Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin

  • rojane
  • 12:57 13 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Welatiyên ku li dijî zext û binçavkirinan tev li nobeta li ber avahiya HDP'ê ya Cizîrê bûn, ev tişt gotin: "Ji DEP'ê heta HDP'ê têkoşîna me berdewam dike. Ew çiqas êriş bikin em ê jî deh qat mezintir bibin."
 
Di 11'ê nîsanê de polîsan bi ser avahiya HDP'a Cizîrê de girt û derî û paceyên wê şikandin û nav avahiyê ji hev belav kirin. Polîsan li navçeya bi ser malan de jî girtin û Hevserokê HDP'a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de 10 kesan binçav kirin. Li dijî van zext û êrişên li ser HDP'ê bi pêşengiya HDP'iyan cizîriyan li ber avahiya HDP'a Cizîrê dest bi nobetê kirin. Nobet di roja sêyemîn de berdewam dike. Welatiyên ku tevli nobetê didibin dibejin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî zextan berdewam bikin. 
 
'GEL TÊK NEÇÛYE Û WÊ TÊK NEÇE JÎ'
 
Welatî Ziynet Kuçuk (40) ku tevli nobetê bû, diyar kir ku ji bo nobeta şerefê hatiye û û ev tişt got: "Mirovên îro hatine vir ji bo şerefê hatine. AKP-MHP gelê kurd tune dihesibînin. HDP bi dengê gel ketiye meclisê û wê her hebe. Em ê partiya gel qet bi tenê nehêlin. Êriş bi armanca çavtirsandinê ne. Bi salan e gelê kurd bi van êrişan re rû bi rû ye. Zarokên wan tên kuştin, malên wan tên talankirin, tên girtin û êriş li partiyên wan tên kirin. Lê têk neçûne û wê têk neçin. Kuştina mirovan ne bes bû ku niha jî dişikînin û hildiweşînin. Lê ew nikarin 4 kesan bînin cem hev. Ji bo neçar dimînin ku perekî zêde razînin. Divê em tev li HDP'ê xwedî derkevin. Lê pêşiya me hilbijartin heye. Divê em hesabê van êrişan di sindoqê de bipirsin. Ew çiqas êriş dikin em ê deh qet mezintir bibin. Bila kes nebêje, 'Gelê kurd tiştek nizane û li mala xwe rûdinê'. Lewre gelê kurd dema wexta wê bê baş dizane ku dê çi gavî biavêje."
 
'PERE DIQEDE LÊ KURDISTAN NA'
 
Asya Oglagi (55) ku ji bo piştgiriya HDP'ê tevli nobetê bûye jî destnîşan kir ku bi girtin û êrişê nikarin mejiyê wan teslîm bigirin û ev tişt anî ziman: "Nikarin vê bikin. Her roj êrişî partiya me dikin û wêneyên mirovên jiyana xwe ji dest dane dişikînin. Ji me bi sedan kesî bikujin jî em ê zêde bibin. Em ê qet dev ji vê têkoşîn û partiyê bernedin. Em bi vî rojî tên li partiya xwe nobet digirin. Ev partî vîna me ye. Kesên ku xwe ji bo pereyan firotine, wê pere biqedin lê Kurdistan û mirovahî naqede."
 
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
 
Welatî Dûrsûn Çakir (57) jî êrişa li dijî avahiya HDP'ê şermezar kir û derbarê mijarê de ev tişt got: "Wê bi birçîbûn û girtinê kurdan neqedînin. Bi salan êrişî partiya me dikin. Lê weke ku Mehmet Tûnç jî got em ê serî netewînin. Kurdan di Newrozê de peyama xwe da. Gel bi vê sekna xwe rûyê reş ê dewletê nîşan da. Kesên ku vê tehemûl nakin bi serdegirtinan hewl didin me bitirsînin. Lê em kesek jî bimînin em ê vê têkoşînê bidomînin. Heta ku bigihîjin azadiya xwe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'EM BI GIRTINÊ NAQEDIN'
 
Taybet Acet (50) jî bi lêv kir ku tiştên bi serê kurdan de tînin zilm e û wiha got: "Em ne bi girtin ne jî bi kuştinê diqedin. Çi dikin bila bikin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
Nezîr Dervîş (52) jî got ku ji bo nîşan bide kurd di têkoşîna xwe de di paş de gav navêjin tevli nobetê bûye û anî ziman ku kesek tenê jî bimîne dê li partiya xwe xwedî derkeve û li ser piya be.
 
Welatiyê bi navê Nûriye Bîlîr (53) jî ev tişt got: "Çi dikin bila bikin heta ku em bijîn em ê li partiya xwe xwedî derkevin û bi tenê nehin. Wê ev êriş bi me di paş de gav nedin avêtin. Em 10 kes bên girtin em ê bibin 20 kes." 
 
Îbrahîm Acar (58) jî wiha axivî: "Em bên kuştin jî bên girtin jî bên talankirin jî, em her hene. Ev pirsgirêk wiha çareser nabe. Çareserî pergaleke demokratîk e. Divê mirov azad bin. Divê herkes li dijî zilmê derkeve û yekitî hebe."
 
'CIWAN PARTIYA XWE BI TENÊ NAHÊLIN'
 
Ferît Artûç (30), diyar kir ku binçavkirin û girtina rêveberên HDP'ê cureyek pişaftinê ye û ev tiş anî ziman: "Ez li dijî polîtîkayên pişaftinê yên dewletê hatim vir. Ji bo ku em nîşan bidin ev partî nayê girtin hatin vir. Pergal hewl dide ciwanan bike bin zextê û fermana xwe. Lê ciwan qet dev ji partiya xwe bernadin."
 
'JI DEP'Ê HETA HDP'Ê TÊKOŞÎN DIDOME'
 
Ciwanê bi navê Mûhammed Argan (19) jî bi bîr xist ku HDP sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê ye û wiha qedand: "HDP partiya jin û ciwanan e. Cihê gel û baweriyane. Li Tirkiyeyê partiyeke mîna HDP'ê tune ye. Hêza xwe ji vir digire. Rêya xelasiya Tirkiyeyê paradîgmaya ku HDP'ê diparêze. Ji ber vê em hatin parastina HDP'ê. Dixwazin HDP'ê di siyasetê de tune bikin. Lê her roja ku diçe HDP mezintir dibe. Di hilbijartinan de bi milyonan kesî deng da HDP'ê. HDP bi binçavkirin û girtina naqede. Ji DEP'ê heta HADEP'ê gelek partî hatin girtin. Lê îro li şûna wan HDP heye. Ji DEP'ê heta HADEP'ê ji HADEP'ê heta HDP'ê têkoşîn didome. Ev têkoşîna naqede. Wê bi êrişan negihîjin tu derê."
 
MA / Omer Akin - Zeynep Dûrgût

Sernavên din

13/04/2022
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'
14:24 Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
13:52 Li Rihayê destdirêjî li pitikekê hate kirin
13:51 Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe
13:24 ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
13:16 Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast
13:11 Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
13:02 Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn
12:57 Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin
12:19 Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'