Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan

  • rojane
  • 09:57 15 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK’ê diyar kirin dema pêngavan hatiye û gotin: “Me bi vî ruhî li ber xwe da, em ê berxwedana xwe geştir bikin, tevî gelê xwe tecrîdê bişkînin, azadiya Rêbertî pêk bînin.”
 
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi armanca komploya 15'ê Sibatê ya 1999'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Girtiyan di daxuyaniyê de wiha got: “Wê sala 24’emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêber Apo. Ji bo vî tiştî jî em girtî em ê di her şertan de li ber xwe bidin. Em bawer dikin wê partiya me PKK û gelê me, vê salê bikin berxwedaneke pêngavî û têkoşînê.”
 
Daxuyaniya ku Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê derbarê salvegera 23’emîn a komployê de weşandiye wiha ye: 
 
“Îro salvegera 23’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Esareta li ser Rêbertî sala 23’emîn qedand û dikeve sala 24’emîn.
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de hêzên komployî li hemberî Sûriyeyê bi zextên leşkerî û psîkolojîk, li ser Rêbertî ferz kirin ku bila ew bi darê zorê ji Sûriyeyê derkeve.
 
Hedefa pêşîn a komployê îmhakirina fîzîkî ya Rêbertî bû. Lê helwesta polîtîk û berxwedana Rêbertî ya ku komplo pûç kir, pêşiya îmhayê girt. Komplo hate pûçkirin.
 
Di navbera 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an de Rêbertî navbera Atîna, Moskova, Roma û dîsa Moskova û Tacikistanê û herî dawîn jî ji Girava Korfû ya Yewnanistanê revandin Naîrobiyê ya ku paytexta Kenyayê bû. Di warê berxwedan û helwestê de jî ji bo eşkerekirina lîstikên qirêj ên ku hêzên komployî jî hiqûqa xwe datînin cihekî, daneyên gelekî girîng pêşkêşî me dike. Hinek aliyên wê eşkere bibin jî hê jî hinek aliyên wê hene ku baş ronî nebûye. Heta ku hemû arşîvên delwletê yan jî ya îstîxbarata komplogeran neyê vekirin, wê zehmet be ku rastî derkeve holê. Bi saya ku xebatên ku Rêbertî di şertên esaretê de kir, armanc û hedefa komplogeran û aliyê wê yê polîtîk û dîrokî ronî bûye.
 
DEMA HELWST NÎŞANDANÊ HATIYE 
 
Diyar e ku wê di demên pêş de êriş zêde bibin û ji bo pûçkirina van êrişan jî divê xeta rêxistinkirin, berxwean û têkoşînê were bilindkirin. Dema helwestên pêngavî hatiye. Tecrîd mutleq a ku 7 sal in li ser Rêbertî didome têkiliya xwe bi plana çokdanînê ya dijmin heye. Ji bo ku diyarkeriya Rêbertî ya di warên fikr û berxwedana gelê Kurd de ji holê rakin, tecrîdeke mutleq tê pêkanîn. Dijmin bi van gavan him dixwaze Rêbetî di warê manewî de têk bibe û him jî PKK di serî de dixwaze gelê Kurd bêalî bihêle û hêviya wê bi hêsanî bişkîne. Lê dijmin hê jî PKK, rastiya Rêbertî nas nekiriye.
 
DÎLGIRTINA 23 SALAN 
 
Rêbertî 23 sal in di bin esareta dijmin de ye û 24 saetên wî dişopînin. Dibe ku heta niha derbarê Rêbertî bi hezaran rûpel analîz kirine. Qaşo dixwazin qelsiyên wî bibînin û ji wir êriş bikin. Lê ew dûrî fêmkirina Rêbertî ne. Ji ber ku Rêberî awayê hebûna civakî ya Kurdan a bi deh hezaran salan e.
 
DEM DEMA AZADIYÊ YE 
 
Me bi vî ruhî li ber xwe da, em ê berxwedana xwe geştir bikin, tevî gelê xwe tecrîdê bişkînin, azadiya Rêbertî pêk bînin. Em bawer in wê sala 24’emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêbertî, ya gelê me û ya hemûyan. Danheva têkoşîna me ya nêzî 50 salan di sala 24’emîn a esaretê de dibe ku ji nişka ve bibe serfirazî. Di sala 24’emîn a esaretê de jî mirov dikare bibêje wê dijmin pêngavên xwe yên dawîn jî bike. Lê em girtî ji vî tiştî bawer dikin wê sala 24’emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêbertî. Ji bo vî tiştî jî em girtî em ê di her şertan de li ber xwe bidin. Em bawer dikin wê partiya me PKK û gelê me, vê salê bikin berxwedaneke pêngavî û têkoşînê. Di qonaxa dawîn a pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ em bawer in em ê bi fîzîkî jî bi Rêbertî, heval û gelê xwe re kom bibin.”

Sernavên din

17/02/2022
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin