a li Tehranê de girtin. Tahereh Rashîdî ji bo agahiyekê ji hevjînê xwe bigire ji ewil çû saziya lê dixebitî û piştre jî çû qereqol, nexweşxane, rêveberiyên goristanan û saziya tipa edlî. Lê tu agahî jê negirt. Mûçeyê gazîtiyê yê Hojjat Pakbîn jî hate qutkirin. Rewşa aboriyê ya malbatê xerabtir bû û zextên li ser wan zêde bûn. Di sala 2007’an de anku sala Farzaneh Hojat Pakbîn dest bi zanîngehê kirî, zextên rejîmê jî dest pê kiribûn. Demek piştre bi hinceta dersokê, destûr nehat dayîn ku Pakbîn bikeve zanîngehê.
LI STENBOLÊ HATIN REVANDIN
Pakbîn, got ku parêzerekî ji wê re got ku bi tawanbariya “li dijî dewletê sûc kiriye” ji bo wê û xwişka wê biryara girtinê hatiye dayîn. Pakbîn, anî ziman ku li ser vê yekê biryar dane ku weke penaber derbasî Tirkiyeyê bibin. Pakbîn, destnîşan kir ku ji ewil xwişka wê di sala 2009’an de hatiye Stenbolê û wiha qala wan rojan kir: “Me 10 rojan tu agahî ji xwişka min negirtin. Piştre jî ez û dayika xwe hatin Tirkiyeyê. Em li Stenbolê dijiyan. Hatina min a Tirkiyeyê, bîranîna min a herî biêş bû. Kesê em anîn Tirkiyeyê soz dabû ku dê me bi sax û silametî bîne Tirkiyeyê, li dibistaneke ziman qeyd bike, ji bo li zanîngehekê qeyd bibin bibe alîkar û bo me malê bigire. Me ji bo vê pere dabûn wî. Lê çawa ku em anîn balafirgeha Tirkiyeyê, weke ku ew beg û em jî xulamên wî bin tevgeriya. Li balafirgehê kesekî biçek û bi farisî diaxivî hate cem min û got; ‘Pakbîn xanim ji kerema xwe bêyî pevçûn û deng derxînî bi min re were. Xwişka te bi me re ye.’ Ji me re gotin ku endamên Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşê yên Îranê ne. Dinya li ser serê min xera bûbû. Ajokarekî tirk hebû û yên din tevek îranî bûn. Em şevek û du rojan veguhestin apartmanên taxeke antîk a Stenbolê. Li wir her tiştên me ji me standin, zêrên me, telefonên me û pereyên me ji me standin. Xwarin û av nedan me. Piştre jî em derbasî maleke li semteke veder a Stenbolê kirin.”
TECAWIZ, JÊPIRSÎN, ÎŞKENCE
Bi domdarî Pakbîn anî ziman ku dema çûne malê xwişka xwe dîtiye û wiha pê de çû: “Piştî du hefteyan cara ewil bû min xwişka xwe didît. Westiyayî bû, birîndar bû. Lingên wê enfeksiyon girtibû. Birînên mezin di laşê wê de hebûn. Bin çavên wê û zendikên wê reş û şîn bûbûn. Li wir zarokeke din hebû lê dîsa jî em li wir hiştin. Ew jî mîna me, girtiyê mirovan bû. Çekên wan hebûn. Bi dehan caran xwişka min li pêş çavê min û dayika min tecawiz kirin. Haya me ji danê rojê nebû ji ber ku ode tarî bûn, her çendek saetan carekê em dixistin jêpirsînê û dibirin îşkenceyê. Em 45 rojan di destê wan de man. Em serê sibehê bi qêrînekê hişyar bûn. Xwişka min xwe gihand mitbaxê, li wir zendikên xwe birîn û hewl da întîhar bike.”
BIRYARA VEGERA SÛRIYEYÊ
Pakbîn, got ku piştî hewldana întîharê ji malê hatine avêtin û ev tişt anî ziman: “Xwişka min di nava xwînê de bû û heta êvarê em li rex peyarêyê man. Jinekê em dîtin û alîkarî da me. Min fêm nekir bê ka çi digot. Xwest ez wê bişopînim û em birin mala xwe. Bi xwişka min re eleqedar bû. Pereyê me tune bû. Ji bo me jêrzemînek kirê kir. Min li atolyeyeke dirûnê dest bi xebatê kir û kirêya malê dida. Min hêdî hêdî ji xwe re heval çêkirin û pere kom dikir. Em heta demekî dirêj li wê jêrzemînê man. Min derheqê NY’ê de agahî kom dikirin. Wê demê her îranî xwedî wî mafî bû ku bi awayekî qanûnî 3 mehan li Tirkiyeyê bijî. Û heke bixwazî wê dema mayînê dirêj bikî, divê ji Tirkiyeyê derkevî û dîsa vegerî. Li ser pêşniyara malbata li me nihêrtî, me biryar da ku biçin Sûriyeyê û dîsa vegerin.”
ŞERÊ NAVXWEYÎ DEST PÊ KIR
Pakbîn, diyar kir ku di 1’ê çileya 2011’an de bi balafirê çûn Şamê û wiha got: “Em şevekê li balafirgehê man. Bi balafira din dîsa vegeriyan Tirkiyeyê. Lê li Balafirgeha Stenbolê em dîsa li Sûriyeyê hatin vegerandin. Li Sûriyeyê em şevekê li navenda binçavkirinê hatin ragirtin. Polîsên vê derê tiştek nekirin. Li gorî qanûnên Sûriyeyê yên wê demê, dema îraniyek tê Sûriyeyê dikariya 3 mehan bimîne. Lê tenê destûra mayîna hefteyekê dan. Rayedaran ji me re gotin; ‘kêmek ma ye em bikevin şer û di vê rewşê de em naxwazin bi Komara Îslamî re tu pirsgirêkan bijîn.’ Wisa xuya bû ku rewşa me ji wan hatibû pirsîn. Piştî hewldanên dem dirêj, em çûn Ajansa Penaberan a NY’ê ya li Sûriyeyê. Şandin bajarê Dumayê û me li wir qeyda xwe çêkir. Dê em di sala 2012’an de biçûna Kanadayê. Lê şerê navxweyî derket. Em 12 rojan li pêşiya Neteweyên Yekbûyî razan. Cihek nebû ku em lê bimînin. Tu kampên NY’ê yên ji bo penaberan tune bûn. Wê demê ji bo me herêma spî (jîngeha aştiyane ya penaberan) nedifikirîn. Em bi rojan birçî man.”
800 ROJ IN DI KONÊ PENABERAN DE YE
Bi domdarî Pakbîn destnîşan kir ku ji bo şopandina qanûnî û navnîşanê gelek caran serî li NY’ê dan lê ev serlêdanên wan her carê bêbersiv hatine hiştin û wiha axivî: “Me li Ofîsa Penabaran a NY’ê dest bi grevê kir. Li erdê razan. Lê ji bo me tu tiştek nekirin. Bêyî ku qeydeke me ya fermî hebe, me hewl da bijîn. Min û xwişka min resm çêkirin û pêşangeh vekirin. Li gel çêkirina resman, her wiha me ders didan zarokan û kar û barên destan nîşanî wan didan. Ji ber şer em gelek caran bêmal man. Milîsên piştgiriyê didin rejîma Îranê gelek caran êrişî mala me kirin. Xwişka min di sala 2018’an de li pêşiya NY’ê hewl da întîhar bike. Em nêzî 800 roj in li kobajarê penaberan a NY’ê dimînin.”
BANGA JI BO RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN
Pakbîn, bi lêv kir ku di adara 2023’yan de bi sedema ku pasaportên wan ên Sûriyeyê nînin, hatine binçavkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Xetere heye ku me radestî Îranê bikin. Heke me radestî Îranê bikin, em ê bi îşkence, girtîgeh, qamçî û înfazê re rû bi rû bimînin. Banga min ji bo hemû rêxistinên mafên mirovan e; ji we rica dikim ku bo me bibin alîkar. Heta ku ji destê we tê bibin dengê me.”
MA / Emrûllah Acar