DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!

  • rojane
  • 09:01 28 Îlon 2022
  • |
img
WAN - Welatiyan diyar kir ku DSÎ dixwaze di nava erdên wan ên tapokirî de yên li taxa Soskîn a navçeya Erdîşê rê û cihoka avê çêbike û gotin ku xebata bi esker û cerdevanan tê kirin eraziyên wan talan kiriye. 
 
Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), li taxa Soskîn a navçeya Erdîş a Wanê ji bo cihokeke bi firehiya xwe 10 metre û rêyeke bi firehiya xwe 20 metre îhale çêkiriye. Gava îhale hatiye çêkirin haya şêniyên gund pê nehatiye xistin û şîrketa ku îhale girtiye jî li gund dest bi xebatên xwe kiriye. 
 
Welatiyan nexwest rê û cihok di nava eraziyên wan ên bi tapo de bê çêkirin. Piştî vê şîrketê bi esker û cerdevanan dest bi xebatê kir û makîneyên karî dan şixulandin. 
 
Şêniyên taxê bilêv kirin ku ew debara xwe bi van eraziyan dikin û gotin ku bi vê projeyê re eraziyên wan hatine texrîbkirin.
 
ERAZIYÊN WAN TALAN DIKIN
 
Ji şêniyên taxê Mehmet Zekî Bedir diyar kir ku xwediyên fîrmayê serê sibê bi cendirme, cerdevan û alavên karî hatine ber malên wan kolandine û wiha got: “Eraziyên me dikin perçe. Em debara xwe bi van eraziyan dikin. Rê di ber mala re derbas dibe. Bi cihoka avê re dê tu ewlehiya me nemîne. Em sewalan xwedî dikin, ger ev proje bê pêkanîn, êdî em ê nikaribin sewalan xwedî bikin. Em bi salan e dixebitin ji bo em debara xwe bi van eraziyan bikin, lê wan bi makîneyên karî erdên me talan kir."
 
‘BI ME NEŞÊWIRÎN'
 
Ji şêniyên taxê Bûrhan Bedir jî got ku ev eraziyên wan ên bitapo ne û ji bo rê û cihoka tê çêkirin şîrketê diviyabû pere bidana wan. Bedir wiha domand: "Proje di şaneşîna min û nava eraziyê min re derbas dibe. Ji bo vê projeyê tu tiştek nedan me û nehatin bi me neşêwirîn. Li vir her tişt bi hêza cendirmeyan tê kirin. Ji ber ku li be rmala min dixebitin, zirar digihê mala min. Em vî tiştî qebûl nakin. Demildest divê çareyek bê dîtin."
 
DÊ SERÎ LI RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIN
 
Ji niştecihên taxê Mehmet Bedir jî destnîşan kir ku ji ber zeviyên wan hatine texrîbkirin ew mexdûr bûne û got ku DSÎ rantxuriyê dike. Bedîr, bi lêv kir ku ew ne li dijî vê ne, lê belê diviyabû bi wan bihata şêwirandin û heqê wan bihata dayîn û wiha bi dawî kir: "Lê bi cendirmeyan hatin û bi makîneyan dest bi kolandinê kirin. Em bi vî awayî qebûl nakin. Ez debara xwe bi vî eraziyî dikim. Dê cihekî ku em heywanên xw elê biçêrînin nemîne. Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin." 
 
Me bi rêya telefonê xwe gihand DSÎ'yê, lê belê rayedaran tiştek negot. 

Sernavên din

30/09/2022
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin
14:18 Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin
14:09 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Ji malbata Ercan ku Soylu hedef nîşan dabû 10 kes di bin çavan de ne
13:54 Cenazeyê zêringirê winda hat dîtin
13:48 Dadgehê pirsa JÎTEM’ê asteng kir
13:44 HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da
13:33 Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye
12:59 Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:07 SNJ’ê ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re qart şandin
12:01 Yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kes di êrişa rejîma Îranê de hatin qetilkirin
11:46 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
11:32 'Heta ku dayika Emîne neyê dîtin gelo dê hevhelalkirin çawa bibe?’
11:26 Wezaretê birîna daran a li Şirnexê wek ‘nûkirinê’ îfade kir!
10:52 Li Qilebanê 3 kes hatin binçavkirin
10:20 Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?
10:11 Navnîşana polîsê ji îşkenceya bi kuçik tê darizandin nayê zanîn!
10:01 Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand
09:01 Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e
09:01 Li Şengalê polîtîkayên şerê taybet ên PDK û Tirkiyeyê
09:00 Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:56 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide
28/09/2022
23:18 KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê
19:44 Li Çiyayê Efkarê agir bi daran ket
19:05 Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû
17:17 Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye
17:08 Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e
16:53 Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê
16:48 Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin!
16:41 Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin
16:34 Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin
16:33 Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin