Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin

img
HATAY - Mexdûra erdhejê Eyyam Irmak ku dema li nexweşxaneyê dima erdhej çêbû, li gel zarokê xwe yê emeliyat bûyî li ber xwe dide û wiha dibêje: “Cihê ku ez lê ji dayik bûm, taxa min, mala min û her tiştekî min li vê derê ye. Em naxwazin terka warê xwe bikin.” 
 
Di erdheja Mereşê de bandoreke mezin li ser bajarê Hatayê bû. Xelkê bajar, piştî wêraniya erdhejê niha jî bi êş û mexdûriyetên mezin ên erdhejê re rû bi rû ne. Derfetên gel bisînor in, qadên bihîjyen kêm in, serşok nînin, daşir nînin û hêj gelek pirsgirêkên din dikin ku gel neçarî koçberiyê bibe. Her çend ku mexdûrên erdhejê cihên lê ji dayik bûne, malên ku piştî kedeke bi salan ava kiribûn û taxên xwe winda kiribin jî, dîsa bi hêvî ne û biisrar in ku bi çanda xwe li bajarê xwe bijîn. 
 
Ev sekna biisrar a tê raberkirin, bi nivîsên weke “Hatay”, “Cîhana me” yên li ser dîwar, wesayît û ATM’an jî xwe dide der. Mexdûrên erdhejê yan li ser bankan, yan li parkan an jî di konên bi derfetên xwe çêkirine de dimînin. Bi vî awayî hewl didin di “Cîhana xwe de” bijîn. Tevî bajarê wêrane û ewrên tozê jî, Eyyam Irmak bi israr naxwaze terka “dinyayê” xwe anku Hatayê bike. Kurê wê nû emeliyat bûye û rojên zehmet derbas dikin lê dîsa jî dibêje ez ê bajarê xwe bernedim. Irmak, hevjînê wê û kurê wê yê bi nexweşiya anemiyê ketiye, di maleke ji hêla dilxwazan ve bi plakên karton li Parka Sevgiyê hatiye çêkirin de dimînin. 
 
DEMA LI NEXWEŞXANEYÊ ERDHEJ ÇÊBÛ
 
Irmak, da zanîn ku kurê wê ji lingê xwe emeliyat bûbû lewma di dema erdhejê de li Nexweşxaneya Mûstafa Kemal bûn. Irmak, wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Min tenê karî du rojan xwe li wir bigirim. Ji ber ku li her deverê mirî, birîndar, qêrîn hebûn. Min nekarî xwe li ber vê rewşê ragirim. Du rojên piştre de jî em di wesayîtê de man. Kurê min qet nikare piyê xwe deynê erdê. Ji piyê xwe emeliyata greftê bû. Her wiha nexweşê anemiyê ye. Em bo wî daxwazeke cihekî bitendurist dikin. Li vir cihekî ku em bikarin serê xwe bişon nîne. Ne av û ne jî daşir li vir hene. Di nîvşevê de radibin û diçin cihekî dûr. Em pira derbas dikin, bila bi destê me bigirin. Bila halê me bibînin. Jixwe ev tiştên me kişandine besî me ne. Bila me ji vir dernexînin.” 
 
XELKÊ PIŞTA HEV GIRT 
 
Bi domdarî Irmak ev tişt anî ziman: “Di roja ewil a erdhejê tu rayedarekî dewletê li vir tune bû. Yek kes jî nehat. Xwedê hezar caran ji dilxwazan razî be. Ji Enqere, Stenbol, Konya û ji her devera Tirkiyeyê hatine. Yekitiya Bijîşkan û gel alîkariyeke gelek mezin dan me. Ji bo rewşa kurê min bûn alîkar. Tedawî kirin û her du rojan carekê tên pansûmana wî dikin. Ji Stenbolê derman anîn. Em mîna xwîşk û birayan bûn û me pişta hev girt. Her serê sibehê çaya me çêdikin, agirê me hil dikin û em bi hev re taştê dixwin. Heta em nanê xwe jî parve dikin û wisa dixwin. Em mîna xwîşk û birayan bûne. Ma li Antakyaya me qet kesek tune ye? Yek kesî pirsa me nekir û bi me re eleqeder nebû. Diviya bihatina û pirsa me bikirana.”
 
‘EM Ê TERKA BAJARÊ XWE NEKIN’
 
Di berdewamê de Irmak da zanîn ku rewşa kurê wê yê emeliyatkirî gelek xerab e û wiha domand: “Tevî vê jî em ê terka bajarê xwe nekin. Daşir tune ne, av tune ye. Kurê min nikare rabe ser pêya lewma ji neçarî li vir pê didim kirin. Bi malbatî nexweşiya me heye. Heke me ji vir biqewirînin, em nizanin dê çi bikin. Em naxwazin ji vir biçin. Tekane daxwaza me ew e ku li bajarê xwe cihekî bitendurist peyda bikin. Cihê ez lê ji dayik bûme, taxa min, mala min tevek jî li vê derê ne. Mala min li ser rê ye lê nizanim niha di çi rewşê de ye. Em nikarin biçin malê. Bila ji me re cihekî baş peyda bikin. Divê kurê min ava germ bibîne.”
 
Irmak ku dema wêneyê wê dihat kişandin dibişirî lê ji ber rewşa giran dudil dima, bi gotina “Jiyan e, her berdewam e” re hêviya xwe vedibêje. 
 
BILA DAŞIR BÊN ÇÊKIRIN Û AVÊ PEYDA BIKIN
 
Kurê Irmak, Ganim Irmak (39) jî wiha dibêje: “Ez nexweşê anemiyê me. 3 hefte beriya erdhejê ez emeliyat greftê bûm. Ji lingê min parçeyeke mezin girtin. Tedawiya min didomiya lê bi erdhejê re her tişt serûbin bû. Em neçar man ku bi lez û bez ji nexweşxaneyê derkevin. Heta demekî em li Dursunluyê man. Piştre jî hatin Parka Sevgiyê. Hevalên li vê derê û dilxwazan her cureyên derfetan pêşkeş kirin. Hem ji hêla manewî û hem jî ji hêla tenduristiyê ve gelek bûn alîkar. Yek bi yek, Xwedê ji tevan jî razî be. Em naxwazin ji vir derkevin û biçin. Heke daşir bihata çêkirin û av bihata peydakirin dê baş bûbûya.” 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

06/03/2023
12:43 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Binpêkirin didomin
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin