Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin

  • rojane
  • 16:12 12 Cotmeh 2022
  • |
img

STENBOL - ÎHD’ê rapora binpêkirina mafê mirovan a derbarê girtîgehên herêma Marmamarayê û girtîgehên li heremên din de eşkere kir û diyar kir ku li 23 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 275 binpêkirinên mafan qewimîne û 29 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî bêbersiv hatine hiştin. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, "Rapora Binpêkirina Mafên Girtîgehên Herêma Marmarayê" ya 3 mehan a mehên tîrmeh-tebax-îlona 2022'yan li ser binpêkirinên li girtîgehên li gelek herêmên cuda û Herêma Marmarayê eşkere kir. ÎHD’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meral Nergiz Şahîn, Ûmûhan Kaya û Mehmet Acettîn, Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî û endamên Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re beşdarî civînê bûn.
 
JI 23 GIRTÎGEHAN SERLÊDAN 
 
Di rapora ku bi rêya çapemeniyê, faks û nameyên girtiyan şandine, her wiha bi serlêdanên malbat û parêzeran re dane hatine berhevkirin. Serlêdanên di raporê de ji Girtîgeha Tîpa L a Maltepe, Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Sîlîvrî, Girtîgeha Tîpa T ya Wanê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Beşîkdûza Trabzonê, Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Alîaga Şakranê, Girtîgeha Jinan a Alîagayê, Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê, Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê, Girtîgeha Jinan a Kayseriyê, Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê, Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Jinan a Tarsûsê, Girtîgeha Sêrt û Girtîgeha Sakaryayê ya Tîpa L’yê di nav de ji 23 girtîgehan hatine. 
 
HEZAR Û 275 BINPÊKIRIN 
 
Li gorî raporê, di mehên tîrmeh, tebax û îlonê de ji Girtîgeha Sîlîvriyê 12, ji Girtîgehên Tîpa F ya Tekîrdagê yên Jimara 1 û 2’yan, ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê 10, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Maltepeyê 7, ji girtîgehên din jî 21 serlêdan hatine kirin. Di raporê de ku serlêdanên bi mehan jî tê de cih digirin de, di meha Tîrmehê de 18, di meha Tebaxê de 17, di meha Îlonê de jî 26 serlêdan bi giştî 61 kes hatin kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên edlî 12, girtiyên siyasî jî 49 serlêdan kirine. Hat diyarkirin ku ji serlêdanan 6 jê jin, 55 jê jî ji aliyê mêran ve hatine kirin. Di serlêdanên hatin kirin de gelek binpêkirin mafan hatine tespîtkirin. Di meha Tîrmehê de di 18 serlêdanan de 388, di meha tebaxê de di 17 serlêdanan de 339 û di meha îlonê de jî di 26 serlêdanan de 548 binpêkirin hatin dîtin. Li gorî vê bi giştî 974 binpêkirin hatin tespîtkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku bi rêya nûçeyên çapemeniyê 301 binpêkirin hatin tesbîtkirin û hat destnîşankirin bi giştî hezar û 275 binpêkirinên mafan hatine tomarkirin. 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên mafên jiyanê, muameleya xerab, lêdan û îşkenceyê, mafê tendurustî û dermankirinê, mafê ragihandinê, mafê xwarinê, mafê xwegihandina edaletê û mafê darizandineke adilane cih digirin. Li gorî raporê di çarçoveya mafê jiyanê de 37 binpêkirin hatine kirin. Di raporê de hat ragihandin ku 4 girtî rastî gefa kuştinê hatine, 2 girtî bi zorê întîxar kirine, girtiyek bi ben xwe xenqiandiye, 2 girtî hewl dane xwe bikujin, herî kêm 15 girtî mirine, herî kêm 512 girtî rastî muameleya xerab û îşkenceyê hatine. Di raporê de ku di çarçoveya mafê tendirustî û tedawiya têrker de 202 binpêkirin hatin tomarkirin, hat diyarkirin ku 264 binpêkirinên mafê ragihandinê hatine tespîtkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di çarçoveya mafê girtina nehiqûqî û darizandina adilane de 68, di çarçoveya mafê destnedanê de jî 28 binpêkirin hatine kirin. 
 
29 SERLÊDANÊN JI BO ÎMRALIYÊ HATINE REDKIRIN 
 
Yek ji mijarên di nava hezar û 275 binpêkirinan de cih digire jî, serlêdanên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 23 sal in di bin şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin û zêdeyî 18 meh in agahî jê nayê girtin, hatin redkirin e. Di raporê de hat diyarkirin ku serlêdana parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtina 29 caran hatiye redkirin.
 
‘JIYANA GIRTIYAN DIKIN HEDEFÊ’ 
 
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî raporê eşkere kir û destnîşan kir ku bi van binpêkirinên mafan raste rast jiyana girtiyan hedef tê girtin. Yolerî bal kişand ser mirina bi guman a girtiyan û rêveberiyên girtîgehên di bin navek din de ku girtiyan jiyana xwe ji dest daye xeberê didin malbatên wan. 
 
GIRTÎ DIXWAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE 
 
Yolerî daxwazên girtiyan ên ji bo bidawîanîna binpêkirinên mafan û tecrîdê rêz kir û gardiyan û rêveberiyên girtîgehan bi helwestên kêfî li dijî girtiyan tevdigerin. Yolerî destnîşan kir ku divê hemû raya giştî deng û daxwaza girtiyan bibihîze û ji bo girtiyan bi berpirsiyarî tevbigerin. 
 
 

Sernavên din

15/10/2022
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze