Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin

  • rojane
  • 19:54 21 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi namzetên Stenbolê û coşa sedan kesan serdan kirin û buro vekirin. Ûçar, diyar kir ku wê sedsaliya gelan di 14’ê Gulanê ava bikin û wiha got: “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin. Ew dê biçin em ê serbikevin.”
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi boneya Cejna Remezanê bi gelê Stenbolê re hevdîtin kir. Namzetên parlamenteriyê yên Stenbolê, siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, hunermend û ji her beşa civakê gelek kes bi Ûçarê re bûn. 
 
SERDANA MALÊNCEMÊ HATE KIRIN 
 
Di çarçoveya çalakiyan de yekemcar sazî û rêxistinên elewiyan û Malêncemê hatin ziyaretkirin. Uçar û şandeya pê re çûn serdana Şaxa Komeleyên Çandê yên Elewiyan ên Sultangaziyê, Malacemê ya Pîr Sultan Abdal, Malacemê ya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gazî û Malacemê ya Alîbeykoyê û diyar kirin ku civaka elewiyan di tevahiya dîrokê de gelek êş kişandine. Di serdanê de hate gotin ku li dijî daxwaza welatîbûna wekhev wê tim bi elewiyan re bin û Partiya Çepên Kesk ê pêşengtiya van daxwazên wan bike û wisa siyasetê bike. Nûnerên elewiyan jî gotin ku wê li cem Partiya Çepên Kesk bin û wê di vê rêyê de bi hev re bimeşin. 
 
COŞA MEZIN 
 
Ûçar û kesên pê re pişt re tev li vekirina buroyê ya li Taxa Guzeltepeyê bûn. Bi sedan kesên beriya vekirina buroyê bi stranên kurdî re govend gerandin, alên Partiya Çepên Kesk hejandin û coşa xwe nîşandan. Girseyê bi coşeke mezin, jinan jî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” Ûçar pêşwazî kirin. 
 
DIYARKERA HILBIJARTINÊ STENBOL E
 
Piştî ku girseyê bi hev re girtî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” pêşwazî kirin, namzetên parlamenteriyê yên herêma duyemîn ên Stenbolê gelê Guzeltepeyê silav kir. Ûçar a li vir ji girseyê re axivî, bi zaravayên kurmancî û kirmançkî gel silav kir. Ûçar diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek krîtîk û dîrokî ne û wiha got: “Stenbol di vê wateyê de bi têkoşîna xwe yek ji bajarên ku desthilata AKP’ê û MHP’ê tune dihesibîne û têkoşîn lê zêde ye. Em dizanin ku yek ji bajarên ku hilbijartinê diyar dike Stenbol e. Dema ber bi hilbijartinê ve diçin herkesê beyannameya xwe aşkere kir. Ji bo me beyannameya esas têkoşîna me ya heta van rojan anîye bi xwe ye.”
 
‘EM TÊN KU SEDSALA NÛ AVA BIKIN’
 
Ûçar a dirûşmeya Tifaqa Cûmhûr rexne kir wiha berdewam kir: “Em weke Partiya Çepên Kesk dibêjin ‘Dîsa Em’. Em di sala 2023’yan de bi ciwan û jinan re ji bo bibin kirde tên. Ez ji niha ve 14’ê Gulanê pîroz dikim, dê ji bo me pîroz bibe. Yên ku vê hilbijartinê diyar dikin em in  ji ber wê li qadê herî zêde em tên axaftin. Dibêjin ‘em tên ku bi kurdan re sedsaleke nû ava bikin’ Em ji vir bêjin sedsaleke me ya bi zilma li Dayikên Şemiyê, elewiyan, Emîne Şenyaşar û kurdan rewa bibînin nîne. Em ê sedsala gelan di 14’ê Gulanê de bi gelan re ava bikin. Hûn hene?.” Girseyê jî bi yek dengî ji Ûçar re got “Em hene”.
 
‘EM TÊN KU HESABÊ BIPIRSIN’ 
 
Ûçar a destnîşan kir ku wê bi gelan re roja hilbijartinê hesabê bipirsin, axaftina xwe wiha domand: “Ev hilbijartin di navbera desthilatê û civakê de ye. Armanca me ya herî mezin guhertina vê pergalê ye. Bila gumana kesê ji vê yekê nebe. Em weke Partiya Çepên Kesk di 81 bajaran de dikevin hilbijartinê. Em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku di bin banê dara partiya me de bibin yek. Em natirsin, em tên ku hesabê bipirsin, em ê bipirsin jî.
 
‘EM Ê SERBIKEVIN’ 
 
Ev weke diçin şer ji hilbijartinê re amadekariyan dikin. Yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê jî pirsgirêka kurd e. Em diyar bikin ku em li pişt mutebaqata Dolmabahçeyê ne. Em diyar bikin ku em li pişt metna ku Birêz Ocalan di sala 2013'an de şandibû ne. Em li kolanan û li qadan çiqas xurt bin em ê ji bo şandina desthilata AKP’ê û MHP’ê jî ewqas xurt bin. Em li vir in em ê bi hev re qezenc bikin. Ew dê biçin, em ê qezenc bikin.”
 
BI TILÎLIYAN BURO VEKIRIN 
 
Girseyê demekî dirêj bi çepik û dirûşmeyan bersiv da axaftina Ûçar. Pişt re Ûçar û namzetên parlamenteriyê, bi sedan kesan re bi çepik û tilîliyan buro vekirin. Rêveberên CHP’a Stenbolê jî bi boneya cejnê serdana buroyê kirin. 
 
‘ÇAVKANIYA HÊZA ME HÛN IN’ 
 
Pişt re şande bi konvoyê derbasî Taxa Gokturk a navçeya Arnavûtkoyê bûn û li vir buroya hilbijartinê vekirin. Ûçar û kesên pê re ji aliyê girseyê ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û girse bi kurmancî û kirmançkî silav kirin. Ûçar a cejna girseyê pîroz kir û wiha got: “Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê li qadan in. Bawer bikin ku em gelek xurt in. Çavkaniya hêza me jî hûn in ku tevî zext û baranê têkoşîna xwe mezin dikin.”
 
DESTNÎŞANKIRINA RÊYA 3’YEMÎN 
 
Ûçar, qala girîngiya têkoşîna bi hev re ya gelê kurd û civaka elewî kir û ev tişt gotin: “Rêya me Rêya Sêyemîn e. Dema em ber bi hilbijartinan ve diçin em ne mecbûrî Tifaqa Milet in. Me rêyeke nû vekir. Ya ku qezenc dike jî rêya me ya sêyemîn e. Em ê bi 14’ê Gulanê re Peymana Stenbolê têxin meriyetê. Ji niha ve pîroz be.”
 
Aktîvîte bi gerandina govendê ya bicoş bi dawî bû. 
 

Sernavên din

25/04/2023
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye