Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne

img
MELETÎ - Tevî ku hin malên li gundê Mihaciran ê navçeya Wêranşarê ku 350 mal lê hene hatine hilweşandin jî ji bo derxistina sewalên di bin kavilan de li benda biryara “hilweşînê” ya wezaretê ne. 
 
Yek ji bajarên ku di erdhejê de herî zêde xesar gihiştiyê jî Meletî ye. Gundê Mihaciran ê girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê ku yek ji gundên elewiyan e jî ji erdhejê bi bandor bû. Di gund de ji bilî xaniyan gelek gov jî hilweşiyan. Li gundê ku 11 kesan jiyana xwe ji dest da 500 kesan koç kir û hêj 200 kes lê dijîn tevî 25 roj derbas bûn jî kavil hêj di cihên xwe sekinîne. Şêniyên gund ji bo xaniyên xesareke giran gihiştiyê li benda biryara “hilweşînê” ya rayedarên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ne. Ji ber bîryarek wiha nîne sewalên ku di bin kavilên hilweşiyayî de mayî nikarin bên derxistin. 
 
Mûxtarê Gundê Mihaciran Îrfan Barlas, anî ziman ku heta niha tu rayedar nehatine. 
 
DI XANIYÊN DI BIN BERFÊ DE TESPÎTA XESAR KIRIN
 
Barlas, anî ziman ku rayedarên girêdayî Wezareta Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di roja erdhejê ya duyemîn de ji bo xaniyên di bin berfê de lêkolîn bikin hatine û wiha got: “Dema em bi canan, welatiyan, xwarin û vexwarinê re mijûl dibûn ew hatibûn. Wê rojê berfeke zêde barî bû. Gotin ji Wezareta Hawîrdor û Bajêrvaniyê bi dilxwazî hatine û hewce nake ku kes bi wan re bigere. Gotin ‘em wêneyan dikişinin û ji peyke diavêjin’. Ji bo tespîta xesarê hatibûn. Lê welatiyên niha li gund nimreya deriyê xwe jî nizanin. Ji nû ve nimre li xaniyan kirin lê hêj bi xaniyan ve nekirine. Kes bi ser e dewletê jî nizane. Her roj erdhejok çêdibin û xanî hildiweşin. Ji ber vê rewşê em bi gazin in.”
 
‘ME HIM JI WALITIYÊ RE HIM JÎ JI QEYMEQAMTIYÊ RE RAGIHAND’
 
Barlas, ragihand ku rayedaran ew bi tu awayî agahdar nekirine û wiha got: “Me mexdûriyeta em dijîn him ji walîtiyê re him jî ji qeymeqamtiyê re ragihand. Gotin em ê dîsa werin. Lê tevî ku roja erdhejê ya 24’emîne jî kes nehat. Xanî hêj di hilweşin lê kes nehat. Hêj di bin kavilan de herî kêm 350 sewalên ku mirî hene. Gelek sewal me bi derfetên xwe ji bin kavilan derxistin. Lê ji ber biryara ‘hilweşînê’ ya xaniyên bi xesar nîne sewalên mirî nikarin ji bin kavilan bên derxistin. Li vir maşîneyên kar hene lê ji ber ew jî nehatine agahdarkirin kavilan ranakin. Em nizanin we kengî bên û biryarê bidin.”
 
BÊHNEKE PÎS BELAV DIBE
 
Barlas, diyar kir ku nêzî 700 kes li gund dijiyan lê piştî erdhejê zarok û pîr di nav de 500 kesan koçî bajarên cuda kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên li vir erd û zeviyên wan baxçeyên wan heyî man. Nêzî 200 mirovan li vir dimîn lê kes napirse. Li vir rîska şewbê heye. Divê demildest ji b ovan sewalan gavek were avêtin. Li gund bêhneke zêde ya heywana belav dibe. Li gund tuwalet û serşok nehatin avakirin. Li gund heta niha tenê du xanî hilweşandin. Hewa jî gerim dibe. Bêhn belav dibe û divê çareyek ji vê bêhnê re bê dîtin.”
 
MA / Dilgeş Rûvanas
 

Sernavên din

06/03/2023
12:43 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Binpêkirin didomin
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin