Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin

img
ANTEP - Dayîka Ayten Beçet a ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dawî li jiyana xwe anî Fatma Beçet, anî ziman ku salek e ji Ocalan agahî nayê girtin û got: "Em aştiyê dixwazin. Em şer û tundiyê naxazin. Tecrîd nayê qebûlkirin” 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 8'ê Mijdara 2018’an de ketibû greva birçîbûnê. Çalakiya ku li hemû girtîgehan belav bû û bi deh hezaran girtî ketin grevê di 30'ê nîsana 2019’an de girtiyan çalakiya xwe derbasî Rojiya Mirinê kir. 200 roj piştî çalakiyê li ser banga Ocalan çalakgeran dawî li çalakiyê anîn. Di çalakiya 200 rojan de li Girtîgeha Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan Ayten Beçet, li Girtîgeha Oltuya Erziormê ya Tîpa T’yê Zehra Saglam, li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E’yê Medya Çinar, li Girtîgeha Xarpêtê Mahsum Pamay, li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê Yonca Akici, li Girtîgeha Osmaniyeyê Siraç Yuksek û li bajarê Krefeld ê Almanyayê Ugur Şakar, bi armanca tecrîdê şermezar bikin dawi li jîyana xwe anîn. 
 
Piştî çalakiya parêzerê Ocalan 8 sal şunde pêre hevdîtin kirin. Bi bangawazîya Ocalan çalekiye greva birçîbûnê bi dawî bûn. Ocalan 23 sala tenê 2 cara bi rêya têlefona malbata xwe re axivîye. Herî dawiyê di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê axivî. Piştî ev hevdîtina di nîvî de qut bû, ev salek e agahî ji Ocalan nayê girtin. 
 
3 sal berê di 23'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan Ayten Beçet li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbû. Salvegera çalakiya Ayten Beçet e ku saleke agahî ji Ocalan nayê girtin. 
 
LI ŞÛNA ZANÎNGEHÊ TEVLI XEBATÊN ÇAND Û HUNERE DIBE 
 
Malbata Beçet, di sala 1990'î de ji Gundê Êrkendê ya bi ser navçeya Berwarî ya Sêrtê ve koçî Dîlokê dike. Aytenê di sala 1991'an de li Dîlokê ji dayik dibe. Dibistana sereteyî û lîse li Dîlokê xelas kir. Piştî lîse fakulteya endezyariyê qezenc kir, lê li şûna biçe zanîngehê bixwîne, çû qeyda xwe li Şaxa Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Mêrsînê çêkir û tev li xebatên çand û hunerê bû. 
 
9 SALAN GIRTÎ MA
 
Beçet, dema li Dîlokê xebatên çand û hunerê dikir, di sala 2008'an de polîsan ew binçav kir û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin Girtîgeha Karataş a Edeneyê. Beçet 3 meh û 10 rojan girtî ma û di danişîna yekemîn de hat berdan. Beçet di sala 2011'an de dema li Mêrsînê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê, polîsan vê carê li nexweşxaneyê ew binçav kirin û bi heman îdiayê girtin. Dadgehê vê carê dîsa Beçet şandin Girtîgeha Karataşê ya Edeneyê. Beçet nêzî 2 salan li vir girtî ma, 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê di sala 2013'an de derbarê wê de 9 sal cezayê girtîgehê birî û ew serbest berda. Beçet, salek şûnde dîsa hat girtin û dîsa şandin heman girtîgeha Karataşê. Ji wir sewqî Girtîgeha Mûşê ya Jinan kirin. Piştî 3 sal û 6 meh şûnde jî wê sewqî Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan kirin. Beçet salek û 9 meh şûnde di 23'yê Adara 2019’an de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. 
 
CENAZE REVANDIN
 
Ewil cenazeyê wê şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Dema malbata Beçet çû cenazeyê keça xwe ji ATK’ê werbigire, polîsan cenaze ji ATK’ê revandin û bêyî malbatê anîn Dîlokê. Hêj malbat di rê de bû dozgeriyê agahî da malbatê û diyar kir ku cenaze birine Dîlokê. Malbat di nîvê rê de vegeriya Dîlokê. 
 
ŞAREDARIYÊ MALA ŞÎNÊ NEDA MALBATÊ 
 
Piştî malbat hat Dîlokê xwestin bi merasimekê cenazeyê keça xwe veşêrin. Lê polîsan destûr neda û ewil xwest tenê 5 kes cenaze veşêrin. Piştî nîqaşan polîsan tenê destûra 20 kesan da ku cenaze veşêrin. Malbatê nîvê şevê di bin dorpêça polîsan de cenaze veşart. Malbatê xwest li Mala Şînê sersaxiyên xwe qebûl bike lê Şaredariya Dîlokê deriyê mala şînê li malbatê girt û destûra şînê neda. 
 
Dayîka Ayten Beçet, Fatma û bavê wê Sabrî Beçet, di salvegera çalakiya keça xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
'EZ BI KEÇA XWE SERBILIND IM'
 
Fatma Beçet, anî ziman ku ewil hevjînê wê Sabrî Beçet agahî da wê û bibîr xist ku ku êşa wê bi îşkencekirina cenazeyê keça wê hin behtir zêde bûye. Beçet, anî ziman ku her dem bi keça xwe serbilind e û wiha got: "Berî çalekiyê bi rojêkî em axivîn. Di telefonê de got 'Dema hevalên min di grevê de bin û ez ne di grevê de bim, pir zora min diçe'. Ji ber tevli çalakiyê nebû 3 rojan giriya. Pir xemgîn dibû. Keça min her tim dixwest piştgiriyê bide çalakiya grevê. Digot, ‘Dayê piştgiriyê bidin. Em aştiyê bînin. Hûn çima danakevin qadan û aştiyê naxwazin? Êdî bes e bila dayik negirîn. Eger em aştiyê nînin ez ê xwe ji bo Kurdistanê feda bikim’. Di hevdîtina me ya dawî de got dê 10-20 rojan ne axive. Lê me fam kir ku ev axaftina wê ya dawî bû. Roja din agahiya şehîdbûna wê hat."
 
'DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE’  
 
Beçet, da zanîn ku saleke agahî ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Divê her kes dengê xwe li hemberî vê yekê bilind bike. Tecrîd nayê qebûlkirin. Êdî bila li girtîgeha ti kes nemire. Kurd bila destê xwe bidin destê hev û bi hev re bimeşin. Em aştiyê dixwazin. Tundî û şer naxwazin. Êdî bila ev şer bi dawî bibe. Êdî bes e. Heya dilopek xwîn di laşê min de hebe ez ê şopdarê doza keça xwe bim."
 
'ÊDÎ BILA DAYIK Û BAV NEGIRÎN’ 
 
Bavê Ayten Beçet, Sabri Beçet jî destnîşan kir ku ew her dem keça xwe bi wî kenê wê yê xweşik tîne bîra xwe û wiha got: “Keça min bi her kesî re hevaltiyek xweşik dikir. Heya em saxbin em ê şopdarê doza wê bin. Çi cudahiya keça min û hevalê wê yên din tune ye. Em jiyanek bi rûmet dixwazin. Dayik her dem bi êş kulan re rûbirû dimînin. Êdî bila dayik û bav negirîn. Me cenazeyê keça min bi îşkenceyê spart axê. Ev li dijî mirovahiyê ye. Keça min li dijî tecrîdê çalekî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî. Ev salek e agahî ji birêz Ocalan nayê girtin, ev yek nayê qebûlkirin."
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

24/03/2022
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest