Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin

  • rojane
  • 09:03 12 Tebax 2022
  • |
img

ENQERE - Dayika girtiyên nexweş rojnamevan Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, Hulya Ayik, diyar kir ku ji ber kurê wê lêferzkirina lêgerîna nava dev qebûl nekiriye, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. 

Girtiyên nexweş tevî rewşa xwe ya astengdar û nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan. Yek ji girtiyên nexweşên giran ku divê demildest bê berdan jî rojnamevan Devrîm Ayik ê 31 salî ye. Ayik, ê li Amede hate dinê dema li Îzmîrê Kovara Ozgur Halkê belav dikir bi 13 hevalên xwe re hate binçavkirin û girtin. 
 
Ayik ê bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin piştî hate girtin ewilî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, dû re piştî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin. Ayik, beriya niha ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di sala 2018’an de hat berdan û di sala 2021’an de careke din hat girtin. 
 
JI SEDÎ 76 ASTENGDAR E
 
Ayik, ê ji sedî 76 astengdar e, bi nexweşiya CROHN  ku cureyekî nexweşiyeke rûviyan e re têdikoşe. Ayik ê beriya niha du caran ji rûviyên xwe emeliyat bûye, ji rûviyên wî 40 û 60 cm perçe hatiye girtin. Ayik di sala 2006'an de qezeyek derbas dike û çavê wî yê rastê xesar dibîne û kor dibe. Çavê wî yê çepê jî 30 pileyan miyop e.
 
DI ÇÛYÎNA NEXWEŞXANEYAN DE LÊGERÎNA NAVA DEV TÊ FERZKIRIN
 
Di meha hezîranê de danişîna biryarê hat lidarxistin û 12 sal ceza li Ayik hat birîn. Parêzerê Ayik, Kasim Saglam û dayika wî Hulya Ayik ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Hulya Ayik, diyar kir ku kurê wî yê divê bi awayekî birêkûpêk kontrolên wî bên kirin, ji ber lêferzkirina lêgerîna nava dev qebûl nake sewqa wî ya nexweşxaneyê nayê kirin. Ayik, a hevdîtina bi kurê xwe re ya dawî jî vegot, da zanîn ku di wergirtina bêhnê de zehmetiyê dikişîne û nexweşiya wî ber bi nebaşiyê ve diçe. 
 
‘BÛYE KOVÎD, DI BÊHN WERGIRTINÊ DE ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNE’
 
Hulya Ayik a li Antalyayê dijî, da zanîn ku dikare 7 mehan carekê kurê xwe bibîne, kurê wê beriya hefteyekê bi vîrûsa koronayê ketiye û wiha got: “Hema bêja qawişan hemû nexweş bûye. Devrîm di telefonê de got ku ‘Ez di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişînim, dilê min diêşe’. Sebeta singê wî diêşe û difikire ku çavê xwe yê heyî jî winda kiriye. Ji ber bi Kovîd-19’ê ketiye rewşa wî her ku diçe xerab dibe. Di rûviyên Devrîm de mîkropên xwe xwe bi xwe jehr didin hene. Du caran emeliyat bû, rûviya wî ya stûr hate wergirtin. Nexweşiyeke wisa ye ku bijîşk dibêjin tedawiya penceşêrê heye lê ya vê nexweşiyê tune ye.”
 
‘TEDAWIYA WÎ NAYÊ KIRIN’
 
Ayik, diyar kir ku nexweşiya kurê wê pêş ve diçe, tedawiya wî nayê kirin û wiha berdewam kir: “Li girtîgehê lîsteya diyetê nadin Devrîm lê divê bi awayekî bisînor xwarinê bixwe. Ji ber ji rûviyên xwe nexweşe her tim xwîn jê tê. Ji bo ku were dermankirin û berdan me serî li cihên têkildar dan lê me tu bersiv negirtin. Kurê min dibêje li girtîgehê zexteke zêde heye. Devrîm mecbûr dimîne xwarinê xwê bike û wisa bixwe. Xwarinên ku ew didine bikêrî wî nayên, berovajiyê wê nexweşî pêş ve diçe.”
 
‘DIRANÊN WÎ DIŞKÊN’ 
 
Ayik, da zanîn ku di hevdîtina dawî de kurê wê nekariye ji ber kuxikê biaxive û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşiya wî bandorê li hemû organên wî dike. 4 diranên Devrîm bi emeliyatê kişandin. Niha divê 5 diranên wî yên din jî bi emeliyatê bên kişandin. Nexweşiya wî bandorê li diranên wî dike. Bi xwarina dixwe jî diranên wî dişikên. Dema min dît got ku dîsa diranên wî werimîne û nikare tiştekî bixwe.”
 
‘BILA BÊEDALETÎ BI DAWÎ BIBE’
 
Ayik, xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em qala mirovekî ji sedî 76 astengdar û çavekî bitemamî nabîne dikin. Divê demildest ev bêedaletî bidawî bibe. Dema di destê wan de tu delîl tune bin, 12 sal ceza bêhiqûqî ye bê edaletî ye. Divê ew were xera kirin. Di şertên ku mirovekî normal jî nikare bimîne de ne pêkane ku mirovekî nexweş bimîne. Li bendê ne ku weke girtiyên din ên nexweş cenazeyê Devrîm jî derkeve. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”
 
‘BI QASÎ 20 SAETAN QET XWARIN NEDANÊ’
 
Parêzerê Ayik, Kasim Saglam jî diyar kir ku di dozê de darizandinek adilane nehatiye kirin û îtîrazî 12 sal cezayê hefsê yê hatiye birîn kiriye lê hatiye redkirin. Saglam, bi lêv kir ku di daxwaznameya îtîrazê de hemû pirsgirêkên tenduristiyê ku Ayik pê re rûbirû maye nivîsandiye û got: “Pirsgirêkên wî yên têkildarî bihîstinê jî hene.”
 
Saglam, da zanîn ku dema Ayik ji bo danişînên beriya niha ji Eskîşehîrê anîbûn Îzmîrê tu xwarin nedabûnê û wiha axivî: “Di pergaleke ku xwe weke dewleta hiqûqê îlan kir de mafê kesê nîna ku mûameleyeke keyfî li kesekê/î bikin. Devrîm di 6-7 saetan de ji Eskîşehîrê anîn Îzmîrê. Herî kêm 2-3 saetan li korîdorên edliyeyê hate sekinandin. Pişt re tevî nexweşiyên xwe ji Îzmîrê dîsa birin Eskîşehîrê. Di vê pêvajoya qasî 20 saetan qet xwarin nedanê. Pêdiviyên wî yên bingehî bi tu awayî nehatine pêşwazîkirin. Ez di danişîna xwe ya herî dawî de bi poşetekî tejî xwarin tê de çûm dadgehê û ji bo ku dadger vê bîne min nîşanî wî dan û bêhiqûqiya hatiye kirin hemû vegot. Di çarçoveya dosyayê de ji bo endamtiya rêxistinê tu delîl tune ne. Darizandineke adilane nayê birêvebirin.”
 

Sernavên din

12/08/2022
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin