Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin

RIHA-  Malbata Şenyaşar 700 roj in li ber Edliyeya Rihayê jib o edaletê nobedê digire. Dayik Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar tevî sir û seqama zivistanê, germa havînê û 10 dozên li wan hatine vekirin jî bênavber çalakiya xwe didomînin. Tekane daxwaza dayik Emîne Şenyaşarê berdana lawê wê yê girtî û edalet e. 

 
Di 14’ê Hezirana 2018’an de Îbrahîm Halîl Yildiz ku paşê bû parlamenterê AKP’ê û parêzker û xizmên wî di pêvajoya hilbijartinê de li navçeya Pirsûsê ya Riha êrişî dikana malbata Şenyaşarê kiribû û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar kiribûn. Her 5 bira piştî ku birîndar bûbûn rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê êrişa xizmên Yildizê AKP’î di nexweşxaneyê de jî berdewam kiribû. Di encama êrişa li nexweşxaneyê de bav Hecî Esvet Şenyaşar ku ji bo zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê jî di nav de Celal û Adil Şenyaşar bi awayekî hovanê hatibûn qetilkirin. 
 
Di raporên otopsiyê de guleyên 6 çekên cuda di bedena Celal Şenyaşar de û 14 cihên cuda yên bedena Adil Şenyaşar bi amûrên birîner birîn bûbû û li 14 cihan birinên kûr hatibûn tespîtkirin. Di raporê de hatibû diyarkirin ku Adil Şenyaşar rastî lîncek mezin hatiye. Her wiha di bedena bav Hecî Esvet Şenyaşar de jî 7 birînên kujende û 23 birinên sivik hatibûn tespîtkirin.
 
Di dema komkujiya li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandiniyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Di dema bûyerê de kamerayên ewlehiyê jî ji hatibûn texrîbkirin û xwîna Esvet Şenyaşar ku li ser diwarên nexweşxaneyê bû demildest hatibû paqijkirin. Piştî bûyerê li Fadil Şenyeşar ku di dema êrişan xwe parastibû, 37 sal ceza hatibû birîn. Fadil Şenyaşar 5 sal in di Girtîgeha Xarpetê, di hucreyeke yekkesî de ye.
 
BÛN NAVNÎŞANA BERXWEDANÊ
 
Dayik Emîne Şenyaşar jî bi daxwaza edaletê tevî lawê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribû. Şenyaşar ku bi vê çalakiya xwe bûne navnîşana berxwedanê, roja duşemê dê 700 rojên wan temam bibe. Malbata Şenyaşar tevî sir û seqama zivistanê, germa havînê û 10 dozên li wan hatine vekirin jî bênavber çalakiya xwe didomînin. Di 100 hefte û 8 demsalên çalakiyê de 31 doz li malbata Şenyaşar hatine vekirin. Gotinên Emîne Şenyaşarê yên li dijî Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz wekî, "heqereta li karmendê giştî" û "heqeret"ê hatin hesibandin û ji ber vê der heqê wê de 10 dosye hatine vekirin. 
 
Dayik Emîne Şenyeşar ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe didomîne 700 rojên çalakiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. 
 
‘GULE BERDAN SER ZAROKÊN MIN’
 
Dayik Şenyaşarê qetilkirina hevjînê xwe û 2 zarokên xwe bibîr xist û wiha got:  “Di hundirê dikanê û nexweşxaneyê de gule berdan ser zarokên min. Gava bi bazdan diçûm dikanê jineke li wir got, 'neçe wê te jî bikujin.' Ez çûm dikanê, gotin ew birine nexweşxaneyê. Ez û hevjînê xwe em çûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê li hevjîne min xistin û zarokên min xistin. Bi zilmeke mezin zarokên min kuştin. Ev dewlet û hikumet hê jî vê zilmê li me dikin.”
 
‘POLÎS Û DADGERAN PIR ZILM LI ME KIRIN’
 
Dayik Şenyaşarê anî ziman ku ji bo edlaet edalet pêk bê ji bêgavî li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeda Edaletê dane destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Zarokên min kuştin, malbata min belav kirin. Ji ber vê yekê min jî li ber edliyeyê çalakiya edaletê da destpêkirin. Em neçar bûn, tenê çareya me rûniştina li vir bû. Dema em li vir rûniştin jî polîs û dadgeran pir zilm li me kirin. Carekê polîsekî hewl da ku li min bixe, lê parêzerekî nehişt. Li lawikê min xistin, ew jî ji mirinê xilas bû. Hê jî zilmê li me dikin. Erdogan jî alikariya wan dike.”
 
‘ME JI PIŞTGIRIYA GEL HÊZ GIRT’
 
Di berdewama axaftina xwe de dayik Şenyaşarê destnîşan kir ku di van 700 rojên çalakiya Nobeda Edaletê de wan ji piştgiriya gel hêz girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî piştgiriya gel tu kesî me tune ye. Her wiha em ji bo piştgiriya parêzeran spasdar in. Li her derê gel piştgirî da me, ji Ewropayê jî milet hat serdana me. Ji bo lawikê min ê di girtîgehê de derkeve em li em çûn her derê, lê edalet tune ye. Em çûn ku em vala vegeriyan. Zarokê min di girtîgehê, di qawîşa yekkesî de ragirtiye lê yên ku ev zilm kirin jî li derve digerin.”
 
‘TIŞTEKÎ KU EM WINDA BIKIN TUNE YE’
 
Dayik Şenyeşarê diyar kir di pêvajoya çalakiya Nobeda Edaletê de ew gelek caran rastî tundî û zextên polîsan hatine û der barê wan de 30 doz hatine vekirin. Dayik Şenyaşar destnîşan kir ku edî tiştekî ku ew winda bikin nemaye û wiha pê dê çû: “Polîsan pankartên me dirandin, tundî li me kirin, nedihiştin em li vir rûnên. Hundirê edliyeyê ji me re qedexe kirin, dozger û dadgeran derî li me venedikirin. Bi dehan polîsan dora me digirtin û bi me re diketin hundir. Ez û lawikê xwe carekê ketin nezaretxaneyê jî, 30 doz li me vekirin bi van kiryaran xwestin em dev ji çalakiya xwe berdin, lê me berneda. Em sibehê zû li Pirsûsê radibin tên li vir û êvarê vedigerin. Êdî tiştekî ku em winda bikin nemaye, malbata min belav kirin. Me rojiya xwe jî li ber edliyeyê girt, 30 fitarên xwe yên rojiyê li vir vekir. Ev dewlet, dewleta zilmê ye. Êdî bes e bila zarokê min berdin, em jî biçin mala xwe. Yanî heta kengî ev zilma wê berdewam bike. Me ji dadger re got, dîmênên kameraya ewlehiyê derxin bila hemû kes bibînin ku zarokên min çawa hatine qetilkirin lê dernexistin.”
 
‘BILA LAWIKÊ MIN BÊ BERDAN’
 
Di dawiya axaftina xwe de dayik Şenyaşarê bi lêv kir ku tenê daxwaza wan berdana lawikê wê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî rewşa tenduristiya min jî nebaş e. Ez li nexweşxaneyan geriyam ji bo tenduristiyê. Em jî dixwazin êdî zaroke min bê berdan da ku em jî li mala xwe rûnên. Yanî di hundirê nexweşxaneyan de mirov nayên kuştin, wan di hundirê nexweşxaneyê de hevjînê min û lawikê min kuştin, hikumet jî dimenan vedişerê. Em bi piştgiriya gel kêfxweş in, hêzê dide me, em jî dibêjin em ne bi tenê ne. Daxwaza me jî berdana lawikê min e. Êdî em nikarin rûnên, bila lawikê min berdin em jî biçin mala xwe. Ez li wan dozger û dadgeran helal nakim.”
 
MA / Mahmût Altintaş - Mujdat Can
 

Sernavên din

06/02/2023
09:05 Ozûgûrlû: Girtina balyozxaneyan dibe ku biryara ambargoyê be jî
09:04 Çîçek ê ÎHD’yî: Em neçarin guhdariya daxwazên girtiyan bikin
09:02 Rojnamevanê îtalî Forgia: Divê Ocalan azad bibe
09:02 ‘Çareseriya pirsgirêka li girtîgehan ew e ku qanûnan bi cih bînin'
09:01 Germa kûrewî û qirêjî Gola Wanê dixe metirsiyê
09:00 ROJEVA 6'ê SIBATA 2023'YAN
08:56 Li Balikesîrê bi pileya 4,6 erdhej çêbû
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’