Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike

  • rojane
  • 09:04 17 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî, bal kişand ser şerê dewletê yê li dijî hawirdora heremê û got: "Ji aliyekî ve ji bo parastina xwe li qadê şer dimeşîne û di şerê li qadê de jî dixwaze xwezayê û mirovan qetil bike, pergala hawirdorê bi temamî tune bike û veguherîne welatekî bê mirov."
 
Li Herêma Kurdistanê talan û wêrankirina hawirdorê didome. Wekî her sal, îsal jî bi hatina biharê re li herêmê şewitandina daristanan û birîna daran didome. Di heman demê de bi operasyona Tirkiyeyê re ku di 23'yê nîsana 2021'an de li hêrêmên Zap,Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin, ji aliyê cerdevanan ve li herêmê birîna daran dest pê kiribû û darên hatibûn birîn bi qamyonan hatibûn kişandin. 
 
Qirkirin û tunekirina ku li dijî xwezaya Kurdistanê hatiye destpêkirin bênavber berdewam dike. Herêmên ku bê daristan tên hiştin, bênefes dimînin. Berpirsiyara Ekolojiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Îzmîrê Mûrat Çepnî, der barê qirkirina xwezayê û êrîşên li ser hawirdora erdnîgariya herêmê de axivî.
 
'DI PARASTINA XWEZAYÊ DE DURÛTÎ HEYE'
 
Çepnî, diyar kir ku ji ber ku nêrazîbûna li dijî qirkirina xwezayê nayê birêxistinkirin qirkirina xwezayê zêdetir dibe û wiha axivî: "Têkoşîna hawirdorê mijareke ku divê em nîqaş bikin. Ji ber ku têkoşîna hawirdorê yek ji wan têkoşîna ye ku pir şaş tê fêmkirin. Ji aliyekî ve dar û daristan tên parastin û hewl tê dayin ku ji şîrketan biparastin, lê li aliyê din jî dewlet bi xwe bi hinceta operasyonên leşkerî û ewlekariyê daristanan talan dike û bendavên mezin li ser çeman çêdike. Di bingeh de jî vê yekê ji ber sedemên ewlehiyê dike. Heger ku em niha li ser erdnîgariya Kurdistanê biaxivin; li ser erdnîgariya wê şerekî pir giran heye û ev şer jî tê wateya wêrankirina xwezayê.  Ev mînaka herî berbiçav li vê erdnîgariyê tê jiyîn. Beriya her tiştî şewitandina daristanan trajediyeke ku em her sal dijîn. Ji ber ewlehiyê daristan tên şewitandin û talankirin. Lê belê li hemberî vê yekê rêxistinên hawirdorê nerazîbûneke tund nîşan nadin. Rêxistinên hawirdorê û hêzên demokrasiyê yên ku nikarin li dijî şewitandina daristanên Dêrsim û Şirnexê bibin xwedî helwest, dema daristanên ji aliyê şîrketên madenê ve tên talankirin, dibin xwedî helwest. Dema ku heman talan li Îzmîr, Mûgla û Deryaya Reş rû didin dibin xwedî helwest. Divê di serî de ev nêzekatî bê terkkirin. Ev durûtî ye. Û têkoşîneke bi vî rengî encam nagire." 
 
'DIXWAZE VEGUHERÎNE WELATEKE BÊMIROV'
 
Çepnî, anî ziman ku dewlet di heman demê de li dijî gelê kurd şereke ekolojîk jî daye destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: "Li erdnîgariya Kurdistanê bendav hene. Dema mirov pirsa bendavan ji dewletê dike dibêje, 'Ez ji bo çandiniyê bendavan çêdikim, ji bo pêdiviyên avê yên bajaran pêk bînim çdikim.' Û ew ji xwe re weke pêdiviyekê rave dike. Lê wan, bajarê 2 hezar salî di bin avê de hiştin. Em dibêjin, ne hewcedariya mirovatiyê û ne jî pêdiviya çandiniyê bi tiştên wisa heye. Van bendavan wekî pêdiviyeke şer çêdikin. Ji ber vê yekê dewlet hewl dide ku avê wekî çek bi kar bîne. Hewl dide daristanan weke amûra şer bi kar bîne û daristanan jê bike. Lê di heman demê de erdnîgariya Kurdistanê tê valakirin. Hewl tê dayîn ku herêmê bi giştî veguherînin herêmeke leşkerî. Rewşa Başûrê Kurdistanê jî ev e. Li wir jî heman perspektîf heman polîtîkayê dimeşîne. Ji aliyekê ve ji bo parastina xwe li qadê şer dimeşîne û di şerê li qadê de jî dixwaze xwezayê û mirovan qetil bike, pergala hawirdorê bi temamî tune bike û veguherîne welatekî bê mirov." 
 
MA/Zeynep Dûrgût-Omer Akin
 

Sernavên din

20/04/2022
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin