Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye

  • rojane
  • 14:20 11 Sibat 2022
  • |
img

MEXMÛR - Şandeya HDP’ê piştî Şengalê serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Şandeyê ragihand ku ew ê rastiya Şengal, Mexmûr û êrişên Tirkiyê ên li ser herêman, bi raya giştî re par ve bikin û xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye. 

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî sedana Şengalê, berê xwe da Wargeha Penaberan Mexmûrê. Şande bi pêşwaziyek germ ya xelkê wargehê, kete nava wargehê. Balafirên şer ên Tirkiyê di 1’ê Sibatê de bi dijwarî Wargeha Mexmûrê kiribûn. Şandeya HDP’ê ji bo piştgiriya xelkê wargehê û ji nêz ve dîtina şopên êrişa ser wargehê lêkolîn bike, serdana wargehê kir.
 
Şandeya HDP’ê li Meclîsa Gel a Wargehê bi kêfxweşiyek mezin hat pêşwazîkirin. Pişt re şande çû cihê ku bombe lê hatibûn barandin û ji nêz ve li cih lêkolînê kir. Piştî wê, şandeyê berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan û li wir bi sedan şêniyên Mexmûrê bi kêfxweşî û kelecanekî mezin pêşwaziya şandeya HDP’ê kir. Li saziya Malbatên Şehîdan parlamenterên HDP’ê ji bo xelkê wargehê axivîn.
 
‘EM Ê LI PEY DOZA REWA BIN' 
 
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û got: “Em tevahî cangoriyên Şengal, Memxûr û azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin. Em wek HDP soz didin ku emê heta dawî li pey doza we bin. Me xwest serdana Şengal û Mexmûr bikin û êrîşa 1’ê Sibatê ji nêz ve bişopînin. Dibe ku em li Bakurê Kurdistanê bin û ji we dûr bin, lê em bi we re dijîn û hun hertim di dilê me de ne. Dewleta Tirk bi van êrîşan carek din dan diyarkirin ku ew ji dûrî exlaq û pîvananin. Lê emê serbikevin, ji ber ku rêya me, rêya heqîqetê ye.”
 
Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Murad Çepnî jî axivî û got: “Bi navê şandeya HDP’ê, em we ji dil û can hembêz dikin. Li gel we mayîn, hestekî pir cuda û kefxweşiyekî mezine. Berxwedana we hêz dide me. Em jî êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê bi tûndî şermezar dikin. Emê heta dawî têkoşîna li dijî bê mafiyan bikin.”
 
‘EM Ê DEREWÊN WAN RAXIN BER ÇAVAN' 
 
Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî axivî û êrişên li ser Mexmûrê şermezar kir û wiha got: “Li ser navê HDP’ê, bi dil û can ez we silav dikim. Wek hevalên me jî dayî diyarkirin, êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê, ne ji êrişên li ser HDP’ê dûre. Heman zihniyet dixwaze me tûne bike. Emê carek din rûpûşa dewleta Tirk bixin xarê. Em ê van derewên li ser Mexmûr û Şengalê di raya giştî de raxin ber çavan.”
 
‘DIVÊ HER KES SERÎ RAKE' 
 
Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Ûca jî got: “Armanca me ya serdanê, derxistina derewên dewleta tirk e. Me bi çavê xwe dît û emê di rojên pêş de, ji raya giştî re encama serdanên xwe parve bikin. Divê em tevahî gelên azadîxwaz, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê kurd dakevin qadan û nerazîbûnan bidin nişandan. Ji bo wê dem dema xwe rêxistinkirinê ye. Em ê bi têkoşîna xwe, serbikevin û bigihijin azadiyê.”
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN' 
 
Herî dawî li ser navê xelk3e Wargeha Mexmûrê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û xêrhatina şandeya HDP’ê kir. Bûdak di axaftinên xwe de da zanîn ku her kesê ku li ser rêya heqîqetê dimeşe ew hevalên wan in û wiha got: “Em gelek kêfxweşbûn ku partiya me, serdana me kiriye û êşa me parvekirine. Ti caran ne destan ne jî rûpel hene ku berxwedan û têkoşîna gelê Mexmûrê binivîse. Em xwedî îrade û têkoşînin. Gelê Mexmûrê îradeyek ji pola heye. Ti caran gelê Mexmûrê, serî li bê mafiyan netewandiye û natewîne. Em hertim li pey doz û armancên xwe dimeşin û emê serbikevin. Dûbare em spasiya şandeya xwe dikin.”

Sernavên din

15/02/2022
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê
16:10 Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin
15:58 Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir
15:28 Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an
14:48 Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar
14:28 OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
14:19 Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
14:14 Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin
14:14 ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan
13:35 Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin
12:30 Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
12:29 La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe
12:29 Polîsan Dayika Aştiyê Işik binçav kirin
12:28 Doza Mehmet Sîncar: 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin
12:08 Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin
11:51 Dr. Farshad Pisoureha: Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e!
11:13 Li çend bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:55 Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike
10:34 Boriyên DÎSKÎ’yê 20 roj li ber xwe nedan!
10:33 Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
10:23 Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir
09:24 Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye
09:20 Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak
09:13 Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê piştî 3 salan konser bide
09:12 Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne
09:00 ROJEVA 14 SIBATA 2022'YAN
08:23 Rojnamevan Zeynep Durgut hat binçavkirin
13/02/2022
20:57 Esnafên Amedê bi tefandina lembeyên dikanan zema ceyranê şermezar kirin
20:21 Bi forûman bertek nîşanî koploya 15'ê Sibatê dan
18:56 Gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Surucu
18:32 Di êrişa li ser Eyn Îsayê de sivîl jiyana xwe ji dest da
16:51 Esnafên Amedê dê 3 rojan bihabûna ceyranê protesto bikin
16:35 ‘Bila deriyên Îmraliyê vebibin da ku çareserî pêk were’
15:35 Nobeda Edaletê sê meh li pey xwe hişt: Stran diyarî girtiyan hatin kirin
15:22 Bayindir: Azadî di Rêya Sêyemîn de ye
14:29 Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin
14:07 Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir
12:46 Bûldan: Yên ku gelê me nas neke em jî wan nas nakin
12:13 Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn
09:46 Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim
09:13 'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin'
09:11 Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin
09:04 Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
09:03 Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin
09:03 Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast
09:03 Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN
08:31 Zilamê ku tundiyê li malbata xwe kir, hat binçavkirin
12/02/2022
21:55 Aydenîz: Çare di perspektîfa Ocalan de ye
21:09 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê
18:48 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
18:31 Li Îzmîrê Nobeda Edaletê hat destpêkirin
18:00 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin
17:36 'Bila tecrîd bê rakirin, aştî bê nîqaşkirin'
17:29 ‘Girtiyê nexweş Kuday ku teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin bi tena serê xwe dimîne’
17:01 Aydenîz: Di pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e
16:51 Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin
16:16 Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin
15:51 Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Fatma Ozbay heye
15:27 Dayika 65 salî ku hatibû girtin hat berdan
15:17 Girtiya nexweş Siya Çinar ev 5 heyvin nayê dermankirin
14:38 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
14:19 Dayikên Şemiyê aqûbeta mamoste Tepelî pirsîn
14:18 Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
13:58 Ji bo kongreya HDP’a Îzmîrê bang kirin: Werin em ji faşîzmê re bibin bersiv
13:49 Girtî Şahîn Adanur li Girtîgeha Anamûrê jiyana xwe ji dest da
13:41 SES’ê xwest ku Gonul Erden bê berdan
13:29 Li ofîseke Kagithaneyê 3 kes mirî hatin dîtin
12:55 Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin
12:07 HDP’ê ji bo girtîgehan di mehekê de 203 caran serî li ÎHÎK’ê da
11:52 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kete roja 341’an
11:33 Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin
11:30 HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe
10:25 Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome
10:03 Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî!
09:07 Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!
09:06 Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim