Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin

img
STENBOL - Besîme Koncayê diyar kir ku komploya navdewletî niha li dijî "Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê" ku ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya gelên cîhanê çareseriyê di xwe de dihewîne didome û got: "Têkoşîna jinan, têkoşîna temamkirina 'projeya jiyanê ya nîcvomayî' ya Rêbertiyê ye." 
 
Komploya navdewletî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi awayî fiîlî di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina ji Sûriyeyê ya Ocalan dest pê kir, ket sala 24'an. Gava Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin kurd li her darî daketin qadan, nexasim jî jin. Abdullah Ocalan ku ji bo jiyaneke li ser asasên jinê di 8'ê Adara 1998'an de bi perspektîfeke nû hîmên Bîrdoziya Rizgariya Jinê danî, rêya rizgariya ji serdestiya mêr da ber jinan. Her wiha "Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê" ku Ocalan ew li girtîgehê pêş ve xist, bû bîrdoziya sereke ya têkoşîna azadiya jinê. Siyasetmedar Besîme Koncayê komploya navdewletî, armanca komployê û têkoşîna gelê kurd û jinan a li dijî komployê nirxand. 
 
‘BANDORÊ LI TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN KIR'
 
Koncayê diyar kir ku komploya navdewletî ji aliyê welatên ewropa û NATO'yê ve di şexsê Abdullah Ocalan de li hemberî gelê kurd hatiye kirine û got ku gelê kurd jî 24 sal in li dijî vê komployê li ber xwe dide. Koncayê anî ziman ku gelê kurd û dostên wan berxwedaneke bêhempa nîşan dane der û ji bo vê berxwedanê ev tişt gotin: "di pêvajoya komployê de bi dehan mirov xwe şewitandin. Her wiha li çar hawirdorên Kurdistanê û li Ewropayê kurdan bi berxwedaneke topyekûn komployê protesto kirin. Komployê tenê bandor li gelê kurd nekir. Bû destpêka şerê li Sûriyeyê ku 12 sal in didome. Bi vê pêvajoyê re trajediya li Sûriyeyê rû da, bandor li jiyana bi milyonan kesî kir. Yanî ev pêvajoyê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn kir." 
 
Koncayê bal kişand ser "Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê" ya Abdullah Ocalan ku di şert û mercên tecrîdê de ew pêş xistiye û got ku ev paradîgma ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriyê berpêş dike. Koca wiha axivî: "Komplo, li hemberî paradîgmaya azadiya jinê ku birêz Ocalan ew pêş xistiye û destkeftiya herî mezina  Rojhilata Navîn e. Îro li Îranê nêzî 4 meh in bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê berxwedaneke heye. Ev berxwedan ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan e." 
 
‘ROJAVAYÊ KOMPLOYÊ PÛÇ KIR'
 
Koncayê bal kişand ser rol û rista jinê ya di têkoşîna diyarkirina çarenûsa gelê kurd de û got ku ji pêşengên ewil ên Tevgera Jina Kurd Sakîne Cansiz di her qadê de têkoşîneke cidî daye der. Koncayê destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinê pêvajoyeke şoreşgerî rû dide û got: "Jin, li Rjavayê li dijî feraseta DAÎŞ'ê jiyaneke ekolojîk, komunî û kolektîf ava kirin. Ev bû hêla herî mezin a pûçkirina komployê. Jin, bi berxwedanê û bi bedêlan paradîgmaya azadiyê ava kirin. Tevahiya cîhanê ji bo trajediya hat serê jinên êzidî û kurd xwe li bêdengiyê danî, lê jinên ku vê zilmê qebûl nekirin li ber xwe dan. Yanî jinên kurd hem mexdûrê vê pêvajoyê hem jî berxwedêrên wê ne." 
 
PROJEYA ABDULLAH OCALAN
 
Koncayê nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê paradîgmaya azadiya jinê de bibîr xistin û got: "Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinê gotibû 'projeya min a nîvcomayî.' Ji bo temamkirina vê projeyê bang li jinan kiribû. Îro ro têkoşîna jinan, têkoşîna temamkirina 'projeya jiyanê ya nîcvomayî' ya Rêbertiyê ye. Û ez dikarim bibêjim ku jin di vî warî de jî bi ser ketine û hêleke komployê pûç kirine." 
 
AVAKARÊ ŞOREŞÊ
 
Koncayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku pênaseya "Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e" pênaseyeke kêm e û got: "Abdullah Ocalan tenê ne rêberê gelan, hatiye asta pênasekirina 'roja' ku jinûve li Rojhilata Navîn hiltê. Şoreşa Rojavayê bi vî awayî, tecrîdê pûç kiriye û rêberê enternasyonalîst Ocalan ji bo tevahiya gelên cîhanê kiriye hêvî. Ocalan, avakarê şoreşa jinê ya ekolojîk e." 
 
BERSIV DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ BE
 
Koncayê destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan her diçe kûrtir dibe û got ku 22 meh in tu xeber jê nayên girtin. Koncayê bal kişand ser bangawaziyên rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafan ên ji bo ku Abdullah Ocalan sûdê ji mafên hiqûqî bigire û serdana CPT'yê ya dawî. Koncayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîna pir bihêz divê û got: "Di demên dawî de HDP, TJA û hin saziyên din ketine nava hin hewldanan. Lê divê muxalefet hîn bêtir xwedî lê derkeve. Nobeda Edaletê ya HDP'ê û meşa ku dê ji Gever û Qoserê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin pir girîng in. Li Ewropayê jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Xebatên 'Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan' û hewldanên Tevgera Jina Kurd ku ji gelan re komployê vedibêje û ji bo wê pûç bike tevdigere, pir hêja ne. Lê ji bo rakirian etcrîda mutleq û azadiya fîzîkî, divê derdorên demokratîk hîn bêtir xwedî li vê têkoşînê derkevin." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

06/02/2023
09:05 Ozûgûrlû: Girtina balyozxaneyan dibe ku biryara ambargoyê be jî
09:04 Çîçek ê ÎHD’yî: Em neçarin guhdariya daxwazên girtiyan bikin
09:02 Rojnamevanê îtalî Forgia: Divê Ocalan azad bibe
09:02 ‘Çareseriya pirsgirêka li girtîgehan ew e ku qanûnan bi cih bînin'
09:01 Germa kûrewî û qirêjî Gola Wanê dixe metirsiyê
09:00 ROJEVA 6'ê SIBATA 2023'YAN
08:56 Li Balikesîrê bi pileya 4,6 erdhej çêbû
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’