Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 10:03 23 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Endama Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê Leyla Kalin a qala bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser tenduristiya civakê kir, rexne kir ku partiyên siyasî û tifaq tecrîdê naxin nava bernameyên xwe yên hilbijartinê û wiha got: “Divê tecrîdê bixin nava bernameyên xwe. AKP ji ber vê yekê winda dike.”
 
Pêvajoya ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999'an de bi vegera li Tirkiyeyê dewam kir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî bû. Lê belê Mehmet Ocalan diyar kiribû ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin. Ji wê rojê ve tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran tu agahî nayên girtin. Di vê pêvajoyê de bi kûrbûna tecrîdê polîtîkayên şer bandor li hemû beşên civakê kir û weke, aborî, civakî û çandî veguherî kaosê. 
 
Endama Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Leyla Kalin, têkildarî bandora tecrîdê ya li ser tenduristiya civakê nirxandin kirin. 
 
TENDURISTIYA CIVAKÊ ÇI YE?
 
Kalin, diyar kir ku divê tenduristiya civakê weke giştî bê nirxandin û destnîşan kir ku divê tenê bi asta tenduristiyê neyê nirxandin. Kalin, axaftina xwe wiha domand: “Divê kes bi awayekî polîtîk xwe rehet û ewle hîs bike û bikare xwe bi rengekî rehet û azad îfade bike. Ev jî bi awayekî zelal karneya tenduristiyê ya civakî ya Tirkiyeyê radixe ber çavan.”
 
Kalin, diyar kir ku bi erdhejên di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn re tenduristiya civakê nema ye û diyar kir ku ev rewş jî veguherî hêrsê. Kalin, a bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê wiha got: “Gel wê ji bo azadiya raman û xwe ewle hîs bike wê hêrsa xwe li ser sindoqan nîşan bide.”
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Kalin, qala bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser tenduristiya civakê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda tê sepandin ne rewşeke ku mirov bikare ya li ser şexsekî bigire dest. Ev şêweyeke birêvebirinê ye. Me dît ku ev rewş bi pêvajoya pandemiyê kûrtir bû. Em dizanin ku tecrîda li ser girtîgehan tê pêkanîn ji tecrîda li ser civakê serbixwe nîne. Li bajaran mirov jî bi heman awayî tên tecrîdkirin. Di daxuyaniyên herî biçûk ên çapemeniyê de mirov tên dorpêçkirin, tundî li wan tê kirin û azadiya wan ji destê wan tê girtin, ev yek jî encama tecrîda li girtîgehan tê bi meşandine. Ji ber vê yekê rakirina tecrîdê ya ji holê wê bike ku mirov bi awayekî rehet bêhnê bigirin û azad bibin.” 
 
JI BO AŞTIYA CIVAKÎ…
 
Kalin, anî ziman ku gelê kurd Abdullah Ocalan weke serok dibîne û destnîşan kir ku heke behsa rastkirina tenduristiya civakî û aştiya civakî bê kirin divê ewilî tecrîd bê rakirin. Kalin, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê kurd Abdullah Ocalan weke serok penase dike. Ji ber vê yekê rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê tevkariyên girîng li aştiya civakî bike.”
 
TECRÎD Û HILBIJARTINÊN 14’Ê GULANÊ 
 
Kalin, diyar kir ku kêmasiyeke mezin e ku partî û tifaqên siyasî yên ji bo 14’ê Gulanê hatine amadekirin tecrîdê naxin nava bernameyên xwe yên hilbijartin û partiyê û diyar kir ku Tifaqa Cûmhûr tecrîda mutleq kûrtir kiriye û Tifaqa Millet jî hêj kodên neteweyî di nava xwe de vedihewîne. Kalin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê, rastiya ku qala tecrîdê nayê kirin, gotineke ku li ser rakirina tecrîdê nayê kirin, divê bi kêmasiyên wan ên zihnî re bê nirxandin. Muxatabê vê yekê dîsa gelê kurd e. Divê gelê kurd li dijî tecrîdê karibe xwebûneke xwe nîşan bide. Divê ewilî kodên heyî bên rakirin. Bernameyên partiyan nikarin gelê kurd ji nedîtî ve bên. Neçarin tecrîdê têxin bernameyên xwe. Heke bandora vê wê li salan belav bibe. Windakirina AKP’ê û MHP’ê ji vê yekê ye.”
 
 

Sernavên din

25/04/2023
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye