Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine

  • rojane
  • 15:21 14 Nîsan 2022
  • |
img

WAN - Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê piştî serdanên xwe yên li Wan, Îdir û Agiriyê li Wanê daxuyanî dan. Şandeyê diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û zilma li girtîgehan tê kirin nîşan dide bê ka Tirkiye welateke çawa ye. 

Şandeya ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk dihat, têkildarî serdanên xwe yên li girtîgehên Wan, Îdir û Agiriyê li Baroya Wanê daxuyanî dan. Şandeya ku parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Abdullah Koç, Fatma Kurtulan, Huseyîn Kaçmaz û Muazzez Orhan û Rêveberê Navenda Giştî ya OHD’ê parêzer Hamdî Bayhan jî di nav de bûn, li Wanê ji ewil çûn serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê ku gelek binpêkirin lê têne kirin. Şandeyê xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bike lê belê ev daxwaza wan hate redkirin. 
 
SERDANA JI BO BARO Û NOBETA EDALETÊ 
 
Li ser vê yekê şande ji girtîgehê derket û çû serdana Baroya Wanê. Şande, ji hêla endamên Lijneya Rêveber a Baroya Wanê ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê li baroyê civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xist û piştre çû serdana malbatên girtiyan ku ev 118 roj in Nobeta Edaletê digirin. Şandeyê li vir derheqê serdanên xwe yên du rojan de li gel malbatan daxuyaniyek da. 
 
‘HAYA ME JÊ HEYE BÊ KA ÇI DIQEWIME’ 
 
Li ser navê şandeyê Fatma Kurtulan axivî û wiha got: “Ji ewil em çûn serdana Girtîgeha Tîpa S a Îdirê. Piştre jî em çûn serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê. Me xwest bi dozgerê girtîgehê û rêveberiyê re hevdîtinê bikin lê bêyî ku sedemek bê nîşandan ev daxwaza me red kirin. Lê me li Îdirê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Li Panosê îşkence heye. Me bihîstibû ku hejmartina ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin û ji ber ku girtî li dijî vê sepanê derketine, îşkence lê hatiye kirin. Piştî hevdîtinên hevalên me yên parêzer, ev îdia hatin piştrastkirin. Haya me jê heye bê ka li wir çi diqewime.” 
 
‘BI ÎŞKENCEYÊ HATE KUŞTIN’ 
 
Bi domdarî Kurtulan anî ziman ku pirsgirêka girtîgehên Tirkiyeyê êdî veguheriye pirsgirêkeke bingehîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî, li girtîgehan têkoşîneke mezin didin. Lê dewletê li dijî girtiyan, şer daye destpêkirin. Girtî, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin. Saziyên têkildar her çend bibêjin ku mirina li Sîlîvriyê ne ji ber îşkenceyê ye jî, bi dîmenan xuyaye bû ku ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da ye. Li deverên cuda jî îşkence tê kirin.” 
 
‘GIRTIYAN DIŞÎNIN MIRINÊ’ 
 
Kurtulan, daxuyand ku rewşa girtiyên nexweş hêj xerabtir e û ev agahî dan: “Girtiyên nexweş nikarin derman bibin. 604 girtiyên nexweş ên giran hene ku gelemperiya wan terkî mirinê hatine kirin. Hêjta jî girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Cenazeyê Mehmet Sevînç ji Girtîgeha Manîsayê derket. Heke baş bihata dermankirin, anîbûna cem hevalê wî, dikariya bijiya. Bi zanebûn terkî mirinê kirin. tedawiya bikelemçe astengiyeke mezin e. Bi mehan piştre girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyê û tedawiya bikelemçe li wan tê ferzkirin. Lewma tedawiyê red dikin. Berpirsyarê her mirinekê dewlet bi xwe ye. Dewlet û desthilatdarî ji her tiştekî girtiyan berpirsyar e. Em ê dev ji van tiştan bernedin. Yek bi yek em ê hesaba tevan jî ji wan bipirsin.” 
 
REWŞA AYSEL TUGLUK 
 
Di berdewamê de Kurtulan bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk û wiha pê de çû: “Hemû tevgerên jinan bang dikin ku Aysel Tugluk were berdan da ku rewşa wê xerabtir nebe. Lê çav û guhên xwe li vê bangê girtine. Hevala wê ya qawîşê êdî hewarê dike. Divê Aysel Tugluk di zûtirin dem de were berdan.” 
 
HEKE BI OCALAN RE HEVDÎTIN WERE KIRIN... 
 
Kurtulan, da zanîn ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re rewşa Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe û axaftina xwe wiha xelas kir: “Tecrîd, niha li her deverê berbelav bûye. Sedema xitimîna heyî jî ew e ku Tirkiyeyê pişta xwe daye aştiyê ye. Em baş pê dizanin ku heke Tirkiye deriyê Îmraliyê veke; di encama hevdîtinên bi birêz Ocalan re dê Tirkiye di her alî de bi ser xwe ve were. Rewşa heyî, girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye. Weke HDP’ê em ê bêhtir li ser vê mijarê bisekinin. Heke gaveke demokratîkbûnê bê avêtin, ji ewil divê li girtîgehan bê avêtin. Girtîgeh, sedema bingehîn a rewşa niha Tirkiyeyê ketiyê ye. Zilma li girtîgehan tê meşandin nîşan dide bê ka Tirkiye welatekî çawa ye. Çalakiya dayikan, çalakiyeke biwate ye û em jî piştgiriyê didin. Divê hêj tiştek bi serê girtiyên nexweş nehatî, di demekî herî nêz de werin berdan û dermankirin.” 
 

Sernavên din

18/04/2022
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan