'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’

  • rojane
  • 14:11 1 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL – KCD, HDK, TJA, HDP, DBP û MED TUHAD-FED dê bi mebesta balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 12’ê hezîranê de bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” meşekî li dar bixin. Têkildarî mijarê daxuyanî hat dayîn û banga tevlibûnê li her kesî hat kirin.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) bi mebesta ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê di 12’ê hezîranê de bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” meşekî li dar bixin. Têkildarî mijarê li Navenda Giştî ya HDK’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran, nûnera TJA’yê Eylem Saruca û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Ocalan dikin, di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê MED TUHAD FED’ê Zekî Baran axivî û da zanîn ku sedema aloziyên heyî yên li Tirkiyeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan e. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li ser navê saziyan metna hevpar xwend. 
 
Metna hevpar wiha ye:
 
“Di dîroka Tirkiyeyê de mezintirîn krîza civakî, siyasî, îktîsadî û çandî tê jiyîn. Desthilatdarî hewl dide van krîzên piralî girêdayî krîzên kûrewî bike û binixûme. Lê belê em baş pê dizanin ku sedema vê rewşê ew e ku krîza xwe ya hebûnê li krîza hebûnê ya pergala kapîtalîst zêde kiriye. Em dikevin sedsala duyemîn a damezirandina komarê û sedema herî bingehîn a van krîzan, neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên nedemokratîk û aştiyane ye. Neçareserî, ji bo teslîmgirtina muxalefeta civakî ji hêla desthilatdariya AKP-MHP’ê ve weke amûrek tê bikaranîn. Çareserî ji bo wan tê wateya windakirina desthilatdariyê lê ji bo gelan tê wateya aştî, aramî û azadiyê.
 
PERSPEKTÎFA OCALAN
 
Birêz Ocalan ku di ferqa temamiya van talûkeyan de ye, ji sala 1999’an ku anîbûn Tirkiyeyê heta niha têkildarî pirsgirêka kurd bi perspektîfa Aştiya Civakî û Komara Demokratîk ve hewl da şer û sorkirina gel a li dijî hev a desthilatdariyan vala derxîne. Li dijî berjewendiyên partî û desthilatdariyan, berjewendiyên gelan, kedkaran, jinan, baweriyan û xwezayê parast. Di 23 salên Îmraliyê de li dijî her nêrîn û bîrdoziyên dijcivakî, mafên civakê parast û hêj diparêze. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Bi rastî jî Girava Îmraliyê bû qada şerê hişmendiya ku koletî û mêtingeriyê li gelan ferz dike û zîhniyeta hewl dide demokrasî û azadiyê pêş bixin. Hêj niha jî ev rastî berdewam e. Di esasê xwe de encamgirtina ji tecrîd û îşkenceya li ser Îmraliyê bi kêrî rejîma faşîst hat û ji bo kesên têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê didin jî encamên nebaş anîn. Dema em îro dibêjin; ‘Bi tecrîda Îmraliyê re civak li dijî hev tê sorkirin û civak tê tecrîdkirin’, em li gorî vê rastiyê tevdigerin. 
 
HELWESTA AŞTIYA CIVAKÎ
 
Dîroka me ya nêz nîşan da ku dema di siyaseta neçareseriyê de israr dikin, tecrîda li Îmraliyê giran dibe û dema berevajî wê dibe jî bi Îmraliyê re hevdîtin û guftûgo tên kirin û çanda demokrasiyê ya Tirkiyeyê pêş dikeve. Lewma em dibêjin ku helwesta li dijî tecrîda ser Îmraliyê, helwesta li dijî pirsgirêka kurd û aştiya civakî ye. Ev helwesta aştiya civakî jî tê wateya parastina pêşeroja hevpar û demokratîk a gelan. Lewma em neçarin ku li dijî vê pergala tecrîda girankirî û îşkenceyê, divê em bertekan hîn bêhtir mezin bikin. 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER
 
Weke ku tê zanîn, dewletên hewl dayîn van pirsgirêkan bi rêbaza leşkerî çareser bikin, veguherîne dewletên paşverû û yekperest û di hêla aborî de jî têk çûne. Welatên ku pirsgirêkên xwe bi rêyên guftûgo û aştiyane çareser kirine jî pêş ketine. Li dijî siyaseta şerxwaz a ku di nava şertên heyî de hêj jî di siyaseta tecrîdê de israr dike û ‘operasyonên’ li derveyî sînor pêk tîne, em ê dev ji polîtîkaya parastina bindestan û xwezayê bernedin. 
 
DÊ DI 12’Ê HEZÎRANÊ DE BIMEŞIN GEMLÎKÊ
 
Birêz Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Birayê birêz Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re axivî. Ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Em ji ber vê rewşê bifikar in û vê rewşê qebûl nakin. Ji bo ku vê fikar û gazinca xwe bînin ziman, em ê di 12’ê hezîranê de bi dirûşma ‘Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’ meşekî li dar bixin. Banga me li hemû derdorên bihistiyar, hêzên dost û demokratîk û raya giştî ew e ku piştgiriyê bidin meşa me ya Gemlîkê.”

DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN

Piştre jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û got ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê veguheriye pergaleke rêveberiyê û wiha bi dawî kir: “Tecrîda li ser Ocalan û girtiyan nayê qebûlkirin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn, weke gava ewil divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Divê bingeh bê amadekirin ku Ocalan bi şandeyên bêalî û serbixwe yên Tirkiyeyê re hevdîtinan bike. Ji bo hevdîtina bi parêzer û malbatê re, meşa me ya di 12’ê hezîranê de girîng e. Banga me li hemû saziyên navneteweyî, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û hemû kesî ew e ku beşdarî têkoşîna li dijî tecrîdê bibin. Banga me li hemû kesî ew e ku tev li meşa me ya 12’ê hezîranê bibin.” 

 

Sernavên din

04/06/2022
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin