Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire

  • rojane
  • 10:43 14 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî da zanîn ku li dijî tecrîdê serî li Baroya Stenbolê dabûn û wiha got: “Rewşa heyî ya baroyê nîşan dide ku ew jî di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikirin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin û ev zêdetirî 2 sal in tu agahî jê nayên girtin. Piştî bidawîbûna “Pêvajoya guftûgoyê” ya di navbera salên 2013-2015’an de, îktîdar careke din li polîtîkayên înkar û redkirinê vegeriya. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş piştî bidawîkirina pêvajoyê veguherî “Tecrîda mutleq.” Hewldanên neteweyî û navneteweyî yên li dijî tecrîdê jî ji hêla îktîdarê ve jinedîtî ve tên. Di serî de şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Amed, Riha, Mêrsîn û Stenbolê, li gelek bajaran OHD’ê ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî, rakirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, ji bo bicihanîna mewzûatên navxweyî û navneteweyî serî li baroyan dan û jê xwestin ku bikevin nava hewldanan. Di vê çarçoveyê de 155 parêzerên girêdayî Şaxa OHD’a Stenbolê di 21’ê mijdara 2022’yan de serî li Baroya Stenbolê dan. 
 
Hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî têkildarî serlêdan û pêşketinên heyî bi ajansa me re axivî. 
 
HELWESTA BAROYÊ
 
Îsteklî, diyar kir ku sedema girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “Rol û rista ku Abdullah Ocalan ji bo gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn li xwe girtî ye” nirxand û wiha got: “Bi sepana tecrîda bênavber re dixwazin cihê Ocalan a di nava civakê de qels bikin. Ji b rakirina recrîdê hewldan hene. Herî dawî jî em bi şandeya Ewropayê re çûn serdana Baroya Stenbolê. Weke ku tiştekî wiha qet tune be, weke ku cihekî bi navê Îmraliyê tune be û weke ku tu astengî li pêşiya parêzeran nebin tevgeriyan. Dema me mijar vedigot jî nexwestin di vê mijarê de biaxivin.” 
 
Bi domdarî Îsteklî destnîşan kir ku seroka Baroya Stenbolê ya nû Fîlîz Saraç piştî ku di hilbijartinê de bi ser ketî ji bo parêzerên çepgir û sosyalîst gotiye; “Kesên kîmyewî û terorîst winda kirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cihê ku niha baro lê disekine tam li gorî nêrîna hikûmet û dewletê ye. Bi heman awayî li civakê jî dinêrin. Lewma jî mezintirîn baroya cîhanê anku Baroya Stenbolê di nezera me de xwedî tu wateyekî nîne. Ji bo me ya girîng ne hejmara parêzaran a baroyan lê karîgeriya wê girîng e. Ne tenê di mijara tecrîdê de, di çareserkirina mijarên din de jî Baroya Stenbolê tiştekî nake.” 
 
'BÊHIQÛQTÎ JI ÎMRALIYÊ BELAV DIBIN’
 
Di berdewamê de Îsteklî bêdengiya Wezareta Dadgê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Wezareta Dadê di vê mijarê de tu nêrîneke erênî yan jî neyînî parve nake. Ev yek nîşan dide ku li Tirkiyeyê tiştekî bi navê hiqûqê nema ye. Bi birêz Ocalan re êdî ew hiqûqa heyî ya biçûk jî hate tecrîdkirin. Lewma jî di esasê xwe de feraseta bêhiqûqtiya ku hikûmet li gelên Tirkiyeyê, kurdan, welaparêzan, bindestan, penaberan, jinan û zarokan dike bingeha xwe ji Îmraliyê digire. Anku sedema temamiya van bêhiqûqtiyan ji Îmraliyê derket û niha li tevahiya civakê belav bûye. Bêguman ev hewldan, hewldanên rejîmên faşîst in. Lê divê saziyên mafên mirovan, OHD, hemû sazî û avadaniyên din û her kes li dijî vê rejîmê li ber xwe bidin. Divê dengê li dijî vê rewşê roj bi roj bêhtir derkeve. Lê mixabin dema mijara behsa xeberê bû birêz Ocalan, gelek sazî û dezgeh xwe bêdeng dikin.” 
 
ROJEVA SEREKE TECRÎD E
 
Îsteklî bi lêv kir ku rojeva wan a sereke tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo bi biryarên DMME’yê were kirin, serlêdanên me yên ji bo hemû sazî û dezgehan didomin. Weke rêxistineke hiqûqê ji xwe tiştên ku em di vê mijarê de bikarin bikin bisînor in. Divê partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan jî di vê mijarê de bikevin nava hewldanan û vê mijarê bixin rojeva xwe. Heke zext li îktîdara siyasî were kirin, ev pirsgirêk dikare were çareserkirin. 
 
Her wiha em nikarin hiqûq û siyasetê ji hev cuda bibînin. Em jî dê ji bo têkbirina rejîmê dê li qadan bin. Di mijara sindoq û xebatan de tişta dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Weke ku hûn jî dizanin di hilbijartinên berê de jî gelek tiştên derhiqûqî hatin kirin. Ji bo bidawîkirina vê hikûmeta ku tecrîd, îşkenceyên giran, neheqî û derhiqûqtî hêjayî vê civakê dibîne, tişta ji destê me tê em ê bikin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

14/04/2023
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan