Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir

  • rojane
  • 09:51 18 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan got ku Erdogan hemû kesî li ser ‘têkiliya bi PKK’ê re’ tawanbar dike û wiha got: “Yê herî zêde bi PKK’ê re hevdîtin kirî jî Erdogan e.” 
 
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî rojevên heyî axivî. Kalkan, pirsên Medya Haber TV’yê bersivand û bal kişand ser sûîqest û êrişên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê û êrişa li dijî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî. Kalkan, da zanîn ku ev ne cara ewile ku li dijî Ebdî êriş tê kirin û gotinên Ebdî yên “Ez çendek caran rastî heman êrişan hatim, tevek jî têk çûn” bi bîr xist û wiha got: “Ne tenê Mazlum Ebdî, êrişî gelek rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev yek eşkere ye. Divê em tevdîrên xwe pêş bixin lê divê hemû cîhan jî vê rastiyê bibîne. Hewceye li dijî vê xwedî helwest û bertek bin.” 
 
TÊKILIYA ÊRIŞAN A BI HILBIJARTINAN RE
 
Kalkan, diyar kir ku êriş û sûîqestan têkiliya xwe bi hilbijartinan re heye û ev nirxandin kir: “Em vê fêm dikin; faşîzma AKP-MHP’ê hem MÎT û hem jî kontrgerîla heta dawiyê seferber kirine. Ji bo ku rêveberiya PKK’ê bibînin û lê bixin tevek seferber kirine. Dixwazin encamekî bi dest bixin û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser kevin. Ev yek pir eşkere ye. Di demên berê de ev yek kirin û hinek bandora vê heye. Hesaba wan wiha ye; heke em ji rêveberiya PKK’ê, ji kurdan, hinek kesên di nava kurdan de derketin pêş bikujin, wê demê dê hemû dengên nîjadperest, şoven, faşîst, neteweperest û tirkperestan bigirin û di hilbijartinê de bi ser kevin. Tayyîp Erdogan, tevahiya propagandaya xwe li ser vê bingehê ava kiriye. Rêbaza xwe ya di hilbijartina serokkomariyê de li ser qetilkirina kurdan ava kiriye. Armanca wan ew e ku rêveberên PKK’ê û kurdên ji bo azadiyê têdikoşin qetil bikin. Ma tiştekî wiha dibe? Divê hemû kes vê rastiyê bibîne.”
 
'HERÎ ZÊDE ERDOGAN HEVDÎTIN KIRIN’
 
Di berdewamê de Kalkan bi lêv kir ku AKP-MHP tevahiya propagandaya xwe li dijî têkoşîna gelê kurd ava kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tayyîp Erdogan hemû kesî li ser ‘têkiliya bi PKK’ê re’ tawanbar dike. Lê di esasê xwe de têkiliya PKK’ê herî zêde bi Tayyîp û AKP’ê re çêbû. Yanî çûn Îmraliyê. Bi Rêber Apo re ewqas hevdîtin kirin, heta yên qasid şandin Qendîlê jî ew bûn. Rêveberiya Tayyîp Erdogan ev kes şandin. Hemû kes dizane. Rêveberiya Tayyîp Erdogan ew şandin hevdîtinên Osloyê. Serokê MÎT’ê yê ku niha temamiya van komkujiyan dike hevdîtin kirin. Niha jî hinek kesan bi rastî jî weke ku têkilîdanîna bi PKK’ê re sûc be, zextê lê dikin. Dibêjin ‘em nînin.’ Wan bi xwe ewqas tişt kirin. Weke ku dibêjin, diz xwediyê malê neheq derdixîne. Me nedîtiye ku di dinyayê de tu kesî bi qasî Tayyîp Erdogan ev yek kiribe. Ne ku pir pispor e lewma dike. Kesên li hemberî wî qels in lewma wisa dike. Hêza wan tune ye ku xwe biparêzin. Xistine devê xwe teror û nizanim çi. Teror tune ye lê neheqî hene, êriş hene, newekhevî heye, qirkirina kurdan heye, kurd tune tên hesibandin û hewl didin kurdan tune bikin. Di nava sînorên TC’ê de nêzî 30 milyon kurd hene belkî jî hêj zêdetir. Nasnameyeke wan tune ye, navê wan tune ye, zimanê wan tune ye. Tayyîp Erdogan dibêje; ‘kurd tune ne.’ Dibêje; ‘yên heyî jî dê werin kuştin.’ Vê biryarê dide. Kesê ji xwe re dibêje ‘ez kurd im’, an diavêjin zindanê an jî dikujin. Ji bilî vê tiştekî nas nake.” 
 
Kalkan, banga “dengê xwe bidin namzetên demokrat” û ev tişt anî ziman: “Êdî faşîzma AKP-MHP’ê nema dikare dewam bike. Divê bişînin sergoya dîrokê. Wisa bifikirin ku rêveberiya AKP-MHP’ê dê hinek din jî bidome. Ma dê di destê Tirkiyeyê de çi bimîne? Dê tu tiştekî bi navê mirovatî, azadî, demokrasî û xwîşk-biratiyê nemîne.” 
 

Sernavên din

22/04/2023
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele