Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî

  • rojane
  • 09:47 18 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Namzetê parlementeriyê yê Amedê yê Partiya Çepên Kesk Azad Bariş, diyar kir ku ew ê li Meclisê bibe dengê hemû kesên vederkirî û got: "Em êzidî, elewî, çerkez û gel û baweriyên din ên bi tenê tên hiştin, em ê hesab bipirsin." 
 
Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bênavber didomîne. Di nava lîsteya parlementeriyê ya partiyê de gelek navên cuda hene û ev nav derdorên cuda temsîl dikin. Yek ji van kesan jî Azad Bariş e. 
 
Azad Bariş ku kurdê êzidî ye, di sala 1969'an de li herêma Qerejdaxê li gundê Zewra yê Wêranşar a Rihayê hatiye dinê. Gava zarokb ûye tevî malbata xwe koçî Ewropayê kiriye û li bajarê Feriburgê yê Almanyayê dibistana amadehiyê kuta kiriye. Bariş ku li Zanîngeha Hambûrgê xwendiye, li heman zanîngehê jî ji Beşa Civaknasiyê lîsansa bilind kuta kiriye û doktoraya xwe jî di qada felsefeyê de ji Zanîngeha Leuphanayê wergirtiye. Bariş ku li Îngîltere, Amerîka û Awustralyayê tevlî gelek bernameyan bûye, li Zanîngeha Leuphanê di qada Xebatên Ragihandin û Çandê de hîndekarî kiriye. 
 
Her wiha Bariş, ji bo gelek rojname û kovarên navneteweyî jî gotar nivîsîne û di nava Tevgera Çep û Hêşînparêz a Alman de jî cih girtiye. 
 
Bariş piştî ku DAIŞ di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrişî Şengalê dike, daxilî nava Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibe û demeke dirêj di Meclisa Partiyê ya HDP'ê û Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê de maye. Bariş, ji rojnameya Yenî Yaşam û Karincayê re dinivîse. Bariş ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî kurdî, bi almanî, îngilîzî û tirkî dizane. 
 
Azad Bariş
 
'EM Ê BIKIN 12-0'
 
Bariş anî ziman ku ji bo temsîliyeta êzidiyan di lîsteya partiyê de cih girtiye û got: "Ez di rêza dehan de me. Û ez bi hejmara dehan li vê meseleyêd inerim. Teqez em ê bi ser bikevin. Armanca me ya sereke em ji 12 namzetan em 11 heban jê hilbijêrin û Amedsporê vexwînin. Em ê maça ewil bi wan re bikin. Lê helbet em ê hevalê xwe yê din jî li derve nehêlin. Em ê bikin 12-0. Dê destkeftiya herî mezin a vê hilbijartinê ev eb; em ê qenciyê bînin vî welatşî vê erdnîgariyê." 
 
GUHERÎN
 
Bariş anî ziman ku di hevdîtinên gel de, rastî bertekeke pir baş tên û got: "Coşeke mezin heye. Lê di heman demê de gel pir bihêrs e jî. Em hewl didin ku vê hêrsê veguherînin coşê û şahiyê. Niha berxwedaneke muazam a ji bo demokrasiyê heye. Em wî ruhî li kuçeyan his dikin. Di hevdîtinên gel de her kes guh li dengê guherîna dengê bê dike. Ya ku naxwaze guh lê bike ûbibîne, tenê detshilata siyasî ye. Yanî xwe li nedîtin û nebihîstinê datîne. Ev bayê guherînê dê bibe bayekî muazam."
 
Bariş bal kişand ser çewisandinên desthilata AKP'ê jî û îşaret bi pêvajoya 2015'an û ya piştî wê kir. BAriş destnîşan kir ku desthilat li Kurdistanê li hemberî kurdan dijminatî  kiriye û bi tunekirina bajaran, li hemberî gel şer kiriye.
 
'EM Ê BIBIN DENGÊ TÊN VEDERKIRÎ'
 
Bariş bilêv kir ku partiya wan dengê yên vederkirî ye û ew ê jî li meclisê yên vederkirî temsîl bikin û axaftina xwe wiha domand: "Em dengê yên vederkirî, dengê karker û kedkaran in û em li dijî sermayeyê ne. Lewma nabê me HDP, lewma navê me Partiya Çepên Kesk e û ji ber wê darên me dişibin hev du. Şaxa yekê, ber bi ya din ve diçe û her biçe dê ev dar mezin bibe. Em kesk in, em hawirdorparêz in, em mor in, em jin in, em hêşîn in, em bihêvî ne. Em ê li Meclisê kuçeyan, bersivê bidin meydanxwetsinên herî mezin." 
 
Bariş bang li hemû derdorên xwedî reng û dengên cuda kir û got: "Banga min, bi taybetî ji bo gelê êzidî û bi giştî ji bo hemû gelan ev e; Van hilbijartinan esas bigirin, ji lew re ev hilbijartin dê çarenûsa me biguherîne. Ev çarenûs, tenê me elqedar nake. Ji lew re dê encamên vê hilbijartinê pêl bi pêl mezin bibin û dê pêşî li Rojhilata Navîn û bi dû re jî li seranserê cihanê belav bibin."
 
Bariş di dawiya axaftina xwe de got şensekî wan ê ku di vê hilbijartinê de winda bikin tune ye û got: "Lewma divê em mil bidin milê hev û bitêkoşin. Em ê bi  hev re bi ser bikevin." 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

22/04/2023
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele