‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’

  • rojane
  • 09:00 18 Nîsan 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Serokê Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun diyar kir ku piştî her tundiya polîsan ku li welatiyan dikin mekanîzmayên parastinê dixin dewrê û bêcezahiştina polîsan rê li ber bûyerên nû vedike. 

Li bajarên bakurê Kurdistanê di demên dawî de tundiya polîsan a li hember welatiyan zêdetir bûye. Yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin. Bi taybetî van polîsên tundiyê dikin jî bêceza tên hitşin û li şûn faîl ango kujeran mexdûr tên cezakirin. Herî dawî li Batmanê polîsek êrişî parêzerekî kir û bêvila wî şikand. Çend roj berê jî li Riha, Dêrsim û Şirnexê polîs tundî û îşkenceyê li welatiyan kiribû. Ev tundî û îşkence di nava xelkê de rê li ber nerazîbûnan vekir. Meqamên îdarî ango darazê faîlan diparêze û welatiyan ango mexdûran jî sûcdar dike. 
 
Serokê Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun ji ajansa me re axivî û vê tundiya ku polîs li welatiyan dikin nirxand. 
 
416 BÛYERÊN BÊDARAZ 
 
Mehmet Tursun diyar kir ku wan têkildarî îşkence û tundiya polîsan rapor amade kirine û şandine Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) û wan karneya mafê mirovan a Tirkiyê darizandine û di rapora ku pêşkêş kirine de bi giştî 416 bûyerên înfaza bêdaraz hebûne. 
 
DI ENCAMA CEZAYÊ 314 LÎRE DE HATIYE KUŞTIN
 
Tursun diyar kir ku parastina Tirkiyê ya li hemberî van mirinan û bûyerên qewimîne bi awayên “Çima polîs welatiyan bikuje? Polîs terorîstan kuştiye” kiriye û got: “Me jî ji bo ku vê parastina Tirkiyê pûç bikira xebatek kir. Me jî got di nava 416 kesan de kesên ku li polîsan meze kirine, heqaret û gef xwarine tune ne. Dema me got ‘baş e çima ev tên kuştin’ parastina dewletê pûç derdikeve. Ev 416 bûyer bi temamî welatî bêsûc bûne. Bi temamî kêfî qewimîne. Wek bûyerek mînak, welatiyek ji ber sûcek bi 314 lîre kiriye, rabûne wî kuştine.” 
 
79 ZAROK KURD IN 
 
Tursun destnîşan kir ku di encama xebata wan li qadê 416 mirin pêk hatine û 94 jê zarok in û ji van 94 zarokan jî 79 zarok kurd in. 
 
‘FAÎL ANGO KUJER TÊN PARASTIN’ 
 
Tursun bal kişand ser parastina polîsan ji aliyê dewletê ve û wiha got: “Piştî ku ev înfazên bêdaraz diqewimin, mekanîzmayên parastinê dikevin dewrê. Di bingeha vê bêcezahiştinê de jî mekanîzmayên parastinê yên îdarî hene. Hêj cenazeyê kes li erdê ye, polîs, qeymeqam, walî û wezîr daxuyanî didin rojnamevanan û adeta kujeran ango faîlan diparêzin û kesê/kesa kuştî tawanbar dikin. Ew leşker û polîsên bûyeran pêk tînin ji aliyê rayedaran ve tên parastin. Wextê ku ev faîl nayên cezakirin jî hin bêtir polîs û leşker wêrektiyê digirin û arasteyî tundiyê û îşkenceyê dibin. Bandora bêcezahiştinê li ser van bûyeran dibe. Her wiha di van bûyeran de nêrîna polîtîk û etnîk jî heye. Wek bûyera Kemal Kurkut gelek bûyer hene. Kemal Kurkut li ber kamerayan hat kuştin, hêj tê înkarkirin.” 
 
WEZÎFE DIKEVE SER MILÊ RÊXISTINÊN SIVÎL 
 
Tursun anî ziman ku ji bo rawestandina tundiya polîsan rol û wezîfeyek mezin dikeve ser milên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û heke rêxistinên sivîl xwedî li dozên kuştiyan derkevin dikarin li pêşiya êriş, tundî û îşkenceya polîsan bibin bend û heke xwedî li kesan û dozên wan dernekevin dê polîs hin bêtir bi rehetî dikaribe welatiyan bikuje. 
 
MA / Tolga Guney 
 

Sernavên din

20/04/2022
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin