Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye

  • rojane
  • 11:30 14 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Hat zanîn ku beriya biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê li şahidê nepen "CV23TY45UP78" hatiye guhdarîkirin ku di îdianameya 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran de cih digire. Îfadeyên vî şahidê nepen di dosyayê de weke “delîl” hatiye nîşandan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî rojnamegerên girtî Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan, Zeynel Abîdîn Bulut, Abdurrahman Oncu û rojnamegerên bi awayekî serbest tên darizandin Esmer Tunç, Kadîr Bayram û Mehmet Yalçin de îdianame amade kir. Îdianame ji 728 rûpelan pêk tê û ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin û 11’ê tîrmehê weke roja danişîna ewil hate destnîşankirin. Danişîna ewil dê di 11’ê tîrmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Rojnameger di îdianameyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin. Hat zanîn ku beriya biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li şahidê nepen "CV23TY45UP78" ku di îdianameya rojnamegeran de cih digire hatiye guhdarîkirin û di dosyayê de weke “delîl” hatiye nîşandan.  
 
ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ YÊN ŞAHIDÊ NEPEN
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn û li ser daxwaza Wezareta Dadê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 21’ê kanûna 2022’yan de li şahidê nepen ê behsa xeberê guhdarî kir. Piştî îfadeyên têkildarî rojnamegeran li şahidê nepen hate guhdarîkirin û di biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê de jî weke delîl hate nîşandan. Şahidê nepen îdia kir ku rojnameger “di saziyên girêdayî Komîteya Çapemeniyê ya PKK’ê de dixebitin” û HDP jî alîkariya malî dide wan saziyan. Heman şahidê nepen di îfadeyên xwe yên têkildarî rojnamegeran de îdia kir ku saziyên rojnameger tê de dixebitin ji hêla rêxistinê ve tên fînansekirin. 
 
'LI GORÎ MANTIQEKE DERHIQÛQÎ TEVGERIYANE’
 
Parêzerê rojnamegeran Resûl Tamûr têkildarî îdianameyê û îfadeyên şahidê nepen axivî. Tamûr, got ku îdianameya piştî 10 mehan hatiye amadekirin, îdianameyeke polîtîk a li dijî çapemeniya kurd e û wiha domand: “Tu bingeheke hiqûqî ya vê îdianameyê tune ye. Rojnameger, ji ber platformên lê dixebitin tên darizandin. Di dosyayê de 2 şahidên eşkere û yek jî yê nepen heye. Her roj li şahidekî eşkere hate guhdarîkirin. Heman tiştan dibêjin. Her du şahid jî kal in û bi tirkî baş nizanin. Li gorî min ew îfade ne yên wan in. Li şahidê nepen jî ji bo raste rast alîkariya xizîneyê ya HDP’ê were qutkirin, bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê hatiye guhdarîkirin. Îfadeyên her sê şahidan jî nekarîne xebatekî derqanûnî derxîne holê. Ji ber vê sedemê jî her rojnameger ji her bernameyê heta ji her cureyên talîmatê berpirsyar hatiye dîtin. Mantiqeke wiha ya derhiqûqî hatiye bikaranîn.” 
 
'BI RÊYÊN DERQANÛNÎ XWE GIHANDINÊ’
 
Bi domdarî Tamûr anî ziman ku di dema operasyona li dijî rojnamegeran de her wiha bi ser şîrketên produksiyonê de jî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Bi hinceta ‘lêgerînê’ 32 rojan li wir man. Di bin navê lêgerînê de ketin serverên saziyên weşanê yên derveyî welat ku bernameyên rojnamegeran diweşînin. Ji roja operasyona hate kirin heta dawiyê nehiştin tu kes tev li lêgerîna li şîrketên produksiyonan bibin. Digotin ku di encama lêgerînên 30 rojan de bi milyonan megabayt dîmen desteser kirine û ji ber ku nihêrtina li wan pir dirêj ajtoiye nekarîne îdianameyê amade bikin. Lê bi îdianameyê re îdia dikin ku di pêvajoya 30 rojan de li şîrketan lêgerîn nekirine, bi awayekî derqanûnî li ser komputerên şîrketan ketine serverên qenalên televîzyonan ên Stêrk û Medya Haberê û ji komputerên van TV’yan agahî û belge kişandine. Bêguman em nizanin bê ka agahî û belgeyên bi vê rêbazê hatine bidestxistin rast in an na. Heke rast jî bin, divê rojnamegerên di vê dosyayê de tên darizandin di nava van nîqaşan de neyên nirxandin.” 
 
'HEWCEYE ROJNAMEGER BÊN BERDAN’
 
Parêzer Tamûr got ku delîlên bi rêya ketina serverên derveyî welat hatine bidestxistin dikevin çarçoveya “delîlên qedexe” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev agahî û dane bêyî destûrê hatine bidestxistin. Îxtîmaleke mezine ku li gorî qanûnên welatên ku ev agahî ji serverên wan hatine peydakirin jî ev karê hatiye kirin sûc e. Delîlên ku bi awayekî derqanûnî hatine bidestxistin, di çarçoveya îdianameyê de weke ku li şîrketan hatibin bidestxistin hatine nîşandan û li ser vê manîpulasyonê jî dixwazin ceza bidin rojnamegeran. Delîlên bi awayekî derqanûnî hatine bidestxistin û ziman û tercîhên edîtoryal ên rojnamegeran di bernameyên xwe de bi kar anîne didin ber hev û xebatên rojnamegeriyê manîpule dikin. Dema dîtin ku xebatên derqanûnî tune ne, divê rojnameger tavilê bên berdan.” 
 

Sernavên din

14/04/2023
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan