'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'

img
SEMSÛR - Mexdêrê erdhejê Hasan Arin ku di erdhejê de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku çend rojan qet mudaxale li Semsûrê re nehatiye kirin û got ku heke alîkarî zû bihata kirin ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedidan. 
 
Erdhejên Mereşê bandor li gelek bajaran û bi dehhezaran mirovan kir. Ji bajarên ku bandoreke mezin ji erdhejê girtin, yek jê jî Semsûr e. Li Semsûrê bi hezaran avahî hilweşiyan û ew qas jî xesar dîtin û bi hezaran kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku dereng mudaxileyî Semsûrê hat kirin, gel bi hêrs e. 
 
Hasan Arinê ku li Taxa Tûrgûtreîsê ya Semsûrê dikana wî hilweşeiyaye û gelek xizmên wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane, 
diyar kir ku çend rojan qet mudaxale li Semsûrê re nehatiye kirin û got ku heke alîkarî zû bihata kirin ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedidan. 
 
‘DENGÊ MIROVAN JI BIN KAVILAN DIHAT’
 
Arin diyar kir ku gelek xizmên wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane û nerazîbûna xwe ya mudaixleya dereng wiha anî ziman: “Xaniyê me pir xesar negirt lê gelek xizmên me di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Xalojna min, bûka wê, neviyeke wê ya 3 salî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Xaleke min jî tevî 2 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Yek jin bû yek jî mêr bû. Bi tevahî nêzî 50’î xizim û nasên me jiyana xwe ji dest dan. Heke tîmên AFAD’ê berî nîvro bigihîştana ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Dewlet û AFAD dereng hatin. Em li ser kavilan bûn, dengê mirovan dihat lê me nedikarî mudaxile bike. Ez li ser kavilên xalê xwe bûm, heta saet sêyê şevê em li ser kavilan dixebitîn. Dengê zarokên xalê min dihatin, digotin 'avê ji me re berde, qultek be jî em devê xwe şil bikin.' Heke mudaxile zû bihata kirin belkî ev kes hemû bihatana rizgarkirin." 
 
‘TU TEVDÎR NEHATIN GIRTIN’
 
Arin bal kişand ser negirtina tevdîrên ji bo erdhejê jî û wiha pê dê çû: “Li vir xwaringeha min hebû, niha hilweşiyaye. Tevî ku herêma me herêmeke erdhejê ye jî dewletê tu tevdîr negirtin. Ji ber ku vir herêma erdhejêyê divê dewletê ji bo kon û pêdiviyên jiyanî amadekariyên xwe kiribûna. Piştî erdhejê divê dewlet ew qas dereng nehatana. Ji ber ku tevdîrên vê yekê tune bûn, gelek kesan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî di vê sir û seqemê de li derve man. Mixabin mirov hebûn ku di bin kavalan de me dengê wan dibihîst, lê ji ber ku alîkarî nehat kirin piştî demekê jiyana xwe ji dest dan.”
 
GELEK KESAN JI BER SERMAYÊ JIYANA XWE JI DEST DANE
 
Arin destnîşan kir ku tevî vê yekê jî gel alîkariya hev kiriye û bi derfetên xwe alîkariya kesên ku di bin kavilan de mane kirine. Arin bi lêv kir ku ji ber ku kon dereng hatine gelek kes di sir û seqemê de jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî erdhejê em malbat, em çar 4 rojan di hundirê erebeyê de man. Kon tune bûn. Ez û hevjîna xwe û du zarokên min ên 6 û 3 salî tevî sir û seqemê em di hûndirê erebeyê de bûn, bi zehmetî me pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn dikirin. Wê şeve herî pir jî mirov ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Kon nehatin. Piştî roja 5'an an jî 6'an kon li welatiyan belav kirin." 
 
MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargut

Sernavên din

06/03/2023
14:20 Li herêmên erdhejê bager rabû
14:02 Rêxistinên Ekolojiyê: Bila Biryarnameya Hejmar 126 bê betalkirin
13:34 Li rojnamegera girtî Şahînlî 6 sal piştre doz hate vekirin
12:43 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Binpêkirin didomin
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe