Sebahat Tuncel ji şandeya dadgehê re got: Em ji we azadtir in

  • rojane
  • 16:27 6 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de axivî û wiha ji şandeya dadgehê re got: “Hûn min didarizînin lê ez ji we bêhtir azad im. Gefa cezayê li ser min heye lê ji hêla fikrî ve em ji we bêhtir azad in.” 
 
Rûniştina 7’emîn a 17’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
‘EZ JI SIYSAETMEDARAN GILÎKER NÎNIM’ 
 
Danişîn, bi guhdarîkirina Hamza Dag dom kir ku di bûyerên 6-8’ê cotmehê de li Edeneyê paceyên kargeha wî hatibûn şikandin û weke gilîker tev li dozê bûye. Dag, diyar kir ku nizane bê ka paceyên kargeha wî ji hêla kê ve hatine şikandin û wiha got: “Ez ji siyasetmedaran gilîker nînim û naxwazin tev li dozê bibim.” 
 
Dema şandeya dadgehê mutalaaya dozger dixwend, girtiyên siyasî ji şandeyê re got; “tu mutalaa ji me re nehatine şandin” û xwestin ku mutalaayê bidin wan û piştre bê xwendin.  
 
Piştî mutalaayê jî Endamê MYK’a HDP’ê yê Berê Alp Altinors axivî. Altinors, bertek nîşanî îmhakirina pirtûka Fîgen Yuksekdag a bi navê “Dê Dîwar Hilweşin” da û wiha got: “Kesek nikare helbestan bişewitîne. Tişta ku bi pênûs hatiye nivîsandin, bi agir nayê şewitandin. Kesek nikare helbestan tune bike.”
 
‘DOZA CÎNAYETÊ NÎNE’
 
Bi domdarî Altinors anî ziman ku wan li dijî kompasê têkoşîna heqîqetê da û wiha got: “Ji bo vegotina rastiyê me ev doz weke derfetekî bi kar anî. Xwediyên îdiayan nekarîn tu tiştekî piştrast bikin lê me tevek jî pûç kirin. Me pir bi zelalî nîşan da ku bangawaziya MYK’a HDP’ê di qada navneteweyî de rewa ye. Dixwazin ji ber bangawaziyeke li dijî DAIŞ’ê ya li ser medyaya civakî, cezayê herî giran bidin me. Ev ne dozeke cînayetê lê ya mafê azadiyê û siyasetê ye. Banga me ya ji bo hemû dostên me ew e ku ji bo hilweşandina dîwarên vê dozê bibin yek. Dixwazin bi doza kompasê ya Kobanê, partiyê bigirin û niha di bin dorpêça serdestan de ye. HDP’ê di nava 10 salan de îspat kir ku di siyaseta Tirkiyeyê de mayînde ye. HDP, fikriyeta yekbûyî ya azadiyê ye û hûn nikarin mudaxale bikin. Doza Kobanê, dozeke çêker e û tevî ku hemû îdiayên dozger hatine pûçkirin jî, şandeya dadgehê bi pêşdarazî nêz dibe. Em di wijdana gel de ji xwe bêsûc in. Divê ev neheqiya ku du sal in didome, bi dawî bibe.” 
 
‘EM LI HÊVIYA EDALETÊ NÎNIN’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel axivî. Tuncel wiha got: “Tu derdekî we ya ji bo derxistina rastiya madî nîne. Mafê parastinê tenê ew nîne ku mirov li vir parastinê bike. Weke ku darizandineke adilane û serbixwe hebe nîşan didin. Me gelek caran hûn red kirin lê we ev daxwaz me red kirin û ev yek jî pirsgirêka heyî ji holê ranake. Desthilatdarî, ji bo zextê li muxalefeta civakî bike, darazê weke amûrekî bi kar tîne. Nikarin zextê li me bikin lê li we dikin. Wisa bi pergala hiqûqê bûye ku kesek li benda edaletê nîne. 
 
PIRSGIRÊKA KURD LI EYWANÊN DADGEHÊ ÇARESER NABE
 
Ji sala 2015’an heta niha li dijî saziyên kurdan êrişeke sîstematîk heye. Li biryarên darazê binihêrin. Li Tirkiyeyê pergala mafyayê serdest e. Heta ku ev pergal neguhere, ne dê li vê derê edalet pêk bê, ne jî demokrasî û aştî dê were vî welatî. Cihekî ku maf û azadî lê nebin gelo ma mirov dikare qala edaletê bike? Hêj jî rejîma KHK’an didome. Mîna vê dozê, her tiştek siyasî ye. Di pêvajoya dozê de xuya dibe. Di pêvajoya piştî amadekirina dozê de, bi ewraqên tên û yên li ser tên zêdekirin pir vekirî aşkera dibe. Hûn nikarin pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser bikin. Erdogan dibêje; ‘me pirsgirêka kurd çareser kir.’ Çi kiriye, du wezîrên wî yên kurd hene. Van kesan ji bo kurdan çi kiriye? Van wezîran ji bo heqîqeta kurdan çi kiriye? Doza Mûsa Anter betal kirin. Gelo ev kes pey vê dozê ketin? Hûn çawa dê 40 milyon kurdan jinedîtî ve bên? Em her tim li cem heqiyê û bi mirovên ji hêla dewletê ve hatine dûrxistin bûn, lewma li van eywanan tên darizandin. Di vê dosyayê de mafê jiyanê yê ewqas mirovan hatiye binpêkirin. Kê binpê kir? Hûn dixwazin bi vê dozê rastiyan veşêrin. Heke hûn kesên adil b3una, dê we AKP’iyên wê demê bianiyan. Hemû belge, xizmetê ji siyasetê re dikin. Dozger Altûn baş fam nekiriye û hûn jî dixwazin kêmaniyan temam bikin û ceza bidin. 
 
ÇÛYÎNA HERÊMA KURDISTANÊ DÊ ÇIMA SÛC BE? 
 
Tu beyanên şahid Hîcran Ayverdî derheqê min de nebûn lê di sala 2018’an de îfade dan. Xuyaye ku anîne Amedê û îfadeyê wê girtine. Anku pir aşkeraye ku gotinên çêkirî ne. Ji bo me dibêje; ‘her kes jê re dibêje gerîla Sebahat.’ Xuyaye ku ji bo were berdan, hinek tişt pê dayîne gotin. Ya ku vê dike, dewlet e. We ev îfade weke delîl li dosyayê zêde kirine lê di heman demê de dikin sedema girtinê. Hîcran Ayverdî dibêje ku ji girtekên Îmraliyê hîn bûye ku ez kadro me. Wê demê bila wan girtekan bîne da ku ez jî bixwînim. Lê we ev daxwaza min red kir. Heke ez di mijarekê de sûcdar nebin dêma çima bêsûciya xwe îspat bikim? Tu tişt bi qasî derketina min a derveyî welat xwezayîtir nîne. Nexwe her kesî pasaporta wî/wê heyî weke sûcdar ragihînin. Çûyîna Herêma Kurdistanê çima sûc e? Hûn mafê min ê azadiya geştê, yê rêxistinkirinê, azadiya raman û xweîfadekirinê tune dikin. Ma em jî hemwelatiyên vî welatî nînin? Ez berê hevseroka giştî ya partiyekê bûm lê niha çima bûme ‘terorîst’? Makeqanûna vî welatî bi xweşiya min naçe, înkarkirina gelê kurd a vî welatî bi xweşiya min naçe. Mafê kurdan heye ku mafê xwe yê xwe bi xwe birêvebirinê heye. Lê hûn van gotinên min weke çek dinirxînin. 
 
BERXWEDANA JINAN SILAV DIKIM
 
Tu tiştek ji piştevaniya bi gelê Kobanê re xwezayîtir nîne ku li dijî DAIŞ’ê şer dikirin. Ez careke din dibêjim; ez gelê Kobanê û berxwedana jinan silav dikim. Ji ber ku di mitîngan de axivîme û siyasetê dikim, niha weke sûcdar têm ragihandin. Hûn min didarizînin lê ez ji we bêhtir azad im. Gefa ceza li ser min heye lê ez ji hêla raman ve ji we azadtir im. Em qet nebe gazinên xwe dikin û hewl didin van kursiyan ji bo azadiyê bi kar bînin. Baş e lê hûn çima dibin şirîkên vê neheqî û zilmê? Hûn jî bi qasî min baş dizanin ku ev yek ji ber twîtekê çênebû û tu eleqeya xwe bi sorkirina gel nîne. Hewl didim fêm bikim bê ka hûn çawa bûn şirîkên vê derhiqûqî ye. Hêjta dem heye, hûn dikarin xwe jê vekişînin. Çeteya ku ev dosya amade kiribû derket holê.”
 
‘GULEYA LI NAGIHANÊ HATIYE XISTIN...’
 
Piştre jî siyasetmedar Ayşe Yagci axivî. Yagci, da zanîn ku haya wan nû ji qetilkirina Nagihan Akarsel bûye û wiha domand: “Nagihanê tevahiya emrê xwe ji bo gihandina jinên kurd derbas kir û hevaleke me ya kedkar bû. Ev gule li jinên kurd hatiye xistin. Bi qetilkirina Jîna Mahsa Amînî re hemwext hat qetilkirin û ev jî fikaran di serê me de çêdike.”
 
Siyasetmedar Zeynep Olbecî jî parastina xwe bi kurdî kir. Olbecî, diyar kir ku tev li mutalaaya dozger nabe. 
Piştî parastinan jî şandeyê heta saet 14.20’ê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

10/10/2022
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin